Li ser banga Encumana Xwecih ya Encumana Niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS li Amûdê, xwepêşandanek hate li darxistin ji bo piştgirya Şingalê û şermezarkirina êrîşên rêxistina DAIŞ li ser xelkên wê deverê.
Bi sedan xelkên Amûdê roja Înê 8-8-2014 demjimêr heftê êvarê li navenda bajaêr kom bûn, û siloganên dijî DAIŞ û têrora wê li herêmê bi giştî hildan , û piştgirya pêşmergeyên Kurdistana Iraqê diyar kirin, her wiha xwepêşandêran di siloganên xwe de doza ruxandina rêjîma Esed kirin .
Mihemed Şiwêş serokê Encumana Xwecih di gotinkê de spasiya xwepêşandêran kir û spasiya birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û pêşmergeyan kir li ser berevaniya wan di ber xelkên Şingalê de, Şiwêş berdewam kir û got” ola Îzîdî pêkhateyeke resene di nav kurdan de”.
Di dawiya xwepêşandanê de Bedî´i Ma´imo nûnerê Îzîdyan di ENKS ê de sipasiya xelkên Amûdê kir û spasiya serokê herêmê û pêşmergeyan kir .
Jêder: Hevbendî