Endamê Encumana Niştimanî ya Kurd Yeşar Elî li ser helwesta Rûsyayê ji rêjîmê û miletê Sûrî, ji malpera mere axivî û got :” Ji destpêka şoreşa sûrî de Rûsya bi rêjîma Esed re alîkar bû, û xwe jêre kir mertaleke siyasî li dijî gelê Sûrî û berjewendiyên wî û ev yek dighêje asta dagîrkirinê .
Sebaret vê destêwerdana eşkere û bi taybet di vê demê de Elî got ku “tewqîta destêwerdanê hat piştî lihevkirina welatên sereke û yên herêmî li ser çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûrî re , armanca Rûsyaye ku destkeftinan li zemînê bi dest bixe da ku bixurtî têkeve nav çi çareseriya ku bê dîtin li gor berjewendiyên xwe , her wiha ev dest têwerdan kir da ku deverin ewle li Sûryê neyên pêkanîn ji ber ku dijî berjewendiyên wê yê istiratîcî ne”
Elî got ku Pêwîste civaka navdewletî zanibe ku rêjîma Esed û rêxstina DAIŞ ê yek in û armanca wan kuştina miletê Sûrî ye, wê demê wê bi opozisyona siyasî û leşkerî re alîkarbe da ku fişarê li ser rêjîmê bike her wiha erkê civaka navdewletî ye ku şerê Rûsya û Îranê li hember gelê Sûrî rawestîne.
Jêder: Hevbendî