Duh yekşmê 9 -12 -2018 di encama teqîna mayinên ku çekdarên DAIŞê li gundewarê Helebê çandibûn ,zarokekî jiyana xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku “zarokê bi navê Rodî Reşîd (13) salî li derdora kampên PYDê li bajarokê Ehdes bakurî bajarê Helebê di encama teqîna mayineke çandî de jiyana xwe ji dest da, herwiha zarokê din ê bi navê Îbiş Elî (16) salî birîndar bû”.
Û Zeyno diyar kir ku hedû zarok ji gundê Sinaranin yê ku bi ser bajarokê Şiyê ve ne, dema ku li nêzî kampên PYDê dilîstin mayinek teqiya.
Zeyno got Ku zarokê birîndar rakirin nexweşxana bajarokê fafîn li gundewarê Helebê ji bo were dermankirin û rewşa wî dijwar e.
Tê zanîn ku ta niha bi sedan welatî hatine kuştin û birîndar bûne, ji encama teqîna mayinên çandî li gundewarê Helebê.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî