Tîma Niştimanî Ya Sûrî Ya Azad, di qehremaniya cîhanî a yekem ya piçûkan di Karatê de beşdar bû, bi serpereştiya rahêner û dadvanê navdewletî Ehmed cemîl Elelî serokê dadvanên qehremaniyê û bi beşdarbûna lîstikvaniya Elmutez billah Ehmed Elelî yê 8 salî, û Usama Ehmed Elelî yê 13 salî.
Qehreman Elmutez Billah Ehmed Elelî, pileya duyem bidest xist û medala zîvîn wergirt di “kata tekane” de û birayê wî Usama Ehmed Elelî di kata tekane de pileya çarem bidest xist.
Dadvanê navdewletî Ehmed Elelî got”tev derd û birînan bi taybetî tiştê bi serê xelkên me li Helebê ji aliya Rêjîma tawankar dibe, ev girnijîn ji zarokekî Sûrî yê azad hat, temenê wî 3 salî bû gava Şoreşê dest pê kir û derket ser asta navdewletî û ala Şoreşa Sûriyê bilind kir û silav li pakrewan û qehremanên wê kir. ”
Zarokê Sûrî Elmutez Billah got: “di qehremaniyê dahatî de ez ê dîsa biser bikevim û ez ê ala Şoreşê hildim û nama min ji cîhanê re zarokên Sûriyê rizgar bikin.”
Qehremanî ji aliyê Hevgirtina Tirkî ya Karatê li bajarê Istanbulê ji 30 Nîşanê heta 1 gulanê bi serpereştiya Hevgirtina cîhanî ya Karatê çê bû. ev qehremanî a yekem e di dîroka lîskê de ji zarokan re ji temenê 8-13 salan.
Di qehremaniyê de li dora 100 lîstikvanî keç û kur di Kata û Pevçûnê de beşdar bûn. Qehremanî bi beşdarbûneke navdewletî ya fireh çêbû, ew dewletên ko bingehine mezin di nifşên zarokan de yên piçûk de hene û Tirkiyê mezintirîn dewlet di cîhanê de di evan bingehan de ye.
Jêder: Hevbendî