Destdirêjiya Rûsiya Ya Hovane Li Ser Himus Û Gundewarê Wê Pilaneke Koçberkirin Û Qirkirinê Ye
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Di dema ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, dubare karên teroristî yên rêjîma Esed û destdirêjiyên Rûsiya û Îranê şermezar dike, hevdem helwesta navnetewî ya lawaz li hember van destdirêjiyan jî şermezar dike, û tekez dike ku bilindkirina asta leşkerî ya vê dawiyê bi serkêşiya sêgoşeyî( Rûsî, Îranî,û Esed )li ser gundewarê Himsê, dibe temamkirin ji pilana valakirina parêzgeha Himusê ji welatiyên wê, her weha dibe temamkirin ji piroseya koçberkirina tayifegerî re, û pêkanîna pirojeyê "Sûriya mifadar" yê parçekirinê, yê bi milîşiyên Îranê hatiye spartin ji bo pêkanîna kembera Şama paytext, ku Rûsiya û hêzên rêjîmê dirêjiyê didin berdeawamiya vî pirojeyî li Himusê bi rêka qirkirina sivîlan û armanckirina komelgehên nişteciyan bi behaneya jinavbirina terorê. Hevdem ligel destpêkirina êrîşên Rûsiya li ser Sûriyê û armanckirina sivîlan li gundewarê Himusê û kuştina hejmareke mezin ji qurbaniyan, careke din rêjîmê derfetek dît bo destpêkirina kar û riftarên tawankarî; bi rêka herdu hevparên xwe yên Rûsî û Îranî, yên derfet dan rêjîmê ji bo pêkanîna bizavên leşkerî bo encamdana tawanên zêdetir li gundewarê Himusê, nemaze ku nişteciyên wê navçeyê, di baredoxên zehmet de dijîn bi sedema dorpêça dijwar ya berdewam. Oparisyonên bombebarankirin û êrîşên firokên Rûsiya di nava...