Pirotestokirina Destdirêjiya Ser Çalakvanên Ragihandinê Li Idlibê
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, kirdeya komeke çekdar ya bi ser “Cebhet Elnesra” ve, ko îro sibeha li bajarokê “Kefer Nubil” li gundewarê Idlib çalakvanê ragihandinê Hadî Elebdellah û Çalakvan Raid Elfaris Birêveberê radyoya “Firêş” girtin û hemû alavên navendê tevlihev kirin pirotesto kir. Hevbendî berpirsiyariya saxlemiya Çalakvanan dide ser milê“Cebhet Elnesra” , û bila bizane ko ev ew kes bûn yên ko ji bo bûyerên li Sûriyê dibin ji cîhanê re biguhêzin xwe dane ber metirsiyeke mezin. Hevbendî doza azadkirina wan û hiştina ew bi aramî karê xwe berdewam bikin dike. Zêdegavî der barê alavên Ragihandinê ziyaneke mezin gihandiye Şoreşa Sûriyê û hiştiye ko derdê miletê Sûrî bi cûreyê ko tê xwestin belav nebe. Hevbendî doza parastina tekûz ji Çalakvan û Rojnamevanan re û rawestandina zêdegaviyên li dijî wan dike. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 10.01.2016