Çalakvanên li bakurê Sûriyê xwepêşandanên berfireh di bin slogana ” bi mana Beşar El-Esed rewşeke ewle nîn e ” li dar xistin, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku milîsên Îranê yên terorîst li ser destê rejîma Esad derbasî welat bûn û wê rê da ji bo peydabûn û belavbûna rêxistina çeteyên DAIŞê.
Xwenîşanderan gelek sloganên li dijî hewldanên Rûsiya bilindkirin, û herwiha li dijî hemû hewldanên dubarekirina desthilata rejîma Esed, û dubare daxwazên xwe ji bo rûxandina rêjîmê û ji bo azadî û rûmetê nûkirin.
Çalakvanên mafên mirovan yên beşdar di xwenîşandanan de ragihandin ku welat li ser destê rejîma Esed gihiştiye vê qonaxa xirab û bi hezaran komkujî li dijî sivîlan hatine pêkanîn, û diyar kirin ku mana Esed terorê li Sûriyê bihêz dike û bi carekê seqamgeriyê venagerîne.
Ji aliyê xwenîşanderekê pankartek hatibû bilindkirin bi nivîsa: “Rûsya bikêrî berhemdana çekên kîmyayî tê, lê ji bo aştiyê bikêr nayê”, wek amajekirinekê bi piştgiriya wê ya tekûz ji rejîmê re.
Li gorî serjimariyên Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ku bi rêjeya 89 % ji hejmara qurbaniyan li Sûriyê li ser destê hêzên rêjîma Esed hatine kuştin, li pey wê Rûsya bi rêjeya 2,81 tê.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku rejîma Esed, sedema sereke ya ji bo anîna tundrew û terorîzmê û neewlehî û nearamiyê li Sûriyê û navçeyê wê ye, û diyar kir ku ji ber vê yekê rêjîm nikare bibe desthilat di her qonaxeke din di paşerojê de.
Û xwepêşandanên girseyî li her rojeke Înê li gundewarên bakur yên rizgarkirî lidar dikevin, bi doza hilweşandina rejîmê, û ji bo tekezkirina li ser prensîbên şoreşê û doza diyarkirina çarenivîsa kesên binçavkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê