Bi hezaran Sûrî li çend bajar û bajarokên Sûriyê di îna ko çalakvanan navê “Şoreş Me Dike Yek” lêkirin derketin xwepêşandanan piştî derbasbûna 24 demjimêran di ser peymana agirbesta ku li hemû Sûriyê hate ragihandin.
Xwepêşandan li (Sermeda, Meret Elnuman, Seraqib, Elteh, Hezano û Kefer Nubil) li Gundewarê Idlib çêbûn, tê de xwepêşanderan daxwaza yekrêziya alayên leşkerî ji bo ruxandina rêjîmê kirin û tekezî li ser redkirina wê, û berdewamiya şoreşa azadî û rûmetê kirin.
Her weha xwepêşandanên wek wan li bajarê Dûma li gundewarê Şamê derketin, xwepêşanderan silav bo şoreşgeran gotin û daxwaz kirin ko rêjîm birûxe, xwepêşanderan daxwaz kir ji alayên leşkerî ko bibin yek û sûr bin li ser piransîbên şoreşê ya ko li ser bingeha rûxandina rêjîmê rabûye, her weha daxwaz kirin ko bombebarana berdewam ya li ser Wadî Bereda li gundewarê Şamê yê rojava raweste, çimkî çalakvanan çend binpêkirin ji hêla milîtanên bi ser rêjîmê ve tomar kirine.
Xwepêşanderan tekez kirin ko giring e tevgera gel kartêker bibe û xwepêşandan dîsa li hemû bajar û bajarokên Sûriyê vegerin, û agirbestê delîve bikin tako tevgera aştiyane berfirehtir bibe da bibe wek namakê ji civaka navdewletî re ko miletê Sûrî mana Esed û rêjîma wî red dike.
Her weha xwepêşandan li Dera derketin, doza rûxandina rêjîmê û berdana milîtanên mezhebî yên Îranî û derketina Rûsan ji xaka Sûriyê kirin.
Ev xwepêşandan piştî kêmî rojekê ji ragihandina agirbestê bi çavdêriya Tirkiyê û Rûsya hatin û rizamendiyeke navdewletî û xwecihî jê hebû, bi hêviya ko operasiyona siyasî dest pê bike û ji bobelatên cenga ko rêjîm û hevalbendên wê ji şeş salan ve dijî miletê Sûriyl pêk tînin xilas bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji hemû Sûriyan kir ko şoreşê nû bikin, di rêya xwepêşandanan de li hemû Sûriyê û li derve, her weha rêzgirtina xwe anî ziman li ser bizavên navdewletî ji bo bigihên peymana agirbesteke giştî , tê de kirdeyên leşkerî bi tekûzî li ser hemû xaka Sûriyê rawestin û bi taybetî rola Tirkiyê bilind nirxand, Hevbendiya Niştimanî hêvî dike ko tekoşîna aştiyane li kolan û meydanên welat vegere.
Nîvîsgeha Hevbendiya Niştimanî