Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna mayinên paşmayên şerê ku li gundewarê Helebê rû dabû, welatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Zeyno diyar kir ku welatiyê bi navê Mihemed Ebdo Xelîl ê (62) salî jiyana xwe li gundê Zewqa Mezin li gundewarê Helebê ji dest da, di encama teqîna mayinekê de.
Her wiha Zeyno bal kişand ser ku milîsên terorîst yên bi ser rêjîma Esed ve li gundewarê Helebê mayinên li dijî mirovan çandine Her wiha bi dehên sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Tê zanîn ku Rêxistinên mafên mirovan li Efrînê tekez dikin ku PYDê derdora kampên xwe li gundewarê Helebê bombe kirine, da welatî venegerin ser mal û milkên xwe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî