Roj bi roj rêjeya koçberiyê li bajarê Efrînê ji ber rewşa aloz zêde dibe, bi mebesta ku ew kes herin devereke din û jiyaneke aram bijîn, û ev diyarde di nav ciwanan de pir belav bûye bi taybet piştî ku Partiya Yekîtiya Demuqrat biryara leşkeriya neçar derxist, di dema ku bi sedan kes ji deverên din koçberî bajêr dibin.
Li gor ku hin ciwan dibêjin “koçberî ji neçariya leşkeriyê û xizmeta aliyekî bi tenê çêtir e”.
Derbarê vê mijarê çalakvan Dilsoz dibêje “sedemên koçberiya ciwanan yek jê rewşa jiyanê ya zehmet e, û ya din cîbicîkirina biryara leşkeriya neçar û astengiyên ku di dema dawî de di derheqê ciwanan de ji hêla PYD ve derketin holê”
Tê zanîn ku riyên qaçax ji bo derbasbûna Tirkyê tên bikaranîn, ji ber ku dergehên sînorî yên ( Bab Elselemê û Bab Elhewa) ku nêzî Efrînê bûn ji hêla Tirkiyê ve hatine girtin, û piraniya wan koçberan di dema derbasbûna sînor rastî guleyên leşkerên Tirk tên.
Jêder : Hevbendî