Daxwiyanî

Derbarê Heftê û Heftemîn Salvegera Cejna Derketina Dagîrker

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pîrozbahiya gelê Sûriyê bi boneya bîranîna heftê û heftemîn Cejna Derketina Degîrker ji welêt dike, ew cejna ku gelê Sûriyê bi qurbanî û pêdarî û gernasî di 17 nîsana 1946an de xêz kir, û bû guhertineke girîng di dîroka Sûriyê de, têde serxwabûna xwe bi dest xist, û qonaxeke nû dest pê kir, û piştî têkoşîn û xebateke dirêj serkeftin ragihand. Bibîranîna keda gelê Sûriyê di wê demê de ji bo serxwebûnê, Sûriyan han dide ku têkoşîna xwe di şoreşa Sûriyê ya gewre de li hember rijêma Esed berdewam bikin, ta ku azadiya xwe bi dest bixin, û bigihêjin Sûriyeke nû ya li gorî daxwazên Sûriyan, û têde nirxên azadî, dadwerî û jiyana bi rûmet cî bigrin. Desthilatdariya rijêma Esed li Sûriyê ji berî bêhtir ji pêncî salî de dagîrkeriyeke rasteqîn e ji gelê Sûriyê re, û paşxistinek e ji şaristanî û dîroka wî re, û vê rijêma tawankar pîstirîn kiryar û riftarên dagîrkeriyê di dîrokê de bikar anîn, û azadî serkut kir, û piralîbûna siyasî nehişt, û partiyên siyasî qedexe kirin, û hêzên sivîl û civakî asteng kirin, û rengê welat kir wek yê rêbaza xwe ya hov û paşvemayî û serkutkar, û...

Page 15 of 137 1 14 15 16 137

Nûçeyên Dawî