Îro duşemê dibe 2 roj li ser hev ku bi dehan xelkê bajarê Elsiwêda li başûrê Sûriyê, xwepêşandaneke mezin lidar dixin, û di kolanên bajêr re dimeşin û dirûşmên dijî rêjîma Esed hildidin.
Û Xwepêşanderan îro dirûşmên wek “Bijî Sûriye û ketin ji Beşar Elesed re” û “ya beşar û ya ekrot ev şoreşa namre” û ” xiniz e xiniz e yê ku gelê xwe bikuje xiniz e” bilind bang kirin.
Û duh yekşembê xwepêşenderan dirûşmên wek “Sûriya azad e û bila Îran derê derva” û “Sûriya a me ye ne a mala Esed e ” û “yalla Beşar barke” û “gel rûxandina rêjîmê dixwaze” hildan, û tekezî li ser berdewamiya xwepêşandanên dijî rêjîmê di rojên jipêre kirin.
Û xwepêşenderan serokê rêjîmê Beşar Elesed di ber têkçûna rewşa ewlehî û debara jiyanê û rewşa aborî de berpisyar kirin, û dîtin ku ew nakokiya di navbera Esed û kurxalê wî Ramî Mexlof de sedema sereke ye ji daketina nirxê leyreya Sûrî û paşveçûna rewşa aborî li welêt re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî