Derbarê pesendkirina Amerîkayê ji Yasaya Captagon2 re
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku belavbûna madeyên hişber û pîşesazî û bazirganiya bi wan li Sûriyê û birina wan bo welatên din ên herêmê û cîhanê, metirsiyeke mezin e, ji ber ziyanên giran ên ew digihînin bingeha civakên ku li wan belav dibin, û pêkhatina tawanan, ji bilî bikaranîna wê ji aliyê rêjîma Esed ve weke amûreke sereke ya fînansekirinê ji bo bidestxistina çekên ku li dijî sivîlên bêhuneh bikar tîne.