Hevbendî Hikûmeta Libnanê Têxe Berpirs Di Ber Revaninda Keçeke Sûrî De
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê kiryara kirêt ya revandina keça Sûrî ya penaber Ebîr Elca'ûr li navçeya El'eyn li qeza Be'elibek li rojhilatê Libnanê li ser destê kesekî bi navê "Mehdî Nizha" bi hevkariya hin çekdarên ser bi Hizibulah ve şermezar dike, û hevdem Hikûmeta Libnanê û dezgehên wê yên ewlehiyê têxe berpirs di ber saxî û ewlehiya wê de, ji ber ku ew berpirs e di ber parastina penaberên li ser xaka wê dijîn de, û herwiha daxwaza serbestberdana wê dike û daxwaza vegera wê bi saxî bo xizmên wê dike. Ev binpêkirinên berdewam yên li dijî penaberên Sûriyê li Libnanê her ji kiryarên revandin û kuştin û girtinê bi ser tawanên terorîstî yên Hizibulah ve tên dîtin, yên berdewam ew li Sûriyê bi rêka piştgiriya mikom bo rêjîma Esed ya tawankar û şer li kêleka wê bikar tîne. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 23 Çêriya pêşîn 2015