Xwepêşandan li bajarên Sûrî û Erebî û cîhanî berdewam in, bo şermezarkirina tawanên cengê yên ku hêzên Esed û Rûsya û milîsên Îranî derheqê sivîlan li Sûriyê û bi taybet li Helebê pêk tînin. Û xwepêşanderan bêdengiya navdewletî derbarê van komkujiyan protesto kir, û seknên nerazîbûnê li pêşiya herdû balyozxaneyên Rûsî û Îranî li dar xistin, ji bo şermezarkirina rola herdû welatan di piştevaniya Esed e.
Herwiha Doh, piştî nimêja Înê xwepşandan li bajar û bajarokên parêzgeha Idlibê derketin, û xwepêşanderan daxwaz ji serkirdeyên fesîleyên leşkerî kirin ku xwe bikin yek û êrîşî deverên rejîmê û milîsên piştevaniya wê dikin bikin.
Xwepêşanderan li tevahiya deverên ku xwepêşandan lê derketin tekez kirin ku armanc ji van xwepêşandanan ew e, fişarê li serkirdeyên fesîleyên leşkerî bikin, da bibin yek di çarçoveya artêşeke niştîmanî ku nûnertiya şoreşê û armancên wê bike, û şerê li dijî rejîmê û milîsên piştevan jê re raneweste heta rizgarkirina tevahiya welat.
Û seknên nerazîbûnê li Stenbolê li pêşiya qonsilxaneyên Rûsya û Îranê hatin encamdan, û xwepêşanderan ala azadiyê û durişmên şermezarkirina tawanên derheqê sivîlên Helebê hildan.
Xwepêşandan li her yek ji Xeza û Heyfa li Filestînê, herwiha Terablusa Libnanê, û paytexta Tûnisê hatin lidarxistin, û daxwaz ji rêxistinên navdewletî kirin ku bi berpirsyaretiya xwe rabin derbarê tawanên berdewam derheqê gelê Sûriyê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.