Daxwiyanî

Qeyrana Mirovahî Ya Milletê Sûrî Ji Ber Tawankariya Esed Û Hevalbendên Wê Ye

Daxuyaniyek Rojnamegerî Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikya Sûrî nav di Civaka Navdewletî û dewletên mêvandariya xelkên Sûrî dikin dide, ta kar bi awayekî aktîvtir li ser başkirina rewşên jiyanê di kampan de bikin, û pêdivyên penaberan ji bo rewşên taybet ku bi hatina zivistanê tê re derbas dibin peyda bikin. divê  ku Civaka Navdewletî pirsyariya xwe hilgre , destpêkê ji misogerkirina xizmetguzerî û alavên germkirinê, û ta alîkariyêm xwarin û dermanan. Û li gor rapora ku roja çarşembê (23çileya Pêşîn) ku ji hêla Netewên Yekbûyî derbara nirxekeirina xwe ya salan e ve derketiye, û ta hejmarên tê re derbas bûne, û serjimêriya ku belge kiriye, û bi taybet derbarê rewşên boblat ku ji 70% ji penaberên Sûrî li Libnanê tê de dijîn, ku di bin xêza xizaniyê de dijîn, herweha hişyariya ku raporê derbarê bilindbûna deynan li gel mişextên Sûrî li Libnanê  dabû.  Em li ser pêwistya nerînek ceddî li van xalaên ku rapor li ser sekiniye tekez dikin. Bi taybet derbarê pêwistiya pêkanîna pêdiviyên penaber û mişextên Sûrî, û tekezkirina ku rewş boblatek rastîn li ser zarokan diyar dike, ku ew beşê herî ziyan digihê wan. Dema ku hemû dizanin ev boblata mirovahî qîran û şerê ku...

Bikaranîna Kîmawî Di Bumbebarankirina Mi’edemiyê De Binpêkirineke Beloq Ji Biryarên Encumena Ewlehiyê Re Ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di binpêkirineke beloq ji biryarên Encumena Ewlehiyê re û kenîna bi Rewatiya Navdewletî, û di dema hewldaneke navdewletî bo peydakirina çareyek siyasî, rejîma Esed û hevalbendên xwe yên Rûs û bikaranîna çekên ji aliyê navdewletî ve qedexekirî ne, bajarokê Mi'edemiyê li Gundewarê şamê bi xaza Sarîn a jehrdar armanc kirin, di encamê de 10 kes şehîd ketin, zarok û jin di nav wan de hene, û bêtir ji 30 kesî birîndar bû. Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, di dema şermezarkirina vê tawanê de, bêdengiya Civaka Navdewletî ya ku wek dana roniya kesk e ji bo berdewamiya Esed di tawanên xwe de, û binpêkirina biryarên Encumena Ewlehiyê nemre 2118, 2209,2254 şermezar dike, û doza girêdana rûniştinek bilez ji Encumena Ewlehiyê re bo şermezarkirina vê tawanê, û stendina pêrabûnin sert  di bin bendê heftan ji bo parastina sivîlan li gor biryara nemre 2118 dike. Çi nêzîkiyek siyasî di bin siya vê tawankariyê de serkeftinê ji qurbaniyan re naxwaze, dimîne kêm, ji ber tawana ku Esed û hevalbendên xwe yên Rûs û Iranî derhqê milletê  Sûrî de pêk tînin, koka tirorê li deverê ne, û nabe ku bêdengî li ser wê hebe, bi behaneya şerê  tirora sînor-derbas ku...

Destdirêjiya Rûsiya Li Ser Idlibê Biryara 2254 Ya Encûmena Ewlekariyê Binpê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Jêdereke berpirs weha ragihand: Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî êrîşên firokên dagîrkariya Rûsiya li ser bajarê Idlibê û armanckirina navendên saxlemiyê û yên xizmetgozarî û avahiyên nişteciyan şermezar dike, ku di amarek destpêkî de ew êrîş bûne sedema şehîdbûna 50 sivîlî û birîndarbûna bêhtir ji 170 yên din. Hêjaye gotinê ku ev êrîş hevdem tên digel êrîşên hovane yên firokên Rûsiya li ser gund û bajarokên gundewarê Laziqiyê, nameze piştî pêşdeçûnên şoreşvanan li ser Çiyayê Elnoba, hevdem ku bajarokên Helebê rastî heman êrîşan dibin ji aliyê rêxistina DAIŞê. Herwiha berdewamiya destdirêjiyê berovajî tekesta biryara 2254 ya encûmena ewlekariyê tê ya di benda 13an de, ku têde daxwaz hatiye kirin bi “rawestandina bilez ya her êrêşekê li dijî sivîlan û li dijî armancên sivîl, tevlî navendên nojdarî û karmendên pizîşkî û bikaranîna çekan bitewşî, û di nav de bombebarankirina topxaneyan û ya esmanî”. Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwaza pirotistokirina kuştina sivîlên Sûriyê dike ku nagunce digel yasaya navdewletî, û herwiha daxwaza standina rêşûnên bilez dike bo rawestandina destdirêjiyê, bi heman awayî daxwaza tevgereke bilez dike ji rêxistinên mafê mirov bo rawestandina kuştarên berdewam, ku piraniya qurbaniyên wan jin û zarok in. Hevbendiya...

3 Teqînên Terorîstî Li Bajarokê Til Temer Li Parêzgeha Hesekê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Şehîdên Til Temerê hejmara 20 derbas kiriye, û ya birîndaran gihiştiye 100 kesan, ji encama 3 teqînên terorîstî yên hovane li şeva bûrî li dijî bajarokê Til Temer li Hesekê, û raport û şahidhal tekez dikin ku tawan hatin encamdan bi rêka otombêlên bombekirî li dijî tax û navenda bajarokê Til Temer ku bûn sedema qurbanî û ziyanên madî yên mezin. Hevbendiya Niştimanî van tawanan şermezar dike, hevdem balê dikişîne ku ev tawan bi şêwazê xwe di cêbecêkirin û destnîşankirina armancan de bi yên rêxistina DAȊŞê diguncin û her weha bi kiryarên rêjîma Esed re li dijî sivîlên Sûriyê li sercem navçeyên welat, hevdem balê dikişîne ku rêjîm û hevalbendên xwe îro digerin ku ji rûbirûbûna karûbarên navdewletî derbarê çareseriya siyasî di Sûriyê de berevin.    Di dema ku Hevbendiya Niştimanî sersaxiya kesukarên şehîdan dike, yên bûne qurbaniyên van teqînên teroristî li ser destê tawanbarên zikreş ji bona belavekirina bêhtirîn tevlîheviyê, hevdem tekez dike ku Cîhan îro têdigehe ku îro hîç rê nîne bo rûbirûna terorê ya bi berdewamî Sûriya û derveyê wê armanc dike, nabe bê qutkirina jêderê serekî yê terorê ya ku pêktê ji rêjîma Esed ya ku her ji destpêka şoreşê  dûvçûna encamdana kiryarên terorist...

Firokên Potîn û Esed Bi Mebest Nexweşxane û Cihê Tendiristiyê Bombebaran Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Jêderekî Berpirsiyar di Hevbendiya Niştimanî de diyar kir: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, bombebarana hovane ya firokên dagîrkerên Rûsî ya Sêşemê êvarî 08.12.2015an ya li ser Nexweşxana Birnas ya jidayikbûnê û Nexweşiyên Zarokan, û di encamê de wêran bû pirotesto kir. û her weha Nexweşxana Rebî’e li Çiyayê Tirkimanan li Gundewarê Laziqiyê û Peymangeha Teknîka Bijîşkiyê ya ko dora 200 Xwendekarî di Şaxên Neştergeriya giştî û Bencê û jidayikirinê , bombebaran kirin. ji encama bombebarana Nexweşxana Birnas , Nexweşxane nema kar dike, li ewê Nexweşxanê mehane 350 zarok  jidayik dibûn, ji nav wan 100 operasiyonên qeyserî û hem 700 Zarok û Jin çareser dikirin. digel evan tawankariyên Rûsî Firokên zordar bargehên Zankoya Helebê ya azad li bajarokê Kefer Hemra û Daret Iza bombebaran kirin, di encamê de xwendin rawestiya û koçberiyek berfireh li Herêmên amanckirî çêbû. Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Eencûmena Ewlekariyê dike, da têwirdanê yekser bike da bombebarana Sivîl û nexweşxanan birawestîne. Ji bo zanînê, hejmara Nexweşxanên ko ji 30 Eylûlê û heta nuha bombebaran bûne, 23 Nexweşxane û navendên tendiristiyê ne. Hevbendî dozê li rêkxistinên mafê Mirovan dike da bilez tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovantiyê yên ko hêzên Esed û Firokên...

Dagîrkeriya Rûsî Kuştaran Li Dijî Sivîlan Bêtir Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Tawankariyên dagîker bêtir dibin bi awayekî digel tiroristiya Rêjîmê û hem jî digihên asta Tawankariyên Cengê û yên qirkirinê, dijminkariya Rûsya di herdu Rojên buhirî de êrîşên xwe li ser xaka Sûriyê bigiştî pir kirine. Cîgehên Sivîlan û Bazarên Gelî li Gundewarê Şamê û Humsê hem jî du Dibistan li Kefer Hemra li Gundewarê Helebê û Kinsefra li Gundewarê Idlib amanc kirine. Di encama ewan êrîşan de 160 Sivîl ji nav wan Zarok û Jin şehîd ketine û bêtir ji 150 kesan birîndar bûne. Her wiha raportan tekez kir ko kuştara doh ya li Gundekî ji Gundewarê Hesekê dora 30 şehîd ketin û hinek birîndar in pirên wan zarok û jin in, û ew berpirsiyariya Firokên Hevpeymana navdewletî ye. Em Hevbendiya Niştimanî evan kuştaran û hemû tawankariyên Rêjîmê û hevalbendên wê yên Rûs û Îranî pirotesto dikin. Em daxwazê ji Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê dikin ko bi tundî evê tiroristiyê pirotesto bikin, û bilez kar bikin da birawestînin û kesê tawankar siza bibin. Her wiha em ji Hevpeymana Navdewletî re tekez dikin kuştina sivîlan bi bombebarana firokên wan pirotestokirî ye . Rêka herî baş ji bo têkbirina Daişê ew e hevkariya bi Hêzên Artêşa Sûrî ya azad...

Êrîşên Hovane Li Ser Gundewarê Der’a Dibin Sedema Şehîdbûna 17 Kesan

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Jêderekî berpis di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê wiha ragihand: Li beyaniya îro roja înê, firokên dijmin hejmarek êrîşên esmanî birin ser 11 gund û bajarokên gundewarê Der'a, di encamê de 17 şehîd ketin di nav wan de hin jin û zarok hene. Gund û bajarokên rastî êrîşên firokên Esed hatin ev in : Newa, Tefes, Şêx Miskîn, Busra Elherîr, Elmilêha rojava, Inxil,Elherak,Elsûra, Hamir, Til Cimû'h, Şêx Se'id, Selmîn. Hevbendiya Niştimanî rêjîma Esed gunehbar dike bi encamdana van tawananan tevî herdu piştevanên wê Rûsiya û Îranê jî, û daxwazê ji Encûmena Asayişê dike bo liveke bilez bo rawestandina van komelkujiyan nemaze yên sivîlan armanc dikin. Herwiha Hevbendiya Niştimanî daxwazan ji Civaka Navdewletî dike bona pirotistokirina tawanên rêjîma Esed û kiryarên bombebarankirin û kuştinê yên firokên dagîrkariya Rûsiya û mîlîşên Îranê, hevdem tekeziya bilindbûna hejmara qurbaniyên xelkê Sûriyê dike ku gihaye 3233 şehîdan di heyamê herdu heyvên çêriya pêşîn û paşîn de ku di nav wan de 732 zarok hene ji encama bombebaranên Firokên dagîrkariya Rûsiyayê. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 4 Çilê Pêşî 2015

Hevbendî Belavkirina Rûsiya Mûşekên S400 li Sûriyê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Jêderekî berpirs di Hevbendiya Niştimanî de ev yek ragihand: Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê belavkirina mûşekên "S400" yên bergiriya esmanî ji aliyê Rûsiya di Sûriyê de şermezar dike, û vê yekê wek nîşana riftareke dijminkarî dibîne ,ku hîç pêwendî digel behaneyên şerê li dijî terorê nîne. Hevbendî tekez dike ku anîna Rûsiya ji çekên îstratîjîk re bo nav qada Sûriyê, ji wan firokên cengê yên Mêg û Sîxoyî û tankên "T90" û tevlî yekîneyên paraşotan, tê xuyakirin wek nîşanekê li ser riftara wê wek hêzeke dagîrker ya demdirêj, tevlî ku hêzên wê biarmanckirina navçeyên sivîlan û navçeyên artêşa Azad radibin. Hevbendî kar û kiryarên Rûsiya ji pirkirina leşkerî û armanckirina navçeyên nişteciyan bi karekî dijî yasaya navdewletî salix dide ,û herwiha ku peymannameya Netewên Yekgirtî û yasa mafên mirov binpê dike, ku pêwîst e pêgavên pêwîst bêne standina ji aliyê heryek ji Encûmena Asayîşa Navdewletî û ji Netewên Yekgirtî bo rawestandina van binpêkirinan. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 26 Çêriya Paşîn 2015  

Hevbendiya Niştimanî Bombebarandina Rûsî Li Ser Bargehên Hawarhatina Mirovî Li Izazê Pirotesto Kir

Daxuyanieyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, amanckirina firokên Rûsî ji Nivîsgeha kamyonên bar û samanên hawarahatinê re roja çarşembê 25.11.2015an li rexê bajarê Izazê û 5 km dûrî sînorê Tirkiyê pirotesto kir. Di encama bombebaranê de şeş sivîl şehîd ketin û heşt kamyon hatin sotandin, di heman çaxê ko Herêmên hevsînor bi Tirkiyê  re li Gundewarê Laziqiyê amanc kirin. Hevbendiyê doz li Civaka Navdewletî kir ko pêngavine jidil bavêjin da evê dijminkariyê birawestînin. Û tekez kir ko istiratîciya Dagîrkariya leşkerî û siyaseta Esed di cenga bêserûber de û kuştina sivîlan wek hev in Hevbendiyê tekez kir amanckirina bargehên hawarhatinê dijberiyeke aşkere ye li dijî biryarên Encûmena Ewlekariyê, û hem li dijî pabendiyên Mosko ye çimkî ew jî yek ji Endamên herdemî ye. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 26.11.2015

Roja Cîhanî Ya Tundiya Dijî Jinê

Daxuyaniyek Rojnamegerî Jina Sûrî, hîn qurbaniya herî bandora tundiya rêbazkirî ku hêzên rejîma Esed dijî milletê Sûrî pêk tîne ye. Ku ji berî pênc salan ve rastî hemû cureyên binpêkirinan tê, çi kuştin, revandin, girtin, derbiderkirin, û tundiya sêksî, û encamdanên wê çi di wendakirina mêr, kur, yan bira, ku bi berdewamiya tawanên rejîma Esed ve girêdayî ne, û jibilî wê jî ji kiryarên tundiyê li ser destê kom û rêxistinên di hema rêza tirora Esed de ne, mîna rêxistina Dewletê ya tirorist, û rêxistina El – Qa`ide, û milişiyên biyan  ku li rex rejîmê şer dikin, herweha tawanên dagîrkerê Rûsî û Iranî. Hevbendiya Niştimanî ku hemû  cureyên tundiyê dijî jina Sûrî şermezar dike, û li ser pêwistiya cezakirina her kesên ku di wê tundiyê, û bilî wê ji tawanê derheqê milletê Sûrî de beşdar bûne tekez dike, di heman demê de pirsiyariya têkçûna rewşa jina Sûrî  di girtîgeh û kampên penaberiyê de davêje ser Civaka Navdewletî, Desteyên Civaka Sivîl, û rêxistinên Mafê Mirovan di Netewên Yekbûyî de, û doza hildana dosya binpêirinên  Sûrî û di serî de tundiya dijî jinê bo Dadgeha Tawankarên Navdewletî dike.    Tevlî  ziyana mezin ya cîwarî, wê jina Sûrî  biimîne hilgira rastîn ku nahêle...

Page 109 of 137 1 108 109 110 137

Nûçeyên Dawî