Daxuyaniya Wezareta Berevaniyê Û Desteya Erkana Giştî Ya Hikûmeta Sûriya Demkî Derbarê Bûyerên Navçeya Zebedanê
20 Tîrmeh 2015 Binavê Xudayê mezin û mehreban Birayên şervan li ser hemû eniyan Xuşk û birayên Sûrî ji derve û di hindur welat de Navçeya Zebedanê ev bêhtir ji du heftiyan e tûşî pilamareka dijwar dibe ji aliyê hêzên rêjîma tawanbar û bi piştgiriya çeteyên terorîst ji Îran û Hizibulaha terorîst û terorîstên Lîwayê Zû Elfiqar yê Îraqê û hin bandên reş û tawankariyê, ku ev pilamar hevdem tê ligel êrîşên zaf yên firok û hilîkopterên rêjîmê li ser heman navçeyê ku navçe hatiye armancekirin bi zêdetir ji 600 bermîl û 300 mûşekî, hevdem ligel bikaranîna çekên mewda dirêj, ligel dorpêçkirina birayên şoreşger di Zebedanê de, bi hewl û hêviya veşartina şikestinên xwe yên li eniyên başûr û bakur. Wezareta berevaniyê û desteya Erkana hikûmeta demkî êrîşên li ser Zebedanê bi taybetî û yên li ser navçeyên din bi giştî bi pilamareka derve ya Îranê li qelem dide ku bi awayekî diyar û aşkere tên pêkanîn ji aliyên hêzên terorîst bi serkêşiya Îranê û sîxorên wê û bi hevkariya rêjîma tawanbar li dijî gelê Sûriyê, bi vê çendê wezareta berevaniyê û desteya Erkan daxwazê ji Encûmena asayîşa navdewletî dike bo hilgirtina erk û berpirsyaretiyên xwe û danîna sînorekî bo...