Daxwiyanî

Derbarê astengiyên ku desthilatdarên Qibrisê ji penaxwazên Sûrî re derdixin

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xistina jiyana Sûriyên bêguneh, ên ji neçarî li ewlehiyê digerin, di nav metirsiyên deryayê de û redkirina rizgarkirina wan di wan rewşên xerab de şermezar kir, ji ber ku ev kiryarên li dijî wan tên pêkanîn berovajî biryarên cîhanî yên mafên mirovan in, di nav de benda wê ya sêyem ku tê de hatiye: "Her kes xwedî mafê jiyan, azadî û ewlehiyê ye" û paragrafa yekê ya xala çardehemîn, ku dibêje "mafê her kesî heye ku li welatek din bigere û sûdê jê werbigire, da ku ji çewisandinê rizgar bibe." Û ew siyaseta astengkirinê ji aliyê desthilatdarên

Derbarê heftê û heştemîn salvegera serxwebûna Sûriyê

Di salvegera heftê û heştemîn a roja derketina Fransayê ji xaka Sûeiyê de, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi vê helkefta giranbuha li ber dilê tevaya Sûriyan, rêz û silavan arasteyî gelê Sûriyê dike, ji ber ku di riya wê rojê re gelê Sûriyê viyana xwe ya azadiyê û pabendbûna bi cîbicîkirina erkên ku bav û bapîran dane ser milên wan derbarê

Heftemîn salvegera komkujiya kimyawî ya rejîma Esed li Xan Şêxûn

Roja çarê Nîsanê ji her salê bîranîneke bi êş e ji Sûriyan re, ji ber ku ew salvegera komkujiya kîmawî ya rêjîma Esed e ya di sala 2017an de li dijî sivîlan li bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê pêk anîbû, û tê de 91 sivîl şehîd bûn. (32 zarok û 23 jin di nav wan de hebûn), û 540 kes tûşî xeniqînê bûn, di encama bikaranîna gaza sarîn a jehrîn di bombebarankirina taxên nişteciyan de.

Derbarê teqîna terorîstî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, êrîşa terorîstî ya bi rêya otombîleke bombekirî li bazara bajarê Ezazê li gundewarê Helebê yê bakur di nîvê şeva yekşemê de, û di encamê de hejmarek sivîl hatin kuştin (bi kêmanî du zarok û jinek di nav de hebûn) û birîndarkirina hejmareke din, û ziyan giheşte gelek dukan, mal û hin otombîlan şermezar dike, û tekez dike ku ev operasyonên terorîstî giringiya karê ji bo rûbirûbûna milîsên terorîst û dadgehkirina tawankarên ku ev êrîşa hovane pêk anîne û dadgehkirina wan ji bo cezakirina wan bi awayekî adilane zêde dike.

Roja Dayikê li dayikên Sûrî pîroz be

Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiya dayîkên Sûrî dike bi helkefta Roja Dayikê û şanaziya xwe bi rola wê diyar dike, ji ber ku jina sûrî li hember neheqiyê serî hilda û dengê xwe li hember kiryarên hovane yên rêjîma Esed ên li dijî xelkê bilind kir, û bû sembola xweragirî, fedakarî û moralên bilind, tevî rewşa şer a tirsnak û krîzên li pey hev ên wî şerî peyda kirine.

Page 1 of 131 1 2 131

Nûçeya Îro