Dîsa Girtiyên Zindana Navendî Ya Hemayê Mangirtinê Dikin Piştî Ko Rêjîmê Peyman Binpê Kir
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Piştî ko Rêjîmê cîbicîkirina peymana bi girtiyên zindana navendî ya Hemayê re pêk nanî, Girtî neçar man careke din mangirtinê bikin dako mercên wan cîbicî bibin û dev ji mafê xwe bernadin yên ko Rêjîm di cîbicîkirina wan de xwe giran dike. Hevbendî dubare piştgiriya helwesta Girtiyan û sûrbûna wan li ser cîbicîkirina hemû bendên peymanê tekez kir. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, doz li civaka navdewletî kir da bi pirsiyariyên xwe yên ji bo zindana Hemayê pabend be, û giring e bilez têwerdanê bike ji bo garantî be dako peyman cîbicî bibe û komîta navdewletî ya xaça sor bişîne da li ser mijaran amade be û pêngavên giring bavêje da saxî û silametiya hemû Girtiyan garantî bike û derfetê nede rêjîmê dako ziyanê neke. Hevbendî dibêje ku giring e bi daxwazên Komîta navdewletî ya serbixwe ya bi ser Encûmena mafê mirovan ve ya Newtewên Yekbûyî bikin, ya ko daxwazên xwe di 27ê kanûna duyem 2016an derxistibûn giring e hemû bendên wê cîbicî bibin. Dosya Girtiyan ji pêşindeyên Hevbendiyê ne û bi çi behaneyê be jî danûstandin û bazar têde nabe. Dilovanî ji bo şehîdan Saxlemî bo birîndaran Azadî ji bo Girtiyan bijî Sûriya...