Welatiyên bajarê Qamişlo û Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS bîranîna yekemîn a komkujiya teqîna bajarê Qamilo ku sala bûrî 2016 rûdabû, îro 27-7-2017 li cihê teqînê demjmêr 7 êvarî û bi hilgirtina wêneyên pakrewanan û gurzên gulan û dadana mûman li dar xistin, û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn..
Beşar Emîn endamê emîndariya giştî ya ENKS gotina encumanê pêşkêş kir, têde bi tundî kiryara terorî di derheqê welatiyên sivîl de li bajarê Qamişlo şermezar kirin, û doz li rêxistinên mafê mirovan û civaka navdewletî kir ku vekolînê di vê komkujiyê de bikin, û kujeran dadgeh bikin.
Ji hêla xwe ve serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî nameyek bi vê boneyê ji welatiyên Qamişlo re şandibû, têde sersaxî ji malbatên pakrewanan re û saxbûn ji bo birîndarên komkujiya teqîna Qamişlo re xwestibû.
Nameya serokê herêma kurdistanê Mesûd Berzan ji hêla Fesla Yûsif cîgira seokê ENKS hate xwendin.
Tê zanîn ku di 27-7-2016 kemyonek bombekirî li taxa Xerbî li bajarê Qamişlo Teqiya, di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan birîndar ketin ji bilî ziyanên madî yên mezin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê