Tevaya Sûriyan bi hemû pêkhateyên xwe ve, bi şêweyên corbecor şermezarkirina xwe anîn ziman ji biryara serokê Amerîka Donald Trrump, ya ku baylozxaneya Amerîkî ya li Îsraîlê vediguhêze Qudsê, û Qudsê dike paytexta Cihûyan.
Û hunermendekî Sûrî ji bajarê Biniş ê gundewarê Idlibê, destpêşxeriyek bi tabloyeke Qudsê li ser dîwarekî ji yên bajarokê xwe kir, wek derbirînekê ji bo piştgiriya gelê Sûriyê ji Qudsa pîroz û kêşeya Felestînê re, û redkirina biryara Tramp.
Û hunermendê Sûrî Ezîz Esmer, xwedyê tabloya Qudsê ya li ser dîwar, got ku rewşa Qudsê birîneke kûr e di dilan de, û hewcedariya wê bi serxwerabûnek bi hêz heye, û pişguhkirina Ereban ji kêşeya Qudsê re û mijûlbûna wan bi tiştinan din şermezar kir.
Her weha bi sedan kes ji parêzgeha Der’a û gundewarê wê , duh roja înê, di rawestanên piştgiriya ji Qudsê re beşdarî kirin, û her weha ji bo heman kêşeyê bi sedan kes li bajar û bajarokên parêzgeha Hums û ya hemayê û li parêzgeha Idlibê derketin xwepêşandanan û rawestanên nerazîbûnê.
Û hin Felestînî û Sûriyan li bajarokê Bîbela li başûrê Şamê, mangirtineke cemawerî ji bo şermezarkirina biryara Tramp lidar xist, û nêzî 500 kesî li meydana belediya bajarok di mangirtinê de beşdar bûn, û siloganên şermezarkirina biryarê bilind kirin, wek “Qudis ya me ye”.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de, roja pêncşembê, ew biryara Tramp ya denpêdana bi Qudsê wek paytext ji Israîlê re û veguhestina balyozxaneya Amerîka bo Qudsê şermezar kiribû.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de tekez kiribû ku Qudis xakeke Erebî û Felestînî ye, û Îsraîla dagîrker, ji ber ew aliyekî dagîrker e, û nejî ti aliyê biyanî yê din jî, nikarin bêjin ku em serweriyê li Qudsê dikin, û amaje kir ku ti biryarên derdikevin nikarin rastiyên coxrafya dîrokê biguherin an jî mafan ji xwedanên wan bistînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî