Daxwiyanî

Kuştarên Esed Careke Din Sivîlan Dikin Kaxizeke Fişarê Di Pêvajoya Siyasî De

Daxuyaniyeke Rijnanevanî Îro herdu kuştarên hêzên Esed li Me'eret Elnu'iman û Kefirnibil li gundewarê Idlibê, li ser zincîra tawan û binpêkirinên berdewam yên rêjîma Esed her ji destpêka agirbestê ve tên zêdekirin, ku ji encamê herdu kuştaran zêdetir ji 50 kesî hatin şehîdkirin û nêzîkî 100 kesên din hatin birîndarkirin; ku ev herdu kuştar dibin mîna gurkirineke metrsîdar li ser dubare-armanckirina bazargehên gelêrî yên sivîlan, wek bersiveke hovane li ser pêgiriya şanda bilind ya danustandinan bi mafên gelê Sûriyê û piransîpên şoreşê. Hevbendiya Niştimanî bi tundî van herdu komelkujiyan pirotisto dike, û sersaxiya binemalên şehîd û birîndaran dike, hevdem ji civaka navdewletî dixwaze ku bêdeng nemîne, û bilez dest bi rêşûnên bikez û rasterast bike, herwiha di encamên metrsiyên van herdu komelkujiyan tê bigihêje, nemaze ku ne tenê binpêkirin in, belê berdewambûna li ser stratîhiyek tawankarî ya armanckirina sivîlan e, û bikaranîna wan carek din wek giraw di pirojeyê danustandinan de ji bona mana rêjîmê li ser kursiyê desthilatê. Hevbendiya Niştimanî her hewlek bikaranîna fayîlê mirovî wek kaxezeke gotubêjan red dike, û tekez dike ku kuştarên herdu rojên bûrî du belgeyên zêde ne li ser ku biryara desteya bilind ya danustandinan bi rawestandina danustandinan biryarek rast û dirust e, ku...

Bîranîna Komelkujiya Elsa’a Li Bajarê Himsê Paytexa Şoreşê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Roja 18'ê nîsanê tê, û li bîra xelkê Sûriyê yek ji giringtîrin kêlîkên nexşeriya şoreşa wan li bîr tîne, ya li dijî tawankariya rêjîma Esed, ya riya serkutkirin û tepeseriyê helbijart, her ji destpêka xwepêşandanên aştiyane li dijî daxwazên çaksaziya siyasî. Îro dîsa bîranîna komelkujiya Elsa'a li bîr tê, ya li ser destê hêzên Esed di sala 2011an de, di derheqê xwepêşanderên qada Elsa'a de li bajarê Himusê pêk hat, ku têde xwîna hemû pêkhateyên olî tevlîhev bûn, di heman demê de, hat ragihandin ku êdî veger ji riya şoreşê li dijî rêjîma tawankar nîne, ku çiqas biha giran be jî. Wê demê xelkê Sûriyê têgihiştin ku tawankariya rêjîmê çendî mezin û dijwar e, lê tevî wisa jî rijd man li ser helbijartina riya şoreşê, herwiha tawankariya rêjîmê baweriyên wan bi rewaya daxwazên wan xurtir kir. Helbet her bîranînek ji bîranên şoreşê wek derfeteke nû tê, ji bo serrastkirina riya şoreşê û nûkirina soz û peymanan digel piransîp û rewieştên şoreşê û armancên wê ji bo bidestxistina rûmet û azadiyê û ruxandina stemkariyê. Bbîranîna kuştara Elsa'a hevdem tê digel salvegera serxwebûnê ji dest dagîrkariya Firensa li ser Sûriyê, ku li bîra xelkê Sûriyê dagîrkariyeke ji rengekî din li...

Em Pabend in Bi Piştevaniya Çareseriya Siyasî Û Desteya Bilind Ya Danûsatndinan

Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Rikaberiya Sûriyê, li ser  pabendbûna xwe  der barê çareseriya siyasî û piştevaniya  Desteya Bilind ya Danûsatndinan û operasyona giftûgoyan tekez dike, her weha tekez kir ku operasyona siyasî armanc jê ew e, avakirina  desteyeke hukmranî ya veguhêz li ser piransîpên Cenêv1 ya sala 2012an, herwiha biryarên navdewletî yên têklidar. Her çi planek ji bo veguhestina siyasî ku li dijî biryarên navdewletî be, dê ji aliyê gelê Sûriyê û Hevbediya Niştîmanî  redkirî be, û wê tu cihê wê li ser maseya giftîgoyan tune be, û ne jî wê paşeroja wê li ser zemînê hebe. Eger hat û planek berûvajî avakirina desteyeke hikumranî ya veguhêz li gor biryarên navdewletî hate pêşkêşkirin, dê Hevbendî hin tedbîran  bistîne, û di nav de ragirtina beşdarbûna endamên wê di Desteya Bilind ya Danûstandinan de, herwiha şanda danûstandkar di gera niha ya giftûgoyan li Cenêvê, û hiştina hin bijardeyên din yên vekirî li pêşiya Hevbendiyê, eger rêjîma Esed berdewamî di kiryarên xwe yên dijminkar de kir, û şanderê navnetewî rijd ma li ser nepabendbûna  xwe bi erkê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî  ve pê hatiye sipartin. Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş Û Rikaberiya Sûriyê 16ê nîsanê 2016

Hevbendî Di Kongirê Bala Yê Islamî Li Istanbulê Beşdar Dibe

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, wê di kongirê bala yê Islamî de, yê roja pêncşemê dest pê dike, bi vexwendina Tirkiyê welatê mazûvan beşdar bibe. Kongir bi navûnîşanê “Yekîtî û hevgirtin ji bo aştî û dadiyê” lidar dikeve. Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, ji Serokê Hevbendiyê mamoste Enes Elebde, û Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiyê mamoste Riyad Elhesen, û Serokê Komîta Yasayî ya Hevbendiyê mamoste Heysem Elmalih pêk tê, her wiha Dr.Riyad Hicab jî hevrêzkarê giştî yê desteya danûstandinan dê beşdar bibe. Tê zanîn ko wê çend hevdîtinên corbicor di navbera Hevbendiyê û çend wezîrên derve yên dewletên amadebûyî çêbibin. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 13.nîsanê.2016

Rêjîma Esed Bi Rêka Kuştinê Derbirîna Siyaseta Xwe Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî tawankariya çepel li ser nexweşxaneya Kefrzêta li Hemayê li ser destê hêzên Esed şermezar dike, ku ev armackirin bûye egerê şehîdbûna hin kesan tevî şehîdbûna rêveberê saxlemiya Hemayê Dr. Hesen Ele'irec û birîndarbûna hejmareke din. Hin nîşanên destpêkî hene ku ev êrîş bi awayekî rêkupêk û bi mebest hatiye encamdan, ji bo terorkirina Dr.Hesen; rêveberê saxlemiya parêzgeha Hemayê, ya ser bi wezareta saxlemiya Hikûmeta Sûriyê ya demkî ve. Ev tawan dergehên metirsiyê vedikin, nemaze ku kesayetiyeke pizîşkî yê diyar hatiye armanckirin, tevî ku êrîşa nexweşxaneyan bitenê dikeve li jêr tawanên şer. Diyar e ku mebesta rêjîmê ji armanckirina sivîlan, çi kesayetî yan komên sivîlan bin, dibe gefxwarineke rasterast li agirbestê û rêkeftina rawestandina karên dijminkarî, û li dawiyê dibe gefek li ser tevahiya pêvajoya siyasî, ku ji civaka navdewletî tê xwestin bi erkê xwe rabe, û her weha berpirsyaretiya têkçûneka çaverêkirî ji pirosêsa siyasî re hilgire. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 13 nîsan 2016 

Nameyeke Serxweşiyê Bo Şehîdbûna Mediyakar Zahir Elşirqat

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi dilekî pir xemgîn û kovan, me nûçeyê şehîdkirina mediyakar û serkirde Elşêx Zahir Elşirqat kurê bajarê Babê bihîst, ku ew jî tevlî karwanên şehîdên azadî û rûmeta gelê Sûriyê bû, bi sedema birînên xwe yên ji encama kiryareke terorkirinê ya tawankar û çepel li ser destê rêxistina DAÎŞ a terorîst. Şehîdê mediyarkar kar di kenala "Heleba Îro" de dikir, ku pêştir serokê encûmena xwecihî ya Babê bû, û peyketina wî ji aliyê rêxistina DAÎŞ ve dihat kirin, ji ber helwestên wî yên miyanrê û lêberal û piştgiriya mafên gelê Sûriyê, ew tevî bizava şoreşgerî bû her ji destpêka wê ve. Sûriya wê ranewaste ji dan û jidayikkirina lehengên qehreman û wê riya azadî û rûmetê bimîne dirûşm û navunîşan bo xelkê Sûriyê. Dilovaniya xweda ji Şehîd re û azadî ji Sûriyê re. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê 13 nîsana 2016 

Hevbendî Hişyariyê Der Barê Operasiyona Rêjîmê Li Ser Bajarê Helebê Dide

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko peymana Rawestandina Kirdeyên Dijminkarî wê bê wate bibe, eger Rêjîma Esed di zêdegaviyên xwe yên tawankarî û kuştina di derheqê milet de li Sûriyê, bê ko çi kes ewî jê vekêşîne, berdewam bike. Hevbendî tekez dike ko Operasiyona Rêjîmê dijî bajarê Helebê ,  binpêkirineke diyar e ji peymana rawestandina kirdeyên dijminkarî re. Divê ji her kesî ve xuyanî be ko beraberiya Tiroristiyê û têkbirina wê li ser destê tiroristiya dewletê bêsûde ye, û tekûzkirina çareseriya siyasî ew destpêka misogerkirina wê ye. Rêjîm bizavê dike ku bi sûdewergirtina  ji piştgiriya Îran û Rûsyayê, û delîvedîtina mijara tiroristiyê  û perdeya danûstandinan û peymana rawestandina kirdeyên dijminkariyê, meremên xwe yên dixwaze pêk bîne,  ew meremên nikarîbû bi hemû alavên tawankariyê ji girtinê heta bi êşkence û kuştinê û bikaranîna çekên kîmawî pêk bîne . Hevbendî di vê derbarê de, hemû operasiyonên rêjîmê yên herpênc salên cengê destnîşan dike,û her weha tawankariyên cengê yên dijî mirovanhiyê yên bi amanca têkbirina viyana miletê Sûrî û encamên ewê cengê li pey xwe hiştin ji pakrewan û birîndaran û şepêlên koçberî û derbideriyê . û Hevbendî hişyariyê dide li ser tawankariya Rêjîm planê jê re dike, ji bo li Helebê...

Hevbendiya Niştimanî Nûçeya Koça Dawî Ya Ramangîr Û Têkoşer Û Rikber Husên El’odat Radigihîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi xemgînî nûçeya mirina ramyarê Sûrî yê rikber Husên El'odat (Ebû Xeldûn) di jiyê heştê-salî de bihîst, ku jiyê xwe di pê xema peyv û helwest û vekolînên pirsgirêkên welatê xwe Sûriya û di ber doza Filistîn û pirsgirêkên ol û jinê de derbas kir, di hemû simînar û nivîsandin û gotarên xwe de, bicarekê sercem awayên stemkarî û hovatî û tekrewiyê red dikirin. Di sala 1987an de mala welatiyan damezirand û bi xwe serpirştiya wê kir,  û ew kir dengê welatperweriyê û bîr û baweriyên xwe. Husên El'odat bawer bû bi çaksazîkirina rêjîmê û karubarên welat bi rêkên aştîyane, û li ser heman boçûnê ma, her ji destpêka Ragihandina Şamê,  bi derxistina Daxuyaniya Azadiyan ji aliyê 99 rewşenbîran ku ew yek ji wan bû, di destpêka şoreşê de tevlî desteya hevahengiyê bû, û paşî xwe jê vekişand û karê xwe dervî çarçoveyên partiyetî çêtir dît, herwiha ew yek ji damêzrênerên Kombenda Nivîskarên Sûriyê li Qahîre di sala 2012an de bû, ku ji aliyê yekîtiya nivîskarên Ereban ve ya li jêr destê hewalgeriya Sûriyê de hat sizakirin ,û ji mafên xwe yên xanenişîniyê hat bêparkirin. Tevî êş û derdeseriyan û...

Hevbendiya Niştimanî Armancikirina Nivîsgeha Elşerq Elewset Li Beyrûtê Pirotesto Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, pirotestokirina xwe ji zêdegaviya girtina ser Nivîsgeha rojnameya Elşerq Elewset li Beyrûtê û gêrekirin û têkdana kelûpelên wê tekez dike, û dibîne ko ev destdirêjî li ser azadiya derbirrînê û hewldanek ji bo devgirêdanê ye. Tê zanîn ku Libnan ji berê de cihê bînvedana ramanê ye, û jêdera hêviyên xwedanên gotina azad e, tevî hewldanên berdewam ji aliyê rêjîmên stemkar û milîtanên têr çek, ji dehên salan de, ku evê ezmûneyê têk bibin û ji kok ve hil bikin. Ev şepêla qedexekirin û astengkirin û dijminkariyê li dijî azadiya raman û derbirrînê bi serpereştiya rêjîmine zordar û milîtanên ko ji piralîbûnê ditirsin dike, ew nagihêne amancên xwe û dê her têkçûn çarenivîsa wan be. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê Nivîsgeha Ragihandinê 03.nîsan.2016

Hevbendiya Niştimanî Di Cejna “Akîto” De Pîrozbahiyê Dide Siryanên Aşûrî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Miletê Siryanên Aşûrî li Sûriyê û cîhanê di yekê Nîsanê de her sal serêsala Babiliyên Aşûrî ya bi navê “Akîto” pîroz dike, û yekê Nîsana me ya îro yekê sala 6766 an e, li gora Rojnameya Babilî Aşûrî. Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, ciwantirîn pîrzbahî dide gelê Siryan Aşûrî li hundurê Sûriyê û li welatên penagehiyê, sebaret cejna wan a netewî “Akîto” ya ko dide xuyakirin ku dîroka wan kevnar e, û hem simboleke ko ev milet herdem di rûyê bişaftina netewî de, li himber stem û zordariya rêjîmên zordar yên peyapey rawestiyaye. Hem Desteya siyasî piştgiriya xwe ji mafên wan yên rewa re diyar dike, da di destûrê de bi maf û hebûn bin, û nasnameya netewî ya Siryan Aşûrî wek pêkhatiyekî resen ji pêkhatiyên gelê Sûrî danpêdan bibe. Hem jî derfetê dibîne ko doz dike da “Akîto” wekû cejneke netewî niştimanî li welat fermî bibe. Enes Elebde Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê 01.nîsan.2016

Page 104 of 137 1 103 104 105 137

Nûçeyên Dawî