Hevbendî Bizavên Rahênanên Serbazî Yên Rûsiya Û Îsraîlê Û Binpêkirina Wan Ji Serweriya Sûriyê Re Şermezar Dike
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û Rikberiya Sûriyê encamdana munawereyên leşkerî yên hevbeş yên Rûsiya û Îsraîlê û binpêkirina wan ji serweriya Sûriya re, bi pîlangêriya rêjîma Esed û dagîrkariya Îranê şermezar dike. Herwiha Hevbendiya Niştimanî berpirsyariya hatina hêzên dagîrker li ser welat têxe di stûyê rêjîma Esed de, ku serweriya niştimanî binpê dike û welat kiriye çêreya terorê, lewra Hevbendî ji rêxistinên navnetewî û di pêşiya wan de ji Netewên Yekgirtî dixwaze ku rijêma Esed ji yasayî û rewatiyê bixîne, ji ber ku pêşkêşkirina hasankariyan ji hêzên dagîrker re ne rewa ye û dibe binpêkirin ji serweriya Sûriya ya niştimanî re û dibe binpêkirin ji piransîpên yasaya navdewletî re. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 16 Çiriya pêşîn 2015