Daxwiyanî

Kuştarek Li Dêr El’esafîr Li Xûta Şamê Ya Rojhilat

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi tundî kuştara hêzên Esed ya der heqê xelkê bajarokê Dêr El'esafîr ya li gundewarê Şamê şermezar dike, ku heryek ji xwendigeh û nexweşxaneya wê ya tekane bi zêdetir ji 10 êrîşên asmanî bombebaran kir, û di serjimêrek destpêkî de, bûye sedema şehîdkirina bêtir ji 20 kesan, û birîndarkirina bidehan kesên din, ku di nav wan de hin karmendên pizîşkî hene û tevlî hejmarek ji jin û zarokan. Ev kuştar tê zêdekirin li ser binpêkirinên berdewam ji rêkeftina agirbestê re, wek ketwarekê ji bona têkbirina agirbestê û bazdana ji maf û xwastek û erkên pirosêsa siyasî. Û standina rêşûnên bilez û rasteqîn Ji aliyê civaka navdewletî li hember vê komelkujiyê tê xwestin, û pêwîst e nameyên hişk û rijd bişîne li ser derencam û metirsiyên li pey vê yekê, nemaze ku binpêkirinên rêkeftinê ji aliyê rêjîmê berferehtir û zêdetir dibinn û gihiştiye radeyekê ku çi raman û wate û nirxek ji agirbestê re nemaye. Di dema ku Hevbendî giringiya rawestandina karên dijminkarî, wek zemîneyeke serekî ji piroseya siyasî re tekez dike, lê hevdem hişyariyê dide ku ev rêkeftin ne bendeke li ser aliyekî bitenê bêyî aliyê din, û berdewamiya rêjîmê...

Liva Aştiyane li Me’eret Elnu’iman Nûkirina Serdema Şoreşê Û Piştgirîkirina Ji Artêşa Azad Re

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, piştgiriya xwe ya bêsînor ji bizava gelêrî ya sivîl re li bajarê Me'eret Elnu'iman radighîne, hevdem tekeziyê li ser berdewamiya liva sivîl a aştiyane li seraserî Sûriyê dike, û herwiha her destdirêjiyekê li dijî çalakvanên sivîl ên berevanên mafê gelê Sûriyê şermezar dike. Îro; tevî ku xelkê Sûriyê rastî kuştin û malwêrankirin û girtin û birçîkirin û dorpêçkirinê bûye; careke dikin redkirina xwe ji mana rêjîma Esed re, bi çi mercî be, ji cîhanê re dupat dike, herwiha pêgiriya xwe bi al û armancên şoreşê tekez dike,û ew dê xwe ji çi îradeyekê re beşdariyê di berdewamiya zordariyê û dubarekirina berhemdana stemkariyê de bike netewînin. Di dema ku Hevbendiya Niştimanî destxweşiyê li vê tevgerê dike, hevdem dibîne ku ev yek derfetek e bo nûkirina serdema şoreşê û mikumkirina pêwendiyan di navbera şoreşê û saziyên wê de, û karkirin ji bona berhevkirina baredoxên pêwîst bo serkeftina şoreşê û bilindkirina saziyan da bighên asta liv û tevgerê, heta bidestxistina azadî û dadperwerî û rûmetê. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 30 adara 2016 

Dubarekirina Şoreşa Azadiyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di heyamê çend heftiyên bûrî de, gelê Sûriyê carek din şoreşa xwe ya aştiyane ya ji bona azadiyê nû kir, carek din pêgiriya xwe bi soza xwe ya berî pênc salan dupat kir, û helwesta xwe ya dijî jiyana li jêr stem û zordariyê bi hemû awayan ragihand, ku careke din berdewamî da kar û tekoşîna xwe ya pêxema bidestanîna rûmet û azadiya xwe. Îro; tevî tişta hat serê gelê Sûriyê ji kuştin û malwêranî û koçbarkirin û girtin û birçîkirin û dorpêçkirinê; gelê Sûriyê carek din ji cîhanê re mana rêjîma Esed li jêr her baredoxekî de red dike, û pêgiriya xwe bi al û armancên şoreşê diselmîne, û ku ticarî xwe netewînin bo her îradeyekê ku beşdar bibe berdewamî ya dubarekirina weberhemhêna rêjîmê. Xelkê Sûriyê wê dirêjiyê bidin tekoşîna xwe li pêxema hikumraniyek firealî ya damokratîk ya rasteqîn, hevdem tekez dikin bo wan aliyên gomanan têxin li ser nasnameya şoreşê, ku ew şoreşa miletekî ye êdî naxwaze di bin zilm û tepeseriyê de bijî, û ne bizaveke terorîstî yan jî tayîfegeriye, û ku çêkirin û rêvebirin û hinardina -terorê- bitenê alveke ku rêjîma Esed bikar anî ji bona hewlên nepêkanîna daxwazên şoreşê, ku gelê Sûriyê herdem...

Derbarê Armanckirina Encumana Xwecihî Ya Parêzgeha Laziqiyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, tawana rêjîma Esed li parêzgeha laziqiyê, îro sibehê kiriye, bi armanckirina baregeha Encumana Xwecihî ya bi ser Wezareta Rêvebiriya Xwecihî Û Hewarçûnê Û Penaberan di Hikûmeta sûrî Ya Demikî de şermezar dike. Ev armanckirina pîlankirî ya ku avahiya baregehê bi temamî ruxand û alavên veguhestinê û otomobîl û ambolansên baregehê têk şikandin, binpêkirineke nû ye ji rêkeftina Agirbestê re, û tewaneke cengê ya eşkere ye, ji ber ku ew armanckirinek ji baregehên sivîl re ye, ji yên xizmeta hevwelatiyan dikin e, û ev baregeh berî hefteyekê jî hatiye armanckirin. Hevbendiya Niştimanî vê tawanê û binpêkirinên berdewam ji rêkeftina agirbestê re li hemî deverên Sûriyê, ji hêla rêjîma Esed û milîşyayên li kêleke wî şer dikin ve, datîne pêş Encumana Ewlehiya Navdewletî û çavdêrên rêkeftinê, û tekeziyê li ser metirsiyên rastyeqîne yên dibin encamên van binpêkirinan dike. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 23 azara 2016

Em Destdirêjiyên Terorîstî Li Ser Biroksil Û Stembol Û Adenê Şermezar Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî êrîşên terorîstî yên îro li Biroksilê û yên di çend rojên bûrî de li ser Enqera û Stembol û Adenê bûn şermezar dike, û di dema ku van êrîşan ji kok ve pirotisto dike, hevdem xemxwariya xwe digel xêzanên qurbaniyan û digel herdu gelên Beljîka û Tirkiyê radigehîn e. Hevbendiya Niştimanî û hemû azadîxwazên Sûriyê li kêleka gel û hikûmetên tûşî terorê dibin yên li navçeyê û li tevaya Ewropa û cîhanê radiwestin, hevdem hevxemî û hevkariya xwe ya hevbeş di şerê dijberiya rêxistinên terorîst û dewlatên xwedîkerên terorê radigehîne. Hevbendî tekez dike ku pêwîst e em tev dest bi kar bikin bo pirojeyê xewna cîhaneke tenah û seqamgêr. Herwiha ku civaka navdewletî di dijberiya terorê de çi bijardeyek bidest nine, ji bilî pêdagirî li ser piransîpên mirovî yên cîhanî yên li ser binyatê azadî û dadweriyê ava dibin, û piştgiriya miletên li dijî zilm û zordariyê radibin, û standina helwesteke cidî ji rêjîma Esed ya cîhan baş di rola wê ya eşkere di piştgirî û berpirsyaretiya wê di ber belavbûna terorê de digihêje. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 22 adar 2016 

Cejna Newroza 2016

Daxuyanıyeke Rojnamevani Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya tevaya Sûriyên Kurd dike, bi helkefta Cejna Newrozê, tevî wateyên wê yên jiyanê, û redkirina stemkariyê, û evîna azadiyê, ew wateyên guncayî bi hêvî armancên Şoreşa Sûriyê re . Di dema Hevbendî vê pîrozbahiyê dide, tekeziyê dike ku giring e hemû gelê Sûriyê yekdest bin ji bo cîbecîkirina wate û hêviyên cejna Newrozê û yên Şoreşa azadî û rûmetê, ji bo bibe garantiya rizgarbûna ji stemkariyê û avakirina dewleteke sivîl û piralî û demoqrasî , ku mafên hemû Sûriyan bi tevahiya netew û ol û mezhebên xwe ve biparêze. Dilovaniya xwedê ji Şehîdan re, saxî ji birîndaran re, azadî ji girtiyan re. Bijî Sûriya, Gelê wê her azad û serfiraz be. Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê 21 adara 2016

Hevbendî Tawankariyên Rûsya Di Derheqê Sivîlên Reqa De Pirotesto Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî tawankariyên ko Frokên Rûsî li Bajarê Reqa, îro û doh, pêk anîne pirotesto kir, di encama bombebaranê de 43 şehîd ji sivîlan ketin û li dora 60 kesî birîndar bûne. Amanckirina bazar û cihên kombûna sivîlan nayê pejirandin û ew li gora yasaya navdewletî tawankariya cengê ye. Kontrolkirina bajarê Reqa bi destê Rêkxistina DAIŞ a tirorist nabe behaneyek ko Firok ewê amanc bikin û sivîlan bi alavine tiroristî bikujin, bê ko çi buhayê bidin rewanê mirovan û cih û warên wan. Hevbendiya Niştimanî her bi tundî dibêje, tawankariyên li Sûriyê pêk tên ji kîjan aliyî be, bê sizakirin ew nebuhure, hem berpirsiyarî da ser civaka navdewletî ji ber bêdengiya wan li ber evan zêdegavî û tawankariyên ko dibin. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 19.03.2016

Bîranîna Pêncem ya Şoreşa Sûriyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di bîranîna pêncem ya Şoreşa Sûriyê, va ye Sûrî adareke nû dijîn, bihna adara wan ya pêşiyê hildigire, mizgîniyên serkeftinê peyapey tên, piştî salên dûrûdirêj, îro tev wêranî, mirin , girtin û dorpêçê, miletê Sûrî ketwariyeke din feriz kir, ew ketwara ko ewan dixwest tev ko dijminkarî li pêş wan pir gelek bûn.    Pênc salên buhirî tev birînên li pey xwe hiştin, lê belê wan diristiya mirovên Sûrî û paxirê wî yê buha aşkere kirin. Diyar bû ko jinên Sûriyê serbilind in, mêrên wê qehreman in, vaye Sûriyan ji nû ve baweriya xwe bi piransîb û armancên xwe û bi rêkên misogerkirina wan tekez dikin, nuha piştî pênc salan, bêtir têdigihên û nas kirin, kîne ew aliyên ko nahêlin azadiya xwe bidest bixin, ew aliyên ji bilî Esed, Şoreşa Sûriyê beraber wan rêkxistinên tirorist rawestiya çi yên îdyolocî an yên netewî bin.   Îro û li pêşberî mijarên giring û yên çarenivîsî, eger berbang bê an tarî dîsa asmanê me reş bike, bijarteya me a bi tenê ewe ko em bi doza mafê xwe pabend in, ko em, ji bo wî derketin û ev çaktirîn wefadarî ye bi pakrewanan re, pakrewanên azadî û dadê, divê em sebr...

Cih Nîn e Ji Pirojeyên Pêşwext Re Yên Li Şûna Gelê Sûriyê Biryarê Didin

Daxuyaniyeke Rojnemevanî Hevbendiya Niştimanî hişyariyê der barê hewldanên çêkirina çi herêm an fermanberiyên ko viyana miletê Sûriyê berçav nagirin dide. Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekeziyê li ser pirinsîbên Şoreşê dike, û giringiya ku gel ji zordariyê rizgar bibe û dewleteke sivîl piralî û dîmuqratî ava bike, tê de mafê hemû pêkhateyan çi ,olî, netewî û mezhebî bin dabîn bibe. û rizgariya ji stema li çi takekes an komelê di bin desthilatdariya malbata Esed de bûye, bi pirojeyên tekalî an pêşwext çareser nabe, lê belê bi pabendiya bi çareseriya siyasî ya ko dixwaze Desteyeke desthilatdar bi hemû desthilatan damezirîne, dergehê avakirina paşerojê li ber hemû Sûriyan vebe. Destnîşankirina şêweyê dewleta Sûriyê ,Navendî be an Fîdralî be, ne taybetmendiya aliyekî bi serê xwe an parek ji milet an partiyekê an şepêlekê ye, lê belê ew dê bête biryardan, piştî ko danûstandin bigihên qonaxa lidarxistina kongirê damezirandinê yê Sûrî, ko wê destûreke nû ji Welat re deyne di rêya rapirsîna milet. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, çi pirojeyî ji derveyî vê pêvajoyê napejirîne, û ew sûr e li ser yekîtiya Sûriyê bi xak û Miletê xwe ve. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê 17 Adarê 2016

Hevbendî Teqîna Terorîstî Ya Li Enqera Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, teqîna duhî ya tawankar û terorîstî ya navendeke Enqera ya paytexta Tirkiyê hatî encamdan şemezar dike. Herwiha Hevbendî behî û sersaxiyan bo kesukarên qurbaniyên vê êrîşa terorîst pêşkêş dike, û daxwaza saxî û selamtiyê ji birîndaran re dike, hevdem rawestandina Sûriyê û miletê wê li tenişt gelê tirkiyê û hikûmeta wê di rûbirûbûna sercem awayên terorê dupat dike. Ku gelê Sûriyê gelek êş û nexweşî û heta nihajî ji terora dewletê û terora rêxistinên tundrew yên ser bi dewlet û rêxistanan ve dîtiye, û têdigehe ku armanckirina sivîlan û rijandina xwîna wan ji bona ajawegeriyê û wêrankirinê ya çiqas dijwar û xirab e. Hevbendiya Niştimanî baweriya xwe bi Tirkiyê dubare dike di karîn û rûbirûbûna sercem awayên terorê û terorîstan de. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 13 adar 2013  

Page 105 of 137 1 104 105 106 137

Nûçeyên Dawî