Em Tekeziyê Li Ser Yekîtiya Xaka Sûriyê Dikin
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî retkirina xwe ji her pêşniyarekê re, yan bazarekê re, yan bêqîmetkirinê re ji vîn û daxwaza gelê Sûriyê re,derbarê yekîtiya Sûriyê bi xak û gelê xwe ve dupat dike, û qebûl nake ti kes hewl bide ku têkoşîna Sûriyan ya ji bona rûxandina rêjîma zordarî û tawankariyê vêketiye; ji bona derbaskirina pilanên parçekirina Sûriyê bikar bîne, ji ber ku ev nagunce bi giyan û xwestekên veguhestina welat bo dewleteka Sivîl û demokratîk û serbixwe têde hemû welatî wek hev bin bê cudahî li pêş zagonê. Em tekez dikin ku Hevbendî û herwiha hêzên şoreşê, li dijî her pirojeyekî ku vajî yekîtiya Sûriyê be dirawestin, li jêr çi bihane û nav û gotinê be, hevdem em destweşiyê li hevgirtina gelê Sûriyê yê resen û têrçand û pêkhat dikin, û bi yekcarî em bawerin bi rawestandina hemû Sûriyan li hember hewlên belavkirina cudahiyê, û em serbilind in bi pêgiriya wan ya berdewam bi parastina piransîpên şoreşê tevlî hewlên berdewam yên bo guhertina berê şoreşa me ya bo geşekirina Sûriyayek yekgirtî bi xak û gelê xwe ve û wefadar ji qurbaniyên gelê Sûriyê re. Hîşam Merwa Cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê 26 gulan 2015