Firokeyên Botin Dûma Armanc Dikin Û 12 Sivîlan Bi Mebest Dikujin
Daxuyaniyeke Rojnamegerî Di berdewamiya kuştarên xwe derheqê sivîlan de, firokeyên dagîrkerên Rûsî îroj 12 sivîl di kuştareke mezin de li bajarê Dûma li Gundewarê Şamê kuştin, komelgehek avahî bi çar sarûxên valahî bumbebaran kir. Hindek ji sivîlan ji ber vê tawanê bi şewatê mirin, û bi dehan birîndar hatin veguheztin ber bi xalin meydanî yên dmkî de piştî wêrankirina beşin mezin ji xala hawarçûna navendî di êrîşên rejîmê û dagîrkerên Rûsî bi ser Dûma de berî çar rojan. Hevbendiya Niştimnanî pirsyariya vê tawanê û kuştarên berî wê ku sivîl tê de bi mebest hatin kuştin davêje ser millê hikûmeta Rûsî, Iran, û rejîma Esed, û xwesteka xwe ji Civaka Navdewletî bo hilgirtina pirsyariyên xwe û şermezarkirina êrîşên Rûsî û Iranî nû dike, kar bo rawestana wê dike, û parastina gerek bo sivîlên Sûrî di riya avakirina devereke aram û dijfirîn peyda bike. Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Nivîsgeha Ragihandinê 7 Mijdarê/ November2015