Daxwiyanî

Derbarê Şiroveya vê Dawiyê ya Nûnerê Navdewletî li Pêşiya Encûmena Ewlekariyê

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî Hevbnendiya Niştiman ya Sûrî pêşwaziya şiroveya ku Nûnerê Navnetewî yê taybet bo Sûriyê Gere Pedersen pêşkêş kiriye kir, û cextî li ser giringiya hemû xalên têde hatine kir, û tekezî li ser pêwîstiya karê avakirina mîkanîzmeke navdewletî ya berfireh û rastyeqîn bo cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 kir. Û careke din Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide xalên di şiroveya nûnerê navdewletî de hatine, û di pêşî de amajedana bi gurkirina vê dawîyê ya di riya bombebarana asîmanî yaku leşkergeheke girêdayî yek ji pêkhatên Desteya Danûstandinê û Komîteya Destûrî armanc kirîye, û tekezî li ser metirsiya vê gurkirinê û pêwîstiya destêwerdanê daku nehêlin dijminkarî dubare bibe kir. Şiroveya Pedersen li ser du doseyên girîn rawestiya, ew jî doseya penaberan û doseya girtiyan bûn, têde tekezî li ser pêwîstiya xebateke cidî û hevkariyeke baş di navbera aliyên çalak de kir, daku rewşa ewle dabîn bibe û rê li pêşiya vegera penaberan ya ji ber xwe ve xweş bibe, her weha bal kişand ser girîngiya doseya girtî û revandiyan û windayan û pêwîstiya kar bi awayekî cidî bo çareserkirina vê doseyê bi awayekî tekûz. Û Nûnerê navdewletî bal kişand ser operasyonên revandin û kuştinên li pey hev li deverên di bin kontirola...

Page 2 of 74 1 2 3 74