Çalakvanên gundewarê parêzgeha Heleb û Idlibê derketin xwepêşandanan, ji bo diyarkirina sûrbûna xwe li ser berdewamkirina şoreşê heta bidestxistina azadî û rûmetê û rûxandina rijêma Esed.
Ku duhî çalakvanan piştî nimêja roja înê xwe kom kirin û derketin du xwepêşandanan, yek li bajarokê “Qibtan Elcebel” li rojavayê Helebê, û yeke din li Seraqibê li gundewarê Idlibê, di xwepêşandanan de nivîs û dûrşmên “em bêhêvî nabin û dê berdewam bin heta rûxandina Rijêmê û alîgirên wê”, û “bijî Sûriya û bimire Esed” hatin bilindkirin.
Herwiha hevxemiya xwe anîn ziman ligel êş û derdeseriyên xelkê Xûta rojhilat yên bi destê hêzên Esed û Rûsiya rastî raguhestina neçarî û guhertina demografî dibin.
Xwepêşanderan tekez kirin ku ew tawan bêsiza derbas nabin, hevdem siloganên şermezarkirina bêdengiya navdewletî û bêkariya wê ya li hember parastina sivîlan û cêbicênekirina biryarên navdewletî yên ji konseya ewlekariyê dertên bilind kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rkberiya Sûriyê rijd ma li ser helwesta xwe ya ji bo rûxandna rijêma Esed her ji destpêka qonaxa veguhêz ve û dirustkirina desteyeke hikumraniya veguhêz ya xudan desthilatên tekûz ligor daxuyaniya Cenêv û biryara 2254, tevî hewlên Rûsiya yên ji bo serxistina rijêma Esed û nehêlana rûxwendina wê.
Herwiha sikirtêrê giştî yê NY, Antonio Guterres, di dema zêdebûna tawanên şer ên li dijî sivîlan ên bi destê rijêma Esed û Rûsiya û Îranê, cext li ser giringiya raguhestina fayilê Sûrî bo dadgehên tawanên navdewletî û dadgehkirina tawankarên şer yên li Sûriyê kiribû.
Û NY li heftiya borî di daxuyaniyekê de kuştina zêdetir ji 1700 kesî li Xûta rojhilat her ji standina biryara agirbestê ya 2401 li 24’ê reşemeha borî diyar kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî