Destêwerdana Rûsî Di Sûriya De Karekî Dijmikarî Ye Û Pişkdarî Ya Rêjîmê Ye Di Tawanên Qirkirinê De
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Nûçe û daxuyaniyên belav dibin, şandina hêzên Rûsiya li ser perava Sûriyê û hin firokxaneyan tekez dikin, ev kar nîşana destêwerdaneke Rûşî ya leşkerî bi awayekî rasterast di Sûriya de ye; hêjaye gotinê ku hin helwestên fermî yên Rûsî bi vê destêwerdanê mukur tên û dibêjin ku ew girêbestên berê cêbicê dikin. Em di Hevbendiya Niştimanî de vê destêwerdanê pirotisto dikin, hevdem em tekez dikin ku Rûsiya bi vê reftara xwe ya dijminkarî kiryarên xwe ji qonaxa piştgiriya rêjîma tawankariyê û cînosayîdkirinê yekser veguhest bo qonaxa destêwerdana leşkerî ya rasterast li kêleka rêjîmeke nerewa û li ber ketinê ye. Destêwerdana Rûsiya ya rasterast, serkirdayetiya Rûsî yekser têxe cihê dijminatiya miletê Sûriyê, û hêzên wê li ser xaka Sûriyê dibin hêzên dagîrker, ku ev biyekcarî berovajî berpirsyaretiyên wê yên taybet tên, wek Rûsiya Fideral ku erkê wê parastina ewlehî û aştiya navdewletî ye wek dewleteke endama herdemî di Encûmena Ewlekariya Navdewletî de. Destêwerdana Rûsiya di Sûriya de nikare rêjîmê rizgar bike û ne rewatiyê lê vegerîne, û nejî dikare careke dî wî bide pêş di desthilatê de, herwiha xelkê Sûriyê ji daxwazên azadiyê navegerin, lê wê bibe sedema kuştin û wêrankarî û koçbarkirinek zêdetir (her wek heman destêwerdana Îranê...