Daxwiyanî

Di Bîranîna Diwazdemîn Salvegera Raperîna 12 Adarê 2004an

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî, bîranîna Raperîna Adara 2004an vedijîne. Ya ko miletê Sûrî ên Kurd li Qamişlo vêxistin û bi lezgînî giha Amûdê, Dêrik, Efrîn, Heleb û Şama Paytext, bi dehan bi fîşekên hêzên Rêjîmê û endamên ewlekariya wî pakrewan bûn, her wiha bi hezaran xort avêtin zindanan û êşkence kirin. Ew Raperîn nîşaneke diyar bû, ko giring e Rêjîm pirojeyekî guherînê li Sûriyê ji kok ve bike. Lê belê Rêjîm ewê hingê di têgihiştina wateya ewê Raperînê de têk çû. Her wekî ko di Şoreşa Adara 2011an de jî negiha, lê belê bersiv bi fîşekan û kuştinê da, di pey re girseya cemawerê li pey Şehîdan di roja din de amanc kirin, da bêtir qurbaniyan bixe, û zincîreke tawankarî û binpêkirinan pêk anî.   Ev bîranîn nîşaneke din ya diyar ji hemû Sûriyan re ye, ko ew yekîtiya miletê Sûriyê tekez dike, û dide xuyakirin ku giring e pirinsîpên Şoreşê bêne parastin, ji bo avakirina dewleteke sivîl û dîmuqratî, mafê hemû pêkhatiyên xwe, yên çandeyî, netewî, û olî biparêze, di çarçoveyekê de ko yekîtiya Sûriyê bi xak û miletê wê dabîn bike. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê 12 adara 2016

Em Nahêlin Agirbest Bibe Alavê Berdewamiya Kuştinê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî tawankariya firokên rêjîma Esed ya li êvariya îro li ser taxên nişteciyan li bajarê Helebê şermezar dike, û tekez dike ku ev binpêkirineke xuya û eşkere ye ji rêkeftina agirbestê re, û hewleke bo bikaranîna wê ji bona berdewamiyê bide bo pêkanîna tawankariyan li dijî xelkê sivîl. Hevdem Hevbendî vê binpêkirinê bi gurkirinek metirsîdar li qelem dide di zincîra binpêkirinên rêjîma Esed ji agirbestê re, û nîşanderekî nû ye li ser merema wê bo beravêtîkirina her pêgavekê ber bi çareseriya siyasî, û cext dike li ser hevparbûna dagîrkeriya Rûsiya û berpirsyatiya wê di ber kuştina gelê Sûriyê de, ku ev yek rêdigir e li pêş wê ku bibe çavdêrê vê agirbestê yan bibe gerantî bo piroseya siyasî. Hevbendî tekez dike ku ev binpêkirinên berdewam ji aliyê rêjîma Esed û bi piştgiriya dagîrkariya Rûsiya, dibe alavê bêkarîkirina destpêşxeriyên agirbestê û dibin geke rasterast li ser pêvajoya piroseya siyasî li sûriyê, û rewşê ber bi zêdebûna hevrikiyê dibe, û derwazeyek berferehtir ji terorê re peyda dike û berdewamiyê dide tawankariyan di derheqê xelkê Sûriyê de. Hêjaye di bîr bînin ku opozisyonê emze li ser agirbestê kir, bi mercê ku demkî be û aliyê din pabend be, ne ku...

Hevbendî Destdirêjiya Li Ser Tevrabûn Û Xwepêşindanên Aştiyane Pirotesto Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê destdirêjiya ko li ser hin tevrabûn û xwepêşindanên aştiyane li Gundewarê Idlib pirotesto kir. Xwepêşindan derketin da dîsa bidin diyarkirin ko ew bi pirinsîpên Şoreşê re ne, û doza rûxandina Rêjîmê kirin, Hevbendî li dijî awayê destdirêjiya li ser xwepêşindanan e, çimkî ew jî heman awayê Hêzên Esed di zêdegaviyan de ye, kî be bila bibe. Hem tekez kir ko miletê Sûrî di Adara 2011an raperî û doza azadiya xwe kir, û çi awayê zordariyê red dike, û hemû tişt da ber çavên xwe, û çi alî be nikare li ber milet di misogerkirina armanc û mafên wî de astengiyan çêbike.   Xwepêşindanên ko di rojên buhurî de derketin, nûnerîtiya nameyeke aşkere dikin, û hemû jê fehm dikin, bi zimanekî ko ala Şoreşa Sûriyê ya ji Der'a heta bi Helebê dirêj bûye hatiye nivîsandin. Tekez dike ko Miletê Sûrî bi evê alê pabend in, ya ko nûnerîtiya daxwazên wan dike û ji bo wê her tişt dane. Ew al dîsa vegeriya û milet ew di ser hemû alan re hilda. Wek bawerî pê ko nûnerîtiya mafên wan dike û ji bo rizgarî ji stem û zordariyê tête hildan.     Miletê...

Roja Cîhanî ya Jinê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî roja cîhanî ya jinê derfetek e, ku pêwîst e têde rêz û spasiya xwe ji jina Sûrî re bînin ziman, û derbirîna rêzgirtin û serfiraziya xwe bi rola wê bikin, rola sereke di bizavên mezin ên dayîk û keçên çalakvan, yên li ser sercem astên şoreşa Sûriyê pê dirabin. Di destpêkê de pêwîst e em tekez bikin ku ew sitûna şoreşê ne, ku sebr û heza wan ji serkeftina şoreşê di kawdanên zehmet û rûbirûbûnên mezin de, yên rastî şoreşê hatîn, her ji destpêka wê û heta vê gavê, bi xwe bingehên sereke bûn bo xwerageriya gelê Sûriyê, ku birastî jina Sûriyê cihê xwe yê taybet dagirt, nirxek mezin hebû bo her amadebûnek û roleka wê ku kesek nikare çavê xwe jê bigire. Di dema ku Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiya jina Sûriyê bi vê helkeftê dike; hevdem tekeziya berdewamiya rola wê ya karîger û herdemî di warê avakirin û serastkirina karê şoreşgerî de li ser hemû astan girig dibîne, û daxwazê ji jinên Sûriyê bitevahî dike ku xwe zêdetir tevlî navenda standina biryaran û navendên cêbicêkirinê û bazinên karîgeriyê bikin, dîsa balê dikişîne ku pêwîst e wan kosp û rêbendan derbas bikin, ewên dibin asteng û rêgir li pêş...

Pêrabûnên Danîna Baweriyê Tekûz Nabin Eger Girtî Neyêne Berdan

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi ketina roja heştan ya Peymana Rawestandina operasiyonên dijminkariyê, û di nav bi dehan binpêkirinên rojane yên ko Rêjîma Esed û Rûsya û Îran wan pêk tînin, û bi berdewamiya dorpêçkirin, birçîkirin û astengkirina li ser bajar, bajarok û gundên Sûriyê, hêj benda berdana bi deh hezarên girtiyan cîbicî nebûye.   Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko bizavên Navdewletî yên ko meha buhurî li ser Peymana Miyûnix li hev kirin, ewê bênirx be eger fişarê nedin ser Rêjîma Esed ji bo bi agirbestê pabend bibe. Hem bi tekûzî operasiyonên dijminkariyê rawestînin, û girtî ji zindanên Rêjîmê bêne berdan. Di vir emê hejmarên ko Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan yên ko di destpêka 2016an derxistine destnîşan bikin. Toreyê got ko hejmara girtiyan li Sûriyê 215 hezar girtî 99% ji wan di zindanên Rêjîmê de ne. Nabe ko helwesta civaka navdewletî hember evan binpêkirinên berdewam lawaz be. Eger civaka navdewletî der barê binpêkirinên Esed berdewam be, wê agirbest têk biçe û çaksazîkirina wê  jî wê nebe, Hevbendî dibîne ko aliyê cîbicîkirina Rêkeftinê, ew ezmûneya rastîn e ji nirxên wê re, eger cîbicî bibe dê bawerî misoger bibe û dê derfet  be jî ji bo çareseriya siyasî bicih bibe. Hevbendiya Niştimanî Ya...

Şoreşa Sûriyê Berdewam e Heta Serkeftinê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di bîra her şoreşgerekî de, bidehên wêneyên ku ji bîr naçin, ên heyvên pêşîn ên Şoreşê hene, ku têde wateya ramana azadiyê bi xwe naskir, îro û tevî binpêkirinên rêjîma Esed û dagîrkariya Rûsiya ji rêkeftina agirbestê re, xelkê Sûriyê piştî kêmbûna kiryarên bombebarankirinê carek din sozên xwe bi armancên şoreşê re nû kirin, û tekez kirin ku hêjî şoreş berdewam e. Ji ew xwepêşendanên di dema heftiya bûrî de derketin, nameyeke bi hemû zimanan tê têgihiştin, ku pêwîstiya wê bi hîç rave û şirovekirinê nîne, bi wî zimanî ye yê ku ala şoreşa Sûriyê wergerand, ew ala dirêj ya ji Der'a heta Helebê wek tekeziyek bêgoman li ser pêgiriya xelkê Sûriyê bi vê alê, ya ku nûneratiya daxwazên wan dike û ji bona qelenê wê nirxek giran dan, da ew al carek din bilind bibe, bi baweriya wan ku ev al rengvedanê ji daxwazên wan yên rewa dike, û nexşeriya azadî û rizgariyê ye ji hemû awayên stem û zordestiyê. Hîna gelê Sûriyê bi sûrbûn û deyax û vîna xwe, cîhanê matmayî dike, ku hêjî hin nikarin di wê rastiyê têbigihên ku gelê Sûriyê naşike, û wê bimîne berdewam heta bidestxistina azadiya xwe û avakirina welatekî biqasî...

Behînameya şehîdbûna Ebû Malik Elşamî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi dilekî xemgîn me nûçeya şehîdketina Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Ebû Malik Elşamî bihîst, nûnerê Tevgera Şoreşgêr Ya Şamê û serpereştê “Yekîtiya Îslamî ya Ecnad Elşam”. Endamên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê sersaxiya malbat û dost û hevalên wî dike, û bi hêvî ye ko Xwedayê dilovan wî bi buhişta xwe şad bike û dilê malbata wî aram bike. Dibe ko şehîd Fêsel Elşamî nenaskirî be ji aliyê gelek kesan ve, lê yên ko ew nas kirine dizanin wî çi ji bo Şoreşê, çi di qonaxa aştiyane de an jî di qonaxa çakdarî de kiriye. Ew bû yê ko dev ji mamostetiya zankoyê berda û giha tevgerê wek Şoreşvanekî, û li ser xaka Sûriyê, dilzoziya xwe ji armancên şoreşê re diyar kir, serpereştê tekoşîna çekdarî li dijî rêjîma Esed û hevalbendên wî xebat kir. Şehîd Elşamî jiyana xwe ji bo berevaniya di ber sivîlan de terxan kir, da wan ji zordariya rêjîma Esed biparêze. Ew û hevalên berî wî şehîd ketin, bizaveke wan ya diyar hebû di serkeftina Şoreşê de û hem di berevaniya di ber mafê miletê Sûriyê de yê ko doza azadî û rûmeta xwe dike. Rêjîm û...

Hevbendî Sipasiya Hikûmeta Keneda Dike Û Daxwaza Pêşkêşkirina Piştgiriyeke Cidî Ji Veguhestina Siyasî Re Jê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî rêz û sipasiyê ji Hikûmeta Keneda re dişîne li ser bizavên wê yên ji penaberên Sûriyê re dike, û tekez dike ku pêwîste bizavên xwe duqat bike ji bona piştgiriya pirosêsa veguhestina siyasî li Sûriyê, bi awayekî ku bête gerantîkirin ku hîç rola Esed nebe, ne di qonaxa veguhêz de û nejî di paşeroja Sûriyê de. Hevdem Hevbendiya Niştimanî li bîr tîne ku piştgiriya fayîlê xwendinê û yê pizîşkî, û herwiha piştgiriya fayîlê mirovî û nemaze mijara gihandina alîkariyên mirovî bona navçeyên dorpêçjirî û serbestberdana girtiyan,pir giring in û di serê lîsteya pêwîstiyan de ne, û herwiha cext li ser giringiya cudakirina mijarên siyasî ji yên mirovî dike, û giring e xweşkirina rewşa jiyana mirovî nekeve di nav mercan de, û mijareke bivê-nevê be û ne cihê danûstandinê be. Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku pirojeyê "rawestandina karên dijminkarî" yê ku hatî di rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsiya de, wê hîç nirxek nebe ku nebe deriyek bo veguhestineke siyasî ya rasteqîn ku dawiyê li hikumraniya stemkar û diktatorî bîne û xwestekên gelê Sûriyê ji bona bidestxistina azadî û rûmeta xwe dabîn bike. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 25 Reşemeh 2016  

Rêjîma Esed Piştgiriya Terorê Dike Û Wê Xudan Û Belav Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî rasterast rêjîma Esed tawanbar dike di ber teqînên terorîstî yên hatin encamdan li dijî hin taxên Humis û Şam û Laziqiyê, ku bûn egerê kuştin û birîndarbûna bi dehan hemwelatiyan; ji ber ku rêjîm bi xwe xudankerê tundutîjiyê ye di Sûriyê de, û çavkaniya rasterast ya terora dewletê û kargêrê girûpên terorîst e. Rêjîm sûdmend e ji karên wiha, yên teqînên berê tîne bîra me, mîna teqînên Şamê yên di sala 2012an de li ser destê hêzên ewlehiya rêjîmê, tevî ku rêjîmê serborek zengîn heye di piştevanî û sazkirina terorê de, û îro ew kirasê qurbaniyan li xwe dike, weku alîyek neyar ji aliyê "terorîstan" ve, di hewldana bikaranîna van kiryaran di nav civaka navdewletî de, û xwediyarkirin weku hevpar di rûbirûbûna terorê de, û hewl dide van teqînan bikar bîne bimebest ji bona xwe vekşîne ji maf û erkên rêkeftina Miyonx ya cext kiriye li ser rawestandina karên dijminkarî. Hevbendiya Niştimanî her kiryarekê li dijî sivîlan û li her cihekî be red dike, û nameyeke rasteqîn dişîne ji alîgirên Esed re ku Esed çarenivîsa wan revandiye, û niha bazirganiyê bi xwîna wan dike, û wan weku mertalan bikar tîne ji bona zalkirina desthilata xwe, û...

Behînameya Şehîdbûna Rojnamevan Mecid Elmu’edemanî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi dilekî xemgîn me nûçeya şehîdketina Rojnamevan û Wênekêşê gênc Mecid Elmu’edemanî bihîst, ew jî di encama bombebarana ko bajarê Dareyya roja înê amanc kir. Nivîsgeha Raihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, sersaxiya malbat û dost û hevalên wî dike, hem rolên wî yên qehremanî di serdema Şoreşê de bibîr tîne, ko tevli piçûkbûna temenê wî, ji destpê ve, di Şoreşê de beşdar bû. Di pey re karê ragihandinê kir û tawankariyên rêjîma Esed û di pey re yên dagîrkara Rûsya beleg dikirin. Nivîsgeha Raihandinê ya Hevbendiya Niştimanî, dozê li Rêkxistinên Navdewletî û bi taybetî Rêkxistina Nûçegihanên Bêsînor dike, ku bi erkê xwe yê li gor pabendiya bi yasayên xwe derbarê Rojnamevanên Sûriyê rabin, nexasim ko Rojnamevan bimebest û bi awayekî rêbazkirî têne amanckirin, dako rojnamevan û ragihanvanan tune bikin. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike Serkeftin ji bo Şoreşa Azadî û Rûmetê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûriyê Nivîsgeha Raihandinê 20.02.2016

Page 106 of 137 1 105 106 107 137

Nûçeyên Dawî