Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî Bikaranîna Sivîlan Wek Mertalên Mirovî Ji Aliyê DAÎŞ’ê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bikaranîna sivîlan wek mertalên mirovî ji aliyê rêxistina "DAÎŞ"ê li gundên Babê li bakurê Helebê şermezar dike. Herwiha metirsiya xwe nîşan dide li hember pêkanîna komelkujiyên qirkirinê li dijî sivîlên girtî û desteserkirî yên di bin li destê wê de, wek heman komelkujiyên di derheqê bidehan ji sivîlên bêguneh yên Dêrazorê yên ser bi hoza Elşi'êtat ve hatine pêkanîn. Hevbendî tekez dike ku armanckirina sivîlan bi mebesta tirsandin û koçberkirina wan ji cih û warên wan, û herwiha revandina 700 hemwelatiyên Kurd yên leşkeriya neçarî ya hatî sepandin ji aliyê DAÎŞ'ê ve li navçeyên dibin destê wê de red kirin, ku ev yek karekî bi hemû pîverên mirovî şermezarkirî ye, û hevdem hişyariyê dide li ser bikaranîna wan wek mertalên mirovî di çeperan de. Em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku bi erk û berpirsyaretiyên xwe yên rewştî û yasayî rabe, bi rêka pêdagiriya wê bi piransîpên mirovî yên li ser binyatên dad û azadiyê, û herwiha piştgiriya xebata gelan li dijî rêjîmên zordest û li dijî rêxistinên tundrew û milisên çekdar yên li kêlek rêjîma Esed disekinin. Û rêjîma Esed hêjî yekem piştgirê terorê û terorîstên li Sûriyê ye,...

Hevbendî Kiryarên Terorîst Li Qamişlo Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi tundî teqîna xwekujî ya terorîstî ya li êvariya 19'ê cehzerana 2016 an li taxa Wista li Qamişlo, ya ku piraniya nişteciyên wê Siryan û Aşûrî ne, li dijî kombûneke ji sedên Siyran û Aşûriyan li holekê bi amadebûna petrikê Siriyanên Ersodoks li Sûriya û Cîhanê şermezar dike. Ku dubarebûna armanckirina taxên Siryan û Aşûriyan û Xiristiyanan bi giştî, bo cara çaran di heyamê heyvekê de, ku ev yek hebûna pilaneka tawankarî ya terorîst li dijî vê pêkhateya netewî tekez dike, ji bona koçberkirina Xiristiyanan û valakirina navçeyê ji pêkhateyeke kevin, herwiha ku ev yek gotinên Rêjîmê bi parastina kêmnetewan bi derew derdixe, ku herdem hewl dide kaxeza kêmhejmarên netewî û olî bikar bîne, ji bo guhertina riya hevrikiyê ya serekî û guhertina raya giştî ya navnetewî ber bi şerê li dijî terorê tenê de. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekez dike ku rêjîma Esed wê bi xwe pişkdarî kir di peydakirina keş û seqayeke herî baş ji bona hatina terorê û derfet dayê bo berfereh bibe, destê wê bi xwe di rêvebirina terora dewletê li dijî gelê Sûriyê heye, berpirsyaretiya hemû kiryarên terorê di Sûriyê de...

Elmesalimê: Em Kuştina 11 Welatiyên Sûrî Li Ser Sînorê Sûriya-Tirkiyê Şermezar Dikin Û Daxwaza Lêkolînê Têde Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, bi mixanbinî û nîgeraniyek mezin, nûçeya kuştina 11 hemwelatiyên Sûrî li ser destê Cendirmeyên Tirkiyê di dema dixwestin derbasî sînorê Tirkiyê bibin bihîst. Di dema ku em matmayî dimînin li hember vê sosreta xembar, hevdem em vî tiştê li dijî xelkê me yên ji ber rêjîma Esed û tirsa mîlîşên tundrew li Sûriyê direvin şermezar dikin. Em ji dosta xwe Tirkiyê daxwaza vekirina vekolîneke bilez der barê vê bûyerê dikin, ji bo ronîkirina wê û eşkerekirina  berpirsyarên wê, û em li benda wê yekê ne ku Tirkiya temîniyê li serbazên xwe yên li ser sînor bike ku yasayên şer û pevçûna bi kar neynin li dijî wan kesên sînoran bi şaşî ya bi mebest derbas dikin, ji ber ku kuştina jin û mêrên Sûriyê yên bêguneh nakoke digel reftara hikumeta Tirkiyê û gelê wê yê ciwamêr, yên ku mihvandariya xelkê me yên koçber kirine. Em bi hêvî ne ku desthilata Tirkiyê derfetê nede van biryarên takekesî yan ên bilez ji aliyê serbazên wan ên li ser sînorê Sûriyê. Di dema ku bi bilindî em helwesta gel û hikumeta Tirkiyê dinirxînin, ji şoreşa Sûriyê û hewandina bêhtir ji 2 milyon û...

Almesalime Beşdariya Kongirê Hersilya Şermezar Dike

Em îro bi amadebûna yê tê binavkirin Îsam Zeytûna di kongireyê Hertsîlya yê Îsraîlê de matmayî man, û di heman dema ku em vê beşdarbûnê şermezar dikin, em dibêjin ku ti kes wek nûner ji Şoreşa Sûrî re, çi hevbendî û çi Artêşa Azad, beşdarî di vî kongireyî de nekiriye, ev kongireyê ku guhdanê bi ewlekariya Îsraîla dagirker û nijadperest dike. Di vê derbarê de ji me re giring e ku em tekez bikin ku dagîrkerî û stemkarî herdû yek in, û yê ku bawer dike ku dagîrkarî parastina wî ji stemkariyê dike, her wek yê ku bawer dike ku stemkarî parastina wî ji dagîrkeriyê dike. Kêşeya me dadmend e, û ya Filestîniyan jî dadmend e, kêşeyên azadiyê nayêne parçekirin. Semîra Almesalme Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê 17 hezîrana 2016

Hevbendî Red Dike Ku Hevdîtin Li Biroksilê Bi PYD’ê Re Kiribe

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku hemû civîn û hevdîtinên şanda wê li Biroksilê paytexa Beljîka eşkere hatin lidarxistin û li pêş dezgehên ragihandinê bûn. Herwiha Hevbendî diyar dike ku hemû civînên wê bi Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demokratîk re bûn, û tev ji bona çalakkirina karê hevbeş û bihêzkirina hevkariyê di navbera herdu aliyan de bûn, û piştgiriya binyatên berjewendiya gelê Sûriyê li ser ava dibe, û rêkeftin li ser hin xalên hevbeş yên hatin di daxuyaneyeke hevbeş de li dawiya civînên herdu aliyan de di rojên 13 heta 15'ê cehzerana 2016an de. Li dawiyê ku hîç rastiyeke ji van nûçeyan re li ser hevdîtinên nehênî nîne, û şanda Hevbendiyê çi hevdîtin digel PYD'ê yan her aliyeke bi ser wê ve nekiriye. Nivîsîngeha Ragihandinê 17 hezîrana 2016

Daxuyaniyeke Piştgiriyê Digel Pêşxeriya “Rizgarbûyan” Ji Bo Piştgiriya Kampanya “Pêşî Girtî”

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji her Tevgereke Gel re ko bizavê dike da  Girtiyan ji Zindanên Esed rizgar bike tekez dike, û bi taybetî kampanya “pêşî Girtî” , ya ko çalakiyeke sivîl li paytexta Firensa li Parîsê sibe Şembiyê amade dike. Hem destxweşiyê li yên ko bi kampaniyê rabûne dike.   Raportên Mafnasiyê destpêka îsal derketin, tekez dikin ko hejmara Girtiyan li Sûriyê bêtir ji 215 hezaran e û 99% jî di zindanên rêjîma Esed de ne. Bi rastî, wek ko daxuyaniya “pêşî Girtî” diyar kiriye, îro em li pêşberî bobelateke bi qebareyeke cîhanî ne, ne tenê Sûrî, lêbelê cîhan bi rêkên corbicor bi taybetî herdu Cemserên wê Rûsya û Emerîka berpirsiyarên wê ne. Hevbendiya Niştimanî dengê xwe tevli ewan dengan dike yên ko dozê li civaka navdewletî û rêkxistinên navdewletî yên mafê mirovan û desteyên civaka sivîl û her kesên ko bi berpirsiyariya xwe ya mirovî radibin dikin, da di rûyê tawankarên li dijî mirovantiyê li Sûriyê tawanan dikin yekdest bin. Hevbendiya Niştimanî rêza û hurmeta xwe ji bizava Xort û Keçên Sûriyê re diyar dike, ji bo piştgiriya Şoreşa Miletê Sûrî û rêkxistina kampanyên piştgiriya kêşeya wî û kêşeya Girtiyan, dîsa tekez dike ko dosya Girtiyan...

Hevbendî Teqîna Terorîst Ya Li Bajarê Stembolê Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî teqîna terorîst ya îro sibehê li bajarê Stembolê çêbû şermezar dike. Herwiha sersaxiya kesukarên qurbaniyan û daxwaza saxiyê ji birîndaran re dike, hevdem rawestana xwe li kêleka Tirkiyê li hember kiryarên terorîst yên ewlehî û seqamgêriyê armanc dikin tekez dike. Miletê Sûriyê bi xwe bêhtirîn milet e ku hevparê hest û nestê xembariya qurbaniyên terorê ye, û ew ji her miletekî bêhtir têdigehe bi qebarê hovîtiya van tawanan, nemaze ku ew bi xwe û rojane û bi dirêjahiya çend salan tûşî terora rêjîma Esed û girûpên terorîst yên ser bi wê ve dibe. Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê 7 cehzeran 2016 

Pîrozbahî Bi Helkefta Hatina Meha Remezanê 1437 K

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Miletê Sûrî bi helkeftina meha Remezanê pîroz dike, bi hêviya ko Xwedayê dilovan wê bi xêr û serkeftinê bi ser hemû Sûriyan de bîne. Di heman dema ko em pîrozbahiya hemû Sûriyan dikin, em dilovaniyê ji şehîdan re dixwazin û sebir û semaxê têke dilê malbatên wan, û girtî bêne berdan û yên dorpêçkirî dorpêç ji ser wan rabe, û yên koçber û derbider li malên xwe vegerin. Her wiha em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo miletê Sûriyê û bi hemû hêza xwe bi erkên xwe rabin, ji bo pêkanîna amancên miletê Sûrî. Em bi hêvî ne ko hemû Miletê Sûrî tev li tekoşînê bibin û berpirsiyariya ko ketiye ser milê vî nifşê qehreman hilgirin, da pelê stem û zordariyê bête pêçan û Sûriya ber bi paşerojeke azad û aram ve bibe. Ev Rojiya şeşan e ji destpêka Şoreşa me, û hêj kuştin, derbiderî û wêrankirina li welat berdewam e, tev li wisa jî miletê Sûrî bi sebir e û her tiştî fedayî azadiyê didin.   Îro û ji destpêka Meha Rojiyê, em dîsa dibêjin baweriya me bi Xwedê û bi Miletê Sûrî heye, û em hêvî dikin heta ko Remezana dahatî...

Hevbendiyê Parêzgeha Idlibê Wek Navçeyek Sosretlêbûyî Ragihand

Daxuyaniyeke Rijnamevanî Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê 1 cehzeran 2016 Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tevaya navçeyên parêzgeha Idlibê bi "Navçeyek Bobelatê" radigehîne, û ji damudezgehên hikûmeta demkî û ji sercem dezgehên pêwendîdar, yên sivîl û leşkerî daxwaza amadekarî û terxankirina hemû bizav û şiyanan bo dabînkirina pêdawîstiyên barê tengaviya bo xelkê sivîl dike. Hevdem Hevbendiya Niştimanî sercem rêxistinên mirovî û desteyên navnetewî û dewletên piştgiriya gelê sûriyê dikin, têxe di ber berpirsyaratiyên wan de li hember sivîlan, û daxwaza giringiya destêwerdanek bilez û awarte dike ji bona piştevanîkirina deste û dezgehên Sûriyê yên karan li ser qadê bikin, tevî piştgiriya artêşa azad , ji bona rizgarkirina sivîlan û raguhestina birîndaran û bi hawarçûna bi hezaran niştecî û koçberan û bergirtina êrîşên li hember wan. Raportên ji navçeyê tên, dupat dikin ku navçe tûşî operasyonên kuştin û wêrankarin û koçberiyê dibe, û navçeyên sivîlan û nexweşxane û mizgeft û kampên penaberan tên armanckirin, bi oparesyonên firokên şer yên dagîkariya Rûsiya û rêjîma Esed, bi bombebarankirina gund û bajar û bajarokan bi bermîlên teqîner, hevdem digel topbarankirina berdewam, ku di van oparisyonan de heta niha 54 şehîd ketine û di nav wan de 11 zarok...

Hevbendî Daxwaza Piştgiriya Artêşa Azad Û Garantiyên Mafên Sivîlan Dike

Daxuyaniyek Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, daxwazê ji serkirdayetiya Hevpeymaniya Navdewletî dike ku bi cidiyet danûstandinê bi tevaya pêkhateyên artêşa azad re bike, yên ku amadebûna xwe radighînin ji bo beşdarbûna di rizgarkirina bajarê Reqayê û rûberûbûna rêxistina "DAIŞê " de, û dixwazin piştgiriya wan bi çekan û sîwana asîmanî ya lazim bibe . Pirçekirina artêşa azad ya Sûrî mercekî ku tu berdêl jêre tuneye ji bo parastina sivîlan ji terora rêjîma Esed, û rûberûbûna DAIŞê, û şikandina terora wê, û rizgarkirina navçeyên di bin kontirola wan de, û bikarînkirina sivîlan ji bo rêvebirin û xizmetkirina wan ji bo vegerandina jiyana sivîl li wan navçeyan. Hevbendî tekeziyê dike ku çi hêzek xwecihî yan derekî hewla derfetgirtina duruşma dijîtiya terorê dike. ji bo cîbecîkirina armancin taybet yên ne ji bo cîbecîkirina hêvî û daxwazên gelê Sûriyê û rizgarkirina wî ji Rêjîma sitemkar û hêzên terrorist ên tundrew û vegerandina mafên gelê Sûriyê, ew tên dîtin wek pirojeyekî dagêrkirinê yê nû ji bo şikandina viyana Sûriyan. Û ji lewra ew hişyariyê dide derbarê berdewamiya şêweyê karê niha, yê ku tenê piştgiriya kartêker dide aliyekî tenê, yê girêdayî bi rêjîma Esed a terrorist û hevpeymanên wê ve, û tewan...

Page 102 of 137 1 101 102 103 137

Nûçeyên Dawî