Rêxistina ” Yûnîsêf ” haydarî da ji bo derdora 7 Melyon penaber ji zarokên sûrî û Iraqê ku wê zaivistaneke dijwar bijîn, di bin siya nekarîna navnetewî sebaretî gihandina alîkariyan bo deverên tûşî kirîzan bûne. di daxuyaniyekê de li ser zimanê rêvebira herêmî ya Yûnîsêf li devera Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka Marya Kalfîs ku duh ji hêla rêxistinê ve derketibû ku ” Piştî hemû zehmetiyên xelkên deverê kêşandin bi sedema şerên li Sûrî û Iraqê, zarok wê bi awayekî pêwist ji ber hatina werzê zivistanê û zêdebûna hejmara malbatên koçkirî hewcedarî me bibin”.
Kalfîs berdewam kir: ” Lê bi sedema rewşên aloz ku bi gihiştina van kesan û kêmbûna alîkariyê ve girêdayî ne, em ê nikaribin bigihêjin gelek zarokan”. Hêja ye gotinê ku Karsparteya Bala Bo Karûbarên Penaberan hejmara kesên ku dikare alîkariyê bi wan re ji bo karûbarê zivistanê li Sûrî bike, ji ber kêmbûna alîkariyê daxistiye dor nêvî.
Berdevka Karsparteyê Mîlîsya Filiming ji rojnamevanan re ragihand ku hejmaek ji penaberan ” Bê tişt reviyane”. Û bi nêzîkbûna werzê zivistanê û daketina pileyên sermê di bin sifir re li hin deverên Sûrî û Iraqê, Karsparteyê 154 Melyon Dolar xist alîkariyên zivistanî bo her du welatan, lê bi sedema kêmbûna alîkariyê mecbûr bû ku hejmara kesên ku karibe bi wan re alîkar be kêm bike.
Karsparteyê pilanin bo alîkariya 1,4 Melyon kesî li Sûrî û 600 Hezar kesî li Iraqê danîbûn, lê niha ew texmîn dike ku karibe bigihê tenê 620 Hezar kesî li Sûrî û 240 Hezar kesî li Iraqê . Serokê nivîsgeha Karsparteyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka Emîn Ewad got: ” Hemû rêxistinên mirovahî kêmasiyê dibînin.. xelk nema guh didin tu tiştî”. Mixabiniya xwe diyar kir ji ber nivîsgeha wî mecbûr maye ku ” Çareyin dijwar ” bide ber çavê xwe. Karsparteyê got ku kêmabûnek bi 58 Melyon Dolar (47 Melyon Yoro)li pêş wê heye, ew jî pir pêwist in bo alîkariya melyonên penaberan li Sûrî û Iraqê jibo karûbarê zivistanê.
Ewad destnîşan kir, ji ber kêmbûna pereyan dor Melyon penaberî hewcedarî bettanî, kaz, cilên germ, û pêdiviyên zivistanê, wê ji alîkariyê bêpar bin. Herweha destnîşan kir ku dor 13,6 Melyon kes li Sûrî û Iraqê derbider bûne, ji wan 3,3 Melyon Sûrî, û 190 Hezar Iraqî ji welatê xwe reviyane û bûne penaber. Emîn Ewad got 7,2 Melyon Sûrî li hindirê Sûrî bûne penaber, hinek ji wan gelek caran derbider bûne. Ev kar bû piştî heyvekê ji kêmkirina Netewên Yekbûyî ji alîkariyên xwe yên xwarinê re li sûrî bi rêjeya 40% bi sedema pirisgirêkin aborî li gor gotina wê.
Elîzabêt Ramson Birêvebira Alîkar ya Programê Xwarinê yê Cihanî ji Acansa “Frans Prês” re ragihand “Evê mehê me dest bi kêmkirina alîkariyên xwarinê kiriye, wê programê xwarinê yê cîhanî berdewam be di danê de bo heman kesan lê ji ber piştgiriya darayî ya kêm wê ji berê kêmtir be,”
Herweha Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî rexne li biryarê kir û weha salix de“Ew neketwarî ye û ne li gorî pêdiviyên ketwarê mirovî ye, ko Rêjîm ev sê salin êrîşên çekdarî ji bo têkbirina viyana milet pêk tîne. ”
Evê biryarê guhertinên ketwara Sûrî berçav negirtine, ne tiştekî dadî ye ko cîhan bi milyarên dolaran ji bo têkbirina tiroristiyê xerc dike, beraber jî alîkariyên mirovî yên ko ji Sûriyan re tên kêm bike, qet nabe ko alîkarî ji ser ew kesên ko bê tiştek in kêm bibin,
Ew gaveke berevajî istiratîciya Navdewletî ya ji bo têkbirina tiroristiyê diçe, çimkî ew bi rêyekê an bi yeke dî sqayeke guncaw ji bo berhemdana Tirorityê li nav penaberan peyda dike
Bi kurtî kêmkirina alîkariyan awayekî neberpirsiyar e, ji ber evê yekê gerek li biryarê vegerin û serast bikin, gerek Rêkxistinên Navdewletî bêtir bi berpirsiyarî li hember evê neberbiheviya civakî û siyasî ya li herêmê dibe rawestin, çimkî eger bêberpirsî bi evê Herêmê re danûstandinê bikin, wê bandora wê bi nerênî li tevya cîhanê bibe. Ne duristî ye ko gotina cîhanê tevî ji bo piştgiriya karê çekdarî bibe yek, û bêçare bimînin ji bo bixwarinkirina zarokekî birçî an bicihkirina kalekî an pîrejineke bêwar.”
Jêder: Hevbendî+Acans