Duh înê li bajarê Newa yê gundewarê Der’a gel derket xwepêşindanekê bo piştgiriya xelkên Xûta rojhilat a ji hêla hêzên Esed û milîtanên mezhebî ve hatiye dorpêçkirin.
Xwepêşinderan diruşm hildabûn têde daxwaza rakirina dorpêçê kirin, ji wan durişman: ‘’Xûta rizgar bikin, daxwazên me yek in û Xûta di çavan de ye‘’.
Di xwepêşindanê de çalakvan û endamin ji wezareta xwecihî ya bi ser desthilata Sûrî ya demkî ve û hinek şervan ji alayên leşkerî beşdar bûn.
Wezîrê Birêveberiya xwecihî Mihemed Elmidyeb di xwepêşindanê de gotarek xwend têde bi navê desthilata demkî ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî daxwaz kir ko dorpêçê ji ser Xûta rojhilat vekin û alîkariyên mirovî derbas bikin.
Jêderên bijîşkî di demeke berê de hişyarî dabûn ji bobelatake mirovî derheqê bi sedan nexweşên penceşêrê yên li Xûta rojhilat li gundewarê Şamê dijîn û bi taybetî eger derman di çend hefteyên dahatî de derbas nebin.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de tekez kir ko rêjîma Beşar Elesed û hevalbendên wê di dorpêçkirina Xûta Şamê ya rojhilat de berdewam in. û toreyê destnîşan kir ko nekêmî 350hezar sivîl hêj dorpêçkirî ne, tev ko peymana kêmkirina gûrkirina rewşê ligel Rûsyayê hatiye imzekirin.
Toreya mafnasiyê di dawiya raporta xwe de xwest ko biryarên bi rewşa mirovî ve têkildar (2139, 2165, 2191, 2254 û 2258) bi awayekî kartêker cîbicî bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî