Serkeftinin Mezin Ji Artêşa Sûrî Ya Azad Re Li Gundewarê Helebê Yê Başûrî
Daxuyaniyek Rojnamegerî Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî silavên şahnaziyê ji hemû yekîneyên Artêşa Sûrî ya Azad re û di serî de" Odeya Operasyonên Rizgarkirina Helebê" û " Artêşa El- Nesr" dişîne, ku cengek mezin bo rizgarkirina hejmarek ji girên istratîjîk û gundên derdorê li Gundewarê Heleb yê Başûrî birêve birin, piştî şerin dijwar ku bi herifandina milişiyên Esed, nandozgerên Hizbilla, rêxistinên regezperest bi serkirdeyatiya Pasvanên Iran yên şoreşger, û reva wan ji 10 gund û girên li Gundewarê Başûrî li Helebê û kuştina bi sedan ji wan bidawî bû. Hevbendî hemû şoeşgerên leheng ku di qewirandina dagîrker û nandozgeran de ji gundên "Birna", "El -Ezîziyê", " Kefer Hedad", "El-Xirbe", bexçe û zeviyên gundê "Bans", herweha "Til Bacir", "Til El - Begare", "Til Memo", û "Til El - Binêcre" biser ketin silav dike . Herweha yekîneyên Atrêşa Azad li "Odeya Rizgarkirina Helebê" di êrîşeke hevrêzkirî de bi ser hêzên rejîmê û milişiyên regezperest ku piştgiriya wî li Gundewarê Helebê yê Başûrî dikin biser ket, şoreşgeran bi sedan bumbe ber bi xalên hebûna rejîmê li "Başkoy" û "Kutlet El - Efxan" de avêtin, berî ku êrîşeke berfireh li ser erdê destpê bike, ku di encamê de bi dehan nandoz...