Ji bo tekezkirina ko hêj xetîreya şoreşê li Sûriyê bi giştî vêketî ye, duh yekşembê çend xwepêşindan li dijî wan kesên ko ji rêka şoreşê derkeve derketin, û diyar kirin ku yên hember rêjîma Şamê derketiye, dê berdewam be di beraberiya çi kesên ko guman li ser kirdeyên wan hebin.
Xwepêşinderên taxa “Cemi’yet Elkehreba” rojavayê bajarê Helebê duh daxwaza kirin ko “desteya Tehrîr Elşam” sivîlekî li bal wê girtiye berde û têwerdanê di karûbarê bajêr de neke.
Yên ko di xwepêşindanê de sivîl û endamên “Desteya Giştî ya Şoreşger li Bajarê Helebê” û “sendîkeya parêzerên Helebê yên azad,” hem jî endamên encûmena bajêr ya xwecihî û ya parêzgehê beşdar bûn.
Di heman mijarê de bi dehan xelk li bajarê Me’ret Elnu’man başûrê Idlib, derketin xwepêşindanekê daxwaz ji “desteya Tehrîr Elşam” kirin ko ji bajêr derkevin, û ala şoreşa Sûriyê hildan, her weha bang kirin ko Şêx “Ehmed Eli’wan” serokê dadgeha yasayî vegere karê xwe.
Berê jî xwepêşindanek li dijî “desteya Tehrîr Elşam” li Me’ret Elnu’man 11 cehzerana borî derketibû, derbarê zêdegaviya berî çend rojan hatibû kirin li ser bargehê Firqa 13ê ya bi ser artêşa Sûrî ya azad ve.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart