Daxwiyanî

Biryara Encûmena Asayîşê Hejmar 2235

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Encûmena Asayîşê biryara hejmar 2235 ya  roniya kesk dide bo dirustkirina mêkanîzima lêkolînek hevbeş  bo destnîşankirina berpirsên di ber bikaranîna çekên kêmyawî li Sûriyê li xwe girt. Hevbendiya niştimanî destxweşiyê li hemû bizavan dike, yên ji bona pêşkêşkirina berpirsyarên êrîşên bi çekên kêmyawî li Sûriyê bo dadgehê, hevdem Hevbendî komkujiya Xûta Rojhilata Şamê li tebaxa 2013an li bîr tîne ku têde bêhtir ji 1400 kesî hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn,û hêjî tawankar serbest in û rojane bi encamdana tawanên hovane li tevaya Sûriyê radibin, ku ji wê gavê û heta niha zêdetir ji 120 êrîşên kêmyawî bi gaza kilorê li dijî sivîlên Sûriyê hatine encamdan. Pêwîstbû biryara 2235 ew rastî tekez kiriba ku berpirsên rêjîmê heman tawankarên rasteqîne ne tevî Bişar Esed jî, ku karîn û desthilat di destê wan de bû bi derxistina fermanên van êrîşan,û berî niha beşek ji çekên xwe radestî rêxistina qedexekirina çekên kêmyawî kirin li jêr fişaran û biryara Encûmena Asyîşê hejmar 2118, ku pêwîst bû Encûmena Asayîşê û ligor biryara 2118 rêşûnên tundtir sepandibana li dijî rêjîma Esed û li jêr benda heftan ya soznameya Netewên Yekgirtî, hevdem ku bikaranîna berdewam ya çekên kêmyawî di çarçoveyekî tengtir de metirsiyek...

Hevbendî Bi Erênî Li Biryara Cezakirina Tawankarên Kîmawî Dinere

Daxuyaniyek Rojnamegerî Em Di Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, razîbûna xwe bi giştî didin bo biryara nemre 2235 a ku ji hêla Encumena Ewlehiya Navdewletî ve derçûye, û tê de berpirsên êrîşên çekên kîmawî  dijî  milletê Sûrî  destnîşan dikin  , wek destpêka pêşkêşkirina wan ji dadgeha navdewletî re. Tev hebûna nîşanên pir û bêguman li ser pirsyariya rejîma Esed di ber pilankirin û pêkranîna wan êrîşan , û hebûna alavên berhemdan û bikaranîna çekên wan  , û hebûna viyana tewankariya bê dudilî li rex wî, herweha koma nîşanên ku şandeyên lêpirsîn û şopandina rastiyan dane hev. Em di Hevbendiyê de ji dwletên endam di Encumena Ewlehiyê de dixwazin ku vê biryarê bi awayin diyar û pêkhatî ji şêwazên cezakirinê  aktîv bikin, ta ku tawankarên bikaranîna çekên kimawî û gazên jehrdar cezaya xwe ya hêja bistînin, di heman demê de tekeziyê li ser aktîvkirina rola Encumena Ewlehiyê dikin,  di riya deranîna biryarên ku milletê Sûrî biparêzin û makîneya kuştinê rawestînin, û bi hêz ber bi çareyek siyasî  ya koçkirina Esed  misoger bike, û hêviyên milletê Sûrî bi cî bike, û Sûriya bigihêje perava aramî û asayiyê.    Salim El – Mislit Berdevkê Fermî Bi Navê Hevbendiya Niştimanî Bo...

Revandina Bêhtir Ji 100 Xêzanan Li Ser Destê Daîşê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Nîstimanî bi guhdanek mezin raportên derbarê revandina bi dehan xêzanên Siryanî li bajarokê Elqeryetên li parêzgeha Humsê li ser destê rêxistîna DAÎŞa terorîst dişopîne, ya diyar e ku ev tawan hatiye kirin bi sedemin olî ,ji ber ku yên hatine revandin kesin Xiristiyanî ne. Di dema ku em vê tawanê şermezar dikin; hevdem em tekez dikin ku rêjîmê pişkdarî di rêxweşkirina ji vê tawanê re kiriye, ku DAÎŞê roja çarşema bûrî bajar kontrol kir di encama şerekî gomanlêkirî di navbera wê û hêzên rêjîmê û mêlîşeyên hevalbendên wê de, ku paşî rêjîmê hêzên xwe ji navçeyê vekişandin da çarenivîsa xelkên wê bikeve di destê DAÎŞ de, di sînaryoyekî de nêzîkî sînariyoya radestkirina bajarê Tedmurê. Hêjaye gotinê ku rêxweşkirina bi mebest ya hêzên rêjîmê li pêş pêşketinên DAÎŞê û bi taybetî li navçeyên pirnetew û ol, tê ji bona bikaranîna wê ji bo armancên siyasî; lê di heman demê ev pêşketin tekez dikin ku rêjîm dîtir nikare berevaniyê di ber qada xwe de bike.   Em di Hevbendiya Niştimanî de tekez dikin ku emê hemû bizavên pêwîst û berdest bimezêxin ji bona dûvçûna vê rûdanê û rizgarkirina revandiyan, û xistina van kiryar û binpêkirin û tawanên DAÎŞê û...

Derbarê Dorpêça Kêşeya Sûriyê Ya Ku Şandarê Navdewletî Stîvan Dî Mîstora Pêşkêş Kir

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Derbarê bizavên Netewên Yekgirtî û şandarê wê yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mestora û dorpêçkirina wî ya dawî ji mijara rewşa Sûriyê re ya ji Encûmena Ewlekariyê re hatî pêşkêşkirin, Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê dixwaze tekeziyê li ser van xalan bike: 1-Em giringiya pabendiya şanderê taybet bi daxuyaniya Jinêv tênin ziman, û piroseya veguhestina siyasî rasteqîne be û veger jê nebe, û tekeziyê dikin li ser ku Sûriya "Dewletek yekgirtî serbixwe û xudan serwerî ye", û kar ji bona avakirina sîstemek demokratîk li ser binemayê firealîbûna siyasî û veguhestina desthilatê bi rengek aştyane bête kirin, û mafên Sûriyan li ser binyatê hemwelatîbûna wekhev bête gerantî kirin. 2-damezrandina desteyeka fermanrewiya veguhêz bi tevaya desthilatan ligor biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2118, û diwemîn paşbenda wê dibe bingeha serkeftina pirosêsa siyasî ya bi çavdêriya Netewên Yekgirtî, û tekezî li ser pêkanîna lihevkirinek sûrî li ser cêbicêkirina daxuyaniya Cinêv wê bibe fakterê bidestxistina lihevkiriek  navdewletî nemaze di navbera dewletên çavdêr ji daxuyaniya Jinêv re. 3-Ku herdem Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê pêgirî û pabendiya xwe bi çareseriya siyasî û daxuyaniya Jinêv û biryarên Encûmena Ewlekariya navdewletî yên pêwendîdar dupat kiriye, û amadebûna xwe daye nîşandan bo tevlîbûna pirosêsa...

Hevbendî Hişyariyê Dide Li Ser Xemsariya Civaka Navdewletî Derbarî Zebedanê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rêjîma Esed têk diçe tevlî pirbûna tawanan û mukumkirina dorpêçkirinê û tevlî hemû hewlên wê ji bona bidestxistina her serkeftinekê bo bikaranîna wê di piropagendeya xwe de, nemaze ku rojev bi hemû bûyerên xwe ve û tevî ku karên mîlîşiyên beşdar diyar dikin ku rêjîm  amade ye her tiştî di ber armancên xwe de bike. Rêjîm hêç rêyekê nabîne ji bona paşxistina têkçûna xwe ji bilî tawankariyê û êrîşên hovane û bombebarankirina sivîlan bi bermîlên teqîner, ku di van demjimêrên dawiyê de bajarokê Zebedanê bi tevayî û bajarokên derdora wî têne armancekirin wek hewleka bêhêvî bo neçarkirina şoreşgeran li ser paşketinê. Lewra Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide komelgeha navdewletî derbarê pêkanîna hêzên rêjîmê ji komelkujiyekê re derheq sivîl û dorpêçkiriyan, û hevdem perpirsyaretiya parastina sivîl û nişteciyan têxe li ser milê civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî berî ketina komelkujiyek weha, nemaze ku guhertin û pêşhatên bilez berpirsyartiyê têxe li ser milê hemû aliyan. Salim Elmislt Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê 29 tîrmeh 2015

Derbarê Komîta Dubare- Damezirandina Encûmena Leşkerî

Li gora biryara ko ji Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê roja 14.06.2015an di civîna 22an de li Istanbulê derçûye, navê birêzan wek endamên Komîta dubare damezirandina Encûmena Leşkerî hate ragihandin:  1- Dr. Heysem Rehmê 2- Dr. Nesir Elherîrî 3- Mamoste Ehmed Xesan Tînawî 4- Mamoste Selaheddîn Elhemewî 5- Mamoste Wasil Elşemalî 6. Birêz Yûsif Mehlî 7- Biêz Ednan Rehmûn 8- Birêz Şelal Gedo  Biryar destnîşan dike ko ev kesanan dê bi erk û barê xwe rabin bi danûstandina bi hemû Alayên Şoreşgerî û leşkerî re û bi wan re şêwirdariyê ji bo binavkirina endamên wan nûnerên Encûmena Leşkerî û serpereştiya Bala ya Leşkerî bikin da rêz bi rêz biyek bin ji bo amancên Şoreşa me misoger bibin.  Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ev komîta ha dest bi karên xwe kiriye û rojane bi çendîn Alayên Leşkerî û Şoreşgerî re li seranser qada Sûriyê danûstandinê dike. Û ewê berdewam bizavê bike heta ko karûbarê xwe bi zûtirîn çax pêk bîne. Heta evê kêlîkê karê xwe bidawî nekiriye û çi gava karûbarê xwe bidawî bike ew dê encaman ragihîne. Hevbendî bangê li hemû aliyan dike ko hevkariyê bi komîtê re bikin da karê xwe misoger bike....

Derbarê Operasiyonên Leşkerî Yên Dijî Daişê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê xweşhaliya xwe bi operasiyonên leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Daişê da. ew operesyonên bi amanca şerê hêzên tirorist yên ko bi hezaran sûrî kuştin. Di heman çaxê ko gelek alî û di serî de Rêjîm dixwazin ko tiroristiyê bişînin derveyî Sûriyê da gefan ji dewletên cîran û Herêmê çêbikin. Tev ko gelek coreyên Tiroristiyê û alavên wê hene lê Rêjîma Esed ew dimîne maka bingehîn ya Tiroristiyê. Ew dixwaze ko rêbaza xwe û siyaseta xwe bi hevkariya Rêkxistinên tundrew wek Rêkxistina Daiş ya tirorist û bi hevrêzî bi partiyên din re yên ko ew jî wek wî heman tundiyê dikin. Dîsa Hevbendiya Niştimanî tekez dike rêbaza tenê ko herêmê aram bike ew e ko beraberiya tiroristiyê û jêderê wê yên rastî bibe. Gerek rola ko Rêjîma Esed dilîze ber çavan bête dîtin,ji ber ew piştgiriya Rêkxistinên Tirorist dike da  derfetê bo berdewamiya xwe çê bike. Operasiyonên Daiş li dijî miletê Sûriyê rêjeya guncawbûna wan bi siyaseta Rêjîmê re giha 88%. Gelê Sûriyê red dike ko xaka Sûriyê bibe warê Rêkxistinên di lîsteya tiroristiyê de, û hîç napejirîne ko xaka Sûriyê jêdera nearamiya dewletên cîran be. Tirkiya li kêleka...

Derbarê Gotubêjên Serastkirina Siyasî Li Sûriyayê

Daxuyaniyek Rojnamegerî Ya Hevbeş Ev bûn pênc sal li ser hev, milletê me li Sûrî qurbaniyên mezin datîne di ber azadî û rûmeta xwe de û bidawîkirina desthilatiya zordariyê û avakirina sîstemeke sivîl û dimuqrat li ser bingeha pirnetewiya siyasî, veguhestina desthiltê bi şêweyên aştiyane, û misogerkirina mafê hemû Sûriyan li ser bingeha niştecîbûna wekhev. Di bin siya sistbûna Civaka Navdewletî û metirsiyên ceddî li ser hebûna Sûrî û yekîtiya millet û erda wê, ku ew jî ji encamên dijwarkirina kiryarên kuştin, wêrankirin, derbiderbûn, tawanên cengê û qirkirinê, û tawanên dijî mirovahiyê yên ku rejîmê û milişiyên regezperist ew anîne, û hêzên  tirorê ên sînor derbaskirî, di serî de rêxistina Daiş û Qa`îde pêk tînin , herweha ji ber pirsiyariya niştimanî derheqê  millet û welatê me, Hevbendiya Niştimanî bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî gotubêjin bi Desteya Hevrêziya Niştimanî Bo Hêzên Guhertina Dimuqratî li Biroksilê di roja 22-24ê Tîrmehê/ Yolyo 2015an lidar xist, civînê rewşa miletê me û helmeta ku raserî wî tê û çawaniya rûbirûkirina wê di riya erkeke niştimanî hevbeş re ku hemû hêzên şoreşê û hevrikiya Sûrî bicivîne, di riya nerîneke hevbeş re rê bide berdewamiya operasyona siyasî bi çavdêriya Netewên Yekbûyî gotubêj kir. Her du alî...

Berdewamiya Kuştaran Nîşana Têkçûna Civaka Navdewletî Di Hilgirtina Pirsyariyên Xwe De Ye

Daxuyaniyek Rojnamegerî Berdewamiya tawankariya rejîma Esed, li ser Civaka Navdewletî ferz dike ku parastina sivîlan bi hemû awayan bike, di riya ferzkirina deverek aram, kişandina hemû coreyên danpêdana yasayî bi rejîma Esed, herweha serastkirina istiratîjiya Hevpeymaniya Navdewletî li ser asta hejmara armancên dane ber çavê xwe, û hevrêziya bi hêzên aktîv li ser erdê re, herweha pêwistiya danîna navê Esed di serê lîsteya armancên xwe de, ji ber ew çavdêr, rêvebir, û jêdera sereke ya  tirorê ye. Piştî armanckirina taxa El – Mexayîr, duh, li hindirê Helebê di riya sarûxek erd- erd re, firokeyên cengî yên rejîmê bumbebarankirina xwe ji taxa navbûrî re îroj nîvro nû kir, kuştarek pêk anî, û 28 kes şehîd ketin û bi dehn birîndar bûn, wêranek mezin di malên xizantirîn tax di Helebê de li pey xwe hişt, di heman demê de firokeyên rejîmê bi bikaranîna bermîlên teqîner kuştarek li gundê Qesr El – Birêj îroj nîvro pêk anîn, di encamê de 18 şehîd ketin hindek ji wan zarok  û jin in, û 53 birîndar jî hebûn. Hevbendiya Niştimanî şermezariya xwe ji tawanên berdewam re ku rejîma Esed li bajarê Helebê, û hemû erda Sûrî de dike nû dike, û sersaxiyê ji xelkên şehîdan re...

Hevbendî Teqîna Tirorist a Sirûcê Şermezar Dike

 Daxuyaniyek Rojnamegerî  Bi navê Hevbendiya Niştimanî, şermezariya xwe ya tekûz ji vê operisyona tirorist ya ku vê sibehê komek ji mirovên lihevciviyayî li bajarê Sirûcê armanc kir tekez dikim, û ez giringiya saxlemiya Tirkiyê ji Sûriyan re tekez dikim , û rawestana milletê Sûrî li rex millet û hikûmeta Tirkî nû dikim, bo şerê van kiryarên hewil didin tenahî û aramiya wê armanc bikin.  Hevbendî germtirîn behîdariya xwe  bo xelkên qurbaniyên vê dijminkariya kirêt pêşkêş dike, bi kûrbûna birîna ku tirorê bi kirêtiya xwe kolaye hest dibe, ew êşên ku xelkê Sûrî xweş wan fam dikin, bi taybet di van rewşên dijwar de ku tê re derbas dibin, em bi Tirkî û karîna wê di şerê van metirsyan de bawer in.  Salim El –Mislit  Berdevkê Fermî Bi Navê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî  20ê Tîrmeha 2015an

Page 116 of 137 1 115 116 117 137

Nûçeyên Dawî