Daxwiyanî

Em Bi Tundtirîn Peyvan Armanckirina Sivîlan Li Eyn Elereb(Kobanî) Şermezar Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Em bi tundtirîn peyvan hemî operasyonên kuştina sivîlan yên ku li Sûriyê pêk tên şermezar dikin ,bi taybetî tiştê ku duhî li Eyn Elereb (Kobanî) çêbû, ku li gor agahiyên çalakvanan û malperên kurdî yên taybetmend li wî bajarî hejmara şehîdan bi ser 100 kesî ketiye, piştî endamên Daiş bi dizî derbasî bajêr bûn û du otobêlên bombekirî di nîvê taxên sivîlan de teqandin. Hevbendiya Niştimanî bi rêz û hurmet li li ber giyanê qurbanî û şehîdan radiweste, û sersaxiyê dide mirovên şehîdan û tevahiya gelê Sûriyê , û tekeziyê dike li ser ku divê piştgiriya kesên berevaniyê di ber sivîlan û şoreşa gelê Sûriyê û mafên wî yê rewa de dikin bibe. Mihemed Yihya Elmektebî Emîndarê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê 26 Hezîrana 2015

Sivîlên Hesekê û Kobanî Qurbaniyên Tawankariya Esed û Rêxistina Dewletê Ne

Daxuyaniyek Rojnamegerî Em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de bikaranîna sivîlan mîna mertalin mirovahî û devrên avahî mîna qadên şer şermezar dikin, herweha em tawanên rêxistina dewletê a tirorist û rejîma Esed dijî milletê Sûrî jî şermezar dikin. Nûçeyên ku ji bajarê Hesekê tên pir bi tirs û mereq in, sivîl di navbera du aliyên ku pişberkiyê di çandina tirs û tirorê di her derê de dikin dorpêçkirî ne. berdewamiya hêlana sivîlan di navbera çakûçê rejîma tirorist û Sindanê rêxistinên tirorist tu encaman jibilî ber bi têkçûnê de nade. Em van  kuştarên metirsdar ku rêxistina Dewletê a tirorist derheqê Kurdan li Kobanî dikin şermezar dikin. Rewşa falica li ser asta navdewletî,  û derengiya bidawîkirinekê ji vê rejîmê û pêvekên wê ji rêxistinên tirorist, wê rewşê ne ji berjewendiya tu kesî re xerabtir bike, bi taybet piştî nekarîna istratîjiya Hevpeymaniya Navdewletî ku rêxistina Dewlatê her car li dorê diftile û eniyin xwe yên nû li vir û wir vedike diyar kir. Îroj em dibînin êrîşan li bajarê Kobanî dike, gefan li sîvîlan dixwe, û wan serjê dike. Hevbendiya Niştimanî li rex xelkên Hesekê û Kobanî radiweste, destê xwe dixe destê wan de, û tekez dike ku hêzên şoreşgeran li Sûryayê qels nabin...

Rêjîm Tawanên Xwe Kirêtir Dike Bi Armanckirina Mizgeftan Di Dema Fitarê De

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hilîkopterên rêjîma Esed êvariya duhî û di kiryareka tererostî ya pir kirêt de, bermîleka teqîner avêt li ser Mizgefta Se'ed Elensarî li bajarê Helebê di dema fitarê de, ku têde xwarin li ser hejaran dihat parvekirin,  û bi egerê wê kiryara çepel û ligor tişta hatî belgekirin heta vê gavê 16 sivîl hatine şehîdkirin û bidehan kes birîndar hene. Ev tawanên rêjîmê tên di çarçoveya zincîreka êrîşên tawankarî de, bi armanca veşartina şikestinên xwe di eniyên şer de, herwiha tên di çarçoveya hewl û pilanên xwe yên tolvekirinê nemaze di armanckirina Sivîlan de, tevlî têkşikestina hemû alavên kuştin û wêrankirinê yên hovane yên rêjîm bikar tîne ji bona şikandina vîn û baweriya Sûriyan.   Em di Hevbendiya Niştimanî de û tevlî baweriya me ku her tawanek ji aliyê firokên rêjîmê yekser em têxin ji encamê şikestina Civaka Navdewletî di hilgirtina kar  û erkên xwe û neserketin û xemsariya wê di sepandina navçeyek tenah de da bibe rêgir li pêş rêjîma Esed, tevlî ku em hest dikin ku Cîhan sûre li ser hiştina miletê Sûriyê bitena wî di şerekî demvekirî de li dijî rêjîmeka tawankar ya piştrast bi piştgiriya hin rêjîmên herêmê û Cîhanê yên xema xwîna miletan naxwin,...

Eger Bermîlên Esed Berdewam Bin Wê Hejmara Penaberan Jî Bêtir Be

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi qurbaniyên ko Penaberên Sûriyê û sebir û samana wan li ser ewan çar salên buhirî diyar kir. Piştî ko binvênevê dev ji mal û milkên xwe berdan ji ber şer û kuştin û tiroristiyê reviyan. Şerê ko Rêjîma Esed ew birêve dibe da Şoreşa azadî û rûmetê têk bibe û ji hemû kesên ala Şoreşê hilgirtine tolê hilîne. Bi dûmahiya sala 2014an re hejmara Penaberên Sûriyê gihişt 3.8 milyon Penaberî, li dewletên derûdor belav bûne. Her wiha hejmara Derbiderên hundirê Sûriyê gihiştî bêtir ji 7.6 milyonî li gora raporta Birêveberiya Penaberan ya bi ser Netewên Yekbûyî ve û gelek ji wan Derbideran pir rewşa wan aloz e, piştî ko berê xwe dane Herêmine din ko bi sedema Rêjîmê ew dorpêç kirine li ser wan feriz bûne, û nehişt ko Rêkxistinên navdewletî derbasî wir bibin. Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi bizavên dewletên mêvandariya Penaberên Sûriyê kirine û bi taybetî yên cîran diyar dike. Her wiha dozê li Civaka Navdewletî dike ko bêtir alîkariyan pêşkêş bike da ko pêdiviyên bi hezaran Penaber dabîn bike. Em tekez dikin ko mezintir alîkarî bo Penaberên Sûriyê ew e ko karibin ewan li Welat vegerînin. Bi peydakirina Herêmên aram...

Rejîm Nameyin Siyasî Û Tirorist Bi Xwîna Sivîlan Imze Dike

Daxuyaniyek Rojnamegerî Di berdewamiya siyaseta xwe ya ku li ser çêkirin û birêxistina tirorê mîna  alavek siyasî û tawankarî bo misogirkirina mana xwe ava dibe, rejîma Esed wênesazkirina hûrbîniyên dîmenê bi xwîna sivîlên bêçek bidawî dike, ta bêtir nameyên siyasî  yên riswakirî derbas bike. Duh bi roj, di heman dema serdana şanderê navdewletî Stîvan Dî Mîstora de, bi dehan bumbeyên hawinê li ser taxên paytextê ketin, lê dûrî deverên ewlehiyê û leşkeriyê bûn, bi taybet li ser deverên avahiyan bûn. Di sinaryoke tawankarî de, ku li ser xwînê ava bûye, û ji ezmûneyin berî niha û dûbarekirî ku endamê ewlehiya rejîmê bajar armanc kirine û tawana xwe xistine stuyê şoreşgeran de. Di heman dema serdanên berpirsên ewropî de. Hevbendiya Niştimanî şrmezariya xwe  bo çi armanckirina deverên sivîl tekez dike, û tîne ziman ku ketîbeyên şoreşgeran bi biryara nearmanckirina deverên avahî dikin, û xwe di operasyonên ku xal û komgehên ewlehî û leşkerî  armanc dike berpirs dibînin. Xelkên paytextê dizanin ku bûne girtî di destê rejîma ku wan bi destê xwe bumbebaran û qir dike, dûv re dixe stuyê şoreşgeran de, da ku bandorekê li  opersyona siyasî bike, û daran bixe ber dûlabê çi çareya mumkin de. Hişam Merwa Cîgirê Serokê...

Hevbendî Pîrozbahiya Hatina Meha Rojiya Sala 1436 K Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî tevaya miletê Sûriyê sebaret hatina meha Rojiyê pîroz dike, û bihêvî ye ku wê Xwedayê mezin xêr û xweşî û serkeftinê bi ser Sûriyan de bîne. Emê evê Rojiyê bigirin û qehremanên me serkeftin li pey serkeftinê pêk tînin. Heta nuha bajarê Idlib û piraniya Gundewarê wî rizgar kirine û parek berfireh ji Parêzgeha Der’a ji destê Rêjîmê û Çeteyên wî û endamên Hizbullaha tirorist derêxisrine. Her wiha dikarîbûn êrîşên Rêkxistina Dewletê li Gundewarê Helebê û li Herêma Qelemon tevan bişikînin. Em di destpêka evê heyva xêrê de hemû Sûriyan di bîra xwe tînin, Xwedayê dilovan hemû Şehîdan bi dilovaniya xwe şad bike, û sebir û aramiyê ji xelk û mirovên wan re hêvî dikin û hem doza berdana Girtiyan û yên bi kotekî hatine revandin dikin. Her wiha saxlemiyê ji Birîndaran re dixwazin, û bihêvî ne ko Derbider û Penaber zû li malên xwe vegerin. Em milbimil digel ewan Diyên Sûrî yên ko beraber rewşên aloz westiyane û xweragirtine di rûyê rewşên dijwar de. Di destpêka evê heyva pîroz de em digel miletê Sûrî ne yê ko xweragirt û berevaniya mafê xwe ji bo azadî û rûmetê kir. Em li pêşberî reseniya mirovê Sûrî birêz...

Hevbendî Bombebarankirina Bajarokê Elxariya Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Duhî şeva sêşemê rêjîma Esed kuştarek derheqê sivîlên bajarokê Elxariya rojavayê gundewarê Der'a pêk anî, têde komek ji sivîlan hatin armanckirin piraniya wan zarok bûn dema ji Mizgeftê derdiketin, ku heta niha û ligor tişta hatî dîkomentkirin nêzîkî 23 kesan şehîd ketine, ji bilî kesên birîndar bûne û birînên hinan ji wan giran in. Herwiha taxên nişteciyên bajarê Dûma jî rastî armanckirinê bi Firoke û mûşekan hatin, û di encamê de hejmarek kes şehîd ketine ku heta niha hejmara wan nehatiye diyarkirin tevlî wêrankirina çendîn xanî û avahiyan. Em di Hevbendiya Niştimanî de sersaxiya xêzanên qurbaniyan dikin û dilovaniyê ji wan re dixwazin, hevdem em baweriya xwe bi qehremanên eniya başûr nû dikin û destxweşiyê li serkeftinên wan dikin, em hêvîdar in ku di nêzîk de xebata wan serkeftinek mezin encam bide û bibin parêzvanên sivîlan û daxwazên wan dabîn bikin, herwiha em daxwazê nû dikin ku Civaka Navdewletî erk û berpirsyaretiyên xwe derbarî sivîlan hilgire, û dawiyê li siyaseta çavgirtinê ji tawanên rêjîmê  bîne, û em tekeziyê li ser pêwîstiya lezkirinê di pirçekirina artêşa Azad û avakirina navçeyên tenah li ser sînorên bakur û başûrê Sûriyê dikin.  Salim Elmislit Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş...

Rejîma Esed Qumarê Bi Jiyana Ciwanên Sûrî Dike

Daxuyaniyek Rojnamegerî Hîn rejîma Esed qumarê bi jiyana sivîl û leşkerên milletê Sûrî bo mana xwe li ser kursiya desthilatiyê ta dilopa xwîna dawî dike. Û careke dî li deverên ku di bin desthilatiya wî de ne, ji xelkê daxwaza tevêlêbûna nav milişî û komên xwe yên çete yên milletê Sûrî dikujin dike , da fermandariya malbata Esed li ser hesabê xwîna ciwanên Sûrî biparêze. Em di Hevbendiya Niştimanî de hişyariyê bo xort û mirovên me ji milletê Sûrî didin ku tevlî milişiyên Esed nebin, û em tekez dikin ku rejîma wî biryara xwe firotiye rejîma Meleyan li Iranê, û Sûrya kiriye talana milişiyên regezperist û Hizbillah, û kiriye erdek dagîrkiriî ji hêla van tawankarên xwediyên pirojeyên taybet ku tu têkiliya wan bi yekîtiya Sûrî re tune ye, ne erd û ne milet, herweha  em tekez dikin ku endamên hêzên rejîmê îroj di bin fermana pasvanên şoreşger ên Iranî  û serkirdeyên Hizbillah ên tirorist de ne. Mihemed Yehya Mektebî Razgirê Giştî ê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikya Sûrî 16ê Pûşbera 2015an  

Beyana Bidawîkirina Civîna Xuleya 22an Ya Desteya Giştî Ya Hevbendiyê

Daxuyaniya Dawiyê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civîna xuleya xwe ya bîst û diwem de ya li bajarê Istembolê di rojên 12 û 13 û 14ê Cehzîranê de hat girêdan, û têde hindek fayîl û mijarên gerim hatin diyarkirin û gengeşekirin û di pêşiyê de doseya guhertinên nû yên siyasî hatin rojevê û nemaze guherîna seqaya siyaseta navdewletî bo rêvebirina piroseya çareseriya siyasî li Sûriyê, tevî gengeşekirina hevdîtinên Hevbendiyê bi şanderê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora re li heryek li Jinêv û Istenbolê û lênêrîna Hevbendiyê li bicihkirina daxuyaniya Jinêv û damezrandina desteyeka hikumraniya veguhêz li Sûriyê, û herwiha ji giringtirîn mijarên di Civînê de hatîn goftugokirin, mijara hevdîtina desteya Siyasî ligel balyozên Yekîtiya Ewropî.   Desteya Giştî di fayîlê meydanî de li cêgirê serokerkan û hejmarek serkirdeyên hêzên leşkerî guhdarî kir, li ser destkeft û pêşketinên meydanî û yên stratîjîk yên şorşgeran li ser sercem eniyên Sûriyê bidest anîn. Di mijarek din de û derbarê fayîlê kargeriya Sivîl di navçeyên rizgarkirî de, raportek têr û tesel hat li ser serdana şanda Hevbendiyê bo bajarê Idlibê yê ku pêkhat ji heryek serokê Encûmena bilind ya kargeriya xwecihî Celaleldîn Xancî û serokê komîteya saxlemiyê Cewad Ebû Heteb û rêveberê...

Hevbendiya Niştimanî Ya Sûriyê Welîd Elomerî Ji Endamtiyê Xist

  Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî; jiendametîxistina Welîd Elomerî tekez dike piştî piraniya dengan weha xwestin, bi sedema binpêkirina yasayên bingehîn yên Civînên desteya giştî ji ber ku rêz li zagona navxweyî ya Hevbendiyê negirt, û ji ber  derketina wî ji rênima û yasayên demokratîk yên saziyên Hevbendiyê û bi şêweyekî ku nebabetî nûneryetiya Şoreşa Sûrî ye.  Di dema ku Hevbendî tekeziyê dike li ser piransîpa demokratîk di di standina biryaran de , hevdem pabendiyê bi giringiya rêzgirtina yasayên giştî ji her Civînekî re dike, û herwiha giringiyê dide şêwazê demokratîk di pêşkêşkirina pêşniyaran û pesindkirina nêrînan .  Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê 14 Cehzerdan 2015

Page 118 of 137 1 117 118 119 137

Nûçeyên Dawî