Girûpek ji çalakvanan li Şama Paytext kaxezên piçûk ku li ser riwê pêşî wêneyê diravekî çapkirî ye, û li riwê dî hevokin girtiyan di bîr de tînin, li bêtirî ji 10 taxan li bajêr, di helmeteke navê ” Yên Mayî Ruha Bikin” belav kirin. çalakvanan hevokin nivîsandin mîna ” Ne her tiştê ku di bin erdê de mirî ne, bi hezaran giyan li hêviya hinekan wan biparêzin hene” û hevoka ” Ez im yê wendakirî, ez im yê girtî, min jibîr nekin” û hevoka ” Tu dizanî her roj 10 kes di hindirê girtîgehên Esed de şehîd dikevin bê ku tu kes hay ji wan hebe”.
Çalakvanan li taxên “Muhacirîn” û ” Rewda” cihê ku serê rejîmê lê ye tevger kirin, herweha li taxên Meydan, Meşrûhê Dumer, Şama kevin, û Tekiyê jî geriyan û pirtekaxezên bi şêweyê pereyên pêçayî bi ramanek afirêner bo balê bikişînin û di heman demê de wan ji zilamên Esed ên li kolanan belavkirî ne biparêzin belav kirin.
Hêja ye gotinê ku hejmara girtiyên di zindanên Esed de 215 hezar derbas kiriye, û çarenûsa bi deh hezaran ji wan nenas e.
Jêder: Henbendî –Heleb Elyewm