Nûçeyên Hevbendiyê

Hêzên Esed û Rûsya herêmên niştecihan, bargehên giştî û yên bijîşkî li Idlib û gundewarê Hemayê bi berdewamî bi çekên qedexeya navdewletî jî bombebaran dikin, berevaniya sivîl ya Sûrî diyar kir ko êrîş’’dûrî aniyên şer û hêlên pevçûnê ne, li kûrahiya gundewarê başûr e ‘’ Berevaniya sivîl got ku rêjîm û Rûsya di êrîşên leşkerî de yên berdewam mûşekên valahiyê, yên goşeyî û mûşekên C5 bikar anîne, di encamê de…
Hêzên rijêmê û Rûsya bombebarana ser Idlibê û gundewarê Hemayê pir kirine, piştî ku têkçûnên mezin li ser destê Artêşa Azad, a ku di herdû rojên dawî de hejmarek ji deveran vegerandine, dîtin. Û hin çalakvanan gotin ku hêzên rijêmê bombeyên goşeyî û mûşekên valahiyê di bombebarana xwe ya dijî gund û bajarên deverê de bikar anîne, û bû sedema şehîdketina heyşt sivîlan , 2 zarokên keç di nav wan…
Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Riyad al-Hesen, tekez kir ku rejîma Esed û hevalbendên xwe, berpirsyar in li hemberî komkujî û rewşa trajîk ya li welêt û bi taybetî li bakurê Sûriyê, û bal kişand ku ev yek dibe bi rêka operasyonên leşkerî yên berdewam li dijî deverên akinciyan û navendên bijîşkî û giştî, û ev yek bi binpêkirineke eşkere ji biryarên navnetewî…
Serokê desteya Sûrî ya danûstandinan Nesir Elherîrî hişyarî da û got ku jidestdana Idlibê dê pirosesa siyasî têk bide, berî ko dest pê bibe, û destnîşan kir ko rêjîma Beşar Elesed dixwaze bi gurkirina şer ji pirosesa siyasî bireve. Elherîrî di hevpeyivînekê de digel acansa Enadol ya Tirkî ko evro duşembê belav bûye got: ‘’ her ko operasiyona siyasî nêzîk dibe rêjîm agir gur dike.‘’ û her weha got: ‘’pêşveçûnên…
Encumana Ewlekariyê doh êvarî civînek awarte li ser daxwaza Almanya , Belcîka û kiwêt lidar xist, ji bo gotûbêjkirina pêşketinên di rewşa idlibê de dibin, ku ev civîn wek temaker ji civîna girtî ya hefteya bûrî re ye, û gelek dewletan di wê civînê de dilniyabûna xwe ji çêbûna kirîzeke mirovî li deverê anîn ziman. Û cîgira emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ya karûbarên siyasî, Roz Mari Dicarlo, got ku…
Page 1 of 480
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê