Tevgereke çalak li Bajarê Efrînê yê ku dikeve bakurî parêzgeha helebê di vê demê de tê dîtin,
Jiber ku nişteciyan ji hemû parêzgehên sûriyê hembêz dike, bi taybet ji bajarên derdorê mîna Ezazê- Darit´izê- Etmê û hin deverên din yên ku rastî êrîşên rêjîma Esed hatine.
buhabûna nirxê pêdiviyên jiyanê pir kêşeyan dixe nav miletê bajêr, sedemên vê buhabûnê jî ewin ku bazirgan pêwîstiyên xwe ji bajarên ku ne dibin kontrola rêjîmê de ne û turkiyê tînin û nirxê bazarê girêdayî tevgera guhertina pereyên sûriyê ye.
û zêdebarî, nirxê şînkayî û mêweyan di van çend rojên dawî de zêde bûye jiber buhabûna dolar himberî leyreya Sûrî û netebatbûna nirxê petrolê û rawestandina aşê genim yê ku ard li nangehan belav dikir û hişt pirsgirêka nan ji nûve derkeve hole.
Tê zanîn ku cotyarên Efrînê bi taybetî li gundan, pêdawîstiyên xwe bi şêweyekî xweser dabîn dikin bi çandina û berhemdana wan tiştan.
ji hêleke din ve desthilatdariya rêveberiya bi ser PYDê ve bacê li ser xwarin û şînkayîyê ku dikeve bajêrde datîne li gorî tibaba tiştên derbasbûyî.
Her weha bazirgan baceyê didin desthilatdarên herêmên ku dibin kontrola rêjîmê de ne jî û yê ne dibin kontrola wan de jî.
Navbera buhabûn û sermaya zivistanê ku herêm bi tevayî di bin bandora wê de ye hêviyên welatiyan ewin ku pêdiviyên rojane ji zarokên xwere bê tirsa nemana wan tiştan dabîn bikin, her wiha dawî li zulm û zordariya rêjîma Esed bê .
Jêder: Hevbendî