Daxwiyanî

Rêjîma Esed Di Sûriya De Tolvedanê Ji Mirovan Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Wek bersivdanekê li ser kontrolkirina Busra Elşam û pêşdeçûnên şoreşgeran li ser çendîn xalan di hindur Idlibê û navçeya Qelemûn de û şikestina hêzên rêjîmê li ser Zemînê , herwiha piştî operasyona "Bahoza Elhezim" û derbeyên dijwar dijî Hûsiyan, rêjîma Esed bi ferman û pilanên rêjîma Iranê Hilmeteka esmanî ya tolvekirinê bi hevkariya mêlîşeyên xwe li dijî Sivîlên Der'a û gundewarê Şamê pêk tîne, bi armanca pêkanîna zêdetirîn tawanên terorî û kuştinê derheq gelê Sûriyê de. Raport û zanyariyên tên amaje dikin bi şehîdbûn û birîndarbûna bidehên Sivîlan, duhî û piştî birdomankirina taxa Der'a Elbeled li bajarê Der'a, torên mafperwer navên 24 şehîdan dîkomînt kirin û di nav wan de sê zarok û afretek jî hebûn û herwiha hilîkopterên Esed nêzîkî 20 bermîlên teqîner avêtin li ser çendîn gund û bajarokên gundewarê Der'a, ku bû egerê zêdebûna hejmara şehîd û birîndaran heta gihişt ku gelek nexweşxaneyên meydanî nekarîna xwe bo pêşewazîkirina birîndaran ragihandin bi sedema hejmara mezin û zehmetiya pêşkêşkirina çareseriyên pizîşkî yên pêwîst. Rêjîma Esed di êrîşekê de li ser mizgeftekê bi firokên şer piştî derketina nimêjkaran komelkujiyek pêk anî di Heresta Elqentere li navçeya Elmerc di Xûta rojhilat de û têde bêhtir ji 20 kesan şehîd...

Bȇdengiya Civaka Navdewletȋ Roniya Kesk e Bo Bikaranȋna Esed Ji Kilorȇ Re Ye

Daxuyaniyek Rojnamegerȋ Her pȇșketinek ji șoreșgeran re çêdibe, Hȇzȇn Esed bi operasyonin tolhildanê sivȋlan armanc dikin, ȗ dixwaze di riya van kiriyaran re tȇkçȗnȇn xwe ȗ milișiyȇn pȇ ve girȇdayȋ ne wenda bike, ȗ ev yek di ȇrȋșȇn ȋroj de dȗbare kir , ȗ ji bȇdengiya Civaka Navdewletȋ ȗ mijȗliya deverȇ bi șerȇ dijȋ tirora rȇxistina dewletȇ fȇde dike, ȗ herweha pȇșxistinȇn herȇmȋ yȇn dawȋ ku li Yemen çȇdibin, ȗ pȇ re tawankariya xwe derheqȇ sivȋlȇn Sȗrȋ di riya bikaranȋna çekȇn qedexekirȋ ji aliyê navdewlet ve zȇde dike. Ȗ di gefek beloq de ji Civaka Navdewletȋ ȗ biryarȇn Encumena Ewlehiyȇ re,  rejȋma Esed ȗ piștȋ rojekȇ ji armanckirina bajarȇ Biniș bi xaza jehirdar,  ȋroj bikaranȋna Xaza Kilorȇ di cara didwan de di nava hefteyekȇ de li bajarȇ Sermȋn li Gundewarȇ Idlibȇ bikar anȋ, di encamȇ de hejmarek kesên ketin rewşa xeniqandinȇ di nav  xelkȇ de çȇbȗn ȗ hatin veguheztin ber bi xalȇn tendirustȋ yȇn meydanȋ ve. Herweha rejȋma Esed kuștarek nȗ li Der`a Elbeled vȇ nivroyȇ bikar anȋ dema ku malȇn sivȋlan bi firokeyȇn cengê bumbebaran kirin, ȗ di encamȇ de 15 șehȋd ȗ bi dehan birȋndar ketin. Guhertin ȗ gelemșeya mezin ku li deverȇ çȇdeibe ȗ tirora ku tȇ...

“Bahoza Elhezim” Rêşûnek Pêwîste Û Divê Bête Ferehkirin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe dupat dike bo operisyona leşkerî "Bahoza Elhezim" ya ku hat wek bersivdanekê bo daxwazên parastina Yemen û miletê wê ji êrîşên dijminkarî yên mêlîşeyên Hûsiyan yên girêdayî rêjîma Iranê. Ev bizav hat bi serkêşiya Şahneşîna Erebistana Si'ûdî û bi hevkariya girûpa dewletên Kendava Erebî û Hikûmeta Yemenê û hin dewletên Erebî , ji bona parastina Yemen û miletê wê ji dagîrkariya Iranê û mêlîşeyên Hûsiyan, ku ev biryar pêngavek durust û dicihêxwede hat , û herwiha rê xweş dike bo pêkanîna bereyekê bo berhingariya pilanên rêjîma Iranê yên devera Erebî bi tevayî armanc dikin. Hêja ye gotinê ku miletê Sûriyê û bi rêka nûnerê xwe yê rewa, dewletên dost û bira han dide bo avakirina hevpeymaniyek bihêz bo bidawîkirina jiyê rêjîma Esed, û bo berhingariya dijî rêjîma Iranê û meremên wê, û herwiha bo bidawîkirina kiryarên wêrankirina Sûriyê ya berdewam, û herwiha da bibe hevkar ji gelê Sûriyê re bo bidestxistina hêvî û daxwazên xwe yên rewa. Dilovanî ji Şehîdan re, Saxî ji Birîndaran re, Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi serbilindî û azadî. Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê 26 Adar 2015

Busra ElȘam Serkeftinek Nȗ Ye Li Ser Riya Azadiyȇ

Daxuyaniyek Rojnamegerȋ Bi hilata elendeke nȗ ji  riya azadiya ku hȇzȇn șoreșȇ sirkirdayetiya wȇ di rȇzgarkirina xaka Sȗrȋ  ji dagȋrkirina rejȋma Iranȋ ȗ komȇn çete ȇn Esed di bin navȇ Milișiyȇn "Berevaniya Niștimanȋ " dike, lehengȇn di yekȋneyȇn eniya Bașȗr bi rȇzgarkirina hemȗ bajarȇ Busra El-șam li Gundewarȇ Der`ayȇ ku mȋna enbarek mirovahȋ bo ȇrȋșa milișiyȇn Iranȋ bikar dihat serkeftinek nȗ li șoreșȇ zȇde kirin. Em ji van yekȇneyȇn eniya Bașȗrȋ  ȇn leheng re pȋroz dikin, serkeftinȇn wan ȇn gewre li ser kujerȇn dagȋrkir ȗ nȗnerȇn wan  li Șamȇ xweș binav dikin, sersaxiyȇ ji malbatȇn șehȋdȇn ku di ber vekirina dorpȇçkirina ku rejȋmȇ ji çend salan ve li ser sivȋlan ferz kiribȗ, ȗ paqijkirina xaka welatȇ me yȇ delal ji ȇrȋșa Iranȋ  dixwazin, di heman demȇ de  spasiya helwesta berbiçav a xelkȇn me yȇn Siwȇda dikin ji ber tȇkbirina wan ji hewldanȇn dagȋrkirina Iranȋ di amadekirina milișiyȇn " Lebeyk Ya Suleyman", bo mijȗlkirina șoreșvanan  ji rȇzgarkirina Busra El- șam. Milletȇ me li Sȗrȋ tekez kir ku tu hȇz, ger çiqas xurt be, nikare wan ji ser riya wan di azadiyȇ de dagerȋne,  tevlȋ kȇmbȗna karȋnan, ȗ hemȗ pȇkhatiyȇn millet dest bi dest bi hev re dikin bo pȇkanȋna armancȇn șoreșȇ...

Hevbendiȋ Pesnȇ Serkeftinȇn Artȇșa Azad Dide

Daxuyaniyeke Rojnamegerȋ Hevbendiya Niștimanȋ pesnȇ serkeftiyȇn berdewam ku Artȇșa Sȗrȋ a Azad piștȋ rȇzgarkirina Bajarȇ Besra Elșam li gundewarȇ Der`a ȗ hindek xalȇn giring li hindirȇ bajarȇ Idlibȇ dide, tev piștgiriya bȇhempa ku rejȋma Esed ji Pasvanȇn șoreșgerȇ Iranȋ ȗ hȇzȇn Hizbillah ȇn tiroist ku her du șer li ser hemȗ eniyan birȇve dibin. Hevbendiya Niștimanȋ  baweriya xwe nȗ dike, bi hȇzȇn șoreșȇ ȇn berevaniyȇ di ber sivȋlan de dikin, ȗ ji derve nerȋnȇn șoreșȇ ȗ exlaqȇn wȇ dernakevin, rȇzȇ didin peyman ȗ belgeyȇn navdewletȋ, em tekeziyê li ser helwesta xwe ya siyasȋ ȗ mana li ser nerȋnȇn șoreșȇ ta rȗxandina rejȋmȇ dikin. Artȇșa Sȗrȋa Azad carekȇ piștȋ ya dȋ tekez dike ku hȇz ȗ nerȋnȇn wȇ cȋgirtȋ ne, ȗ dikare serkeftinan bȇyî dudilȋ ȗ xemsariya navdewletȋ pȇk bȋne, ȗ ew ji nerȋnȇn șoreșȇ di rizgarkirina hemȗ axa sȗrȋ  de ȗ parastina hemȗ pȇkhatiyȇn wȇ ji tawanȇn Esed ȗ rȇxistina rejȋmȇ nayȇ xwar. Salim El – Mislit Berdevkȇ Fermȋ Bi Navȇ Hevbendiya Niștimanȋ Bo Hȇzȇn Șoreșȇ Ȗ Hevrikiy Sȗrȋ 25 Adar 2015

Rêjîm Bermîlên Kilorê Bi Ser Gundewarê Idlib De Davêje

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Helîkopterên Rêjîma Esed Îşev Bajarokê Qemînas li Gundewarê Idlibê amanc kir. Di êrîşê de Bermîlên teqîner yên ko bi gaza kilor dagirtî bûn bikar anîn, bi wê yekê dîsa biryara navdewletî hejmara 2209 binpêkir. Rêjîma Esed bi vê yekê bû 7 êrîşên bi gaza kilorê di 20 rojên di pey derçûna biryarê re bikar anîne, bê ko ji Encûmana Ewlekariênyê an jî dewletên ko li biryarê xwedî derketin û deng danê tu helwest derkeve. Toreya Sûrî ya nûçeyan ya mafê mirovan, 6 binpêkirinên  biryara 2209 ya ku 06.Adarê.2015 derketiye, li 32 Herêman ko bûye sedema şehîdbûna 59 kesan bi bînçikandinê belge kirine.     Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide Artêşa Azad ko saxlemî û jiyana Sivîlan di pleya yekem ji guhdana wan de be, û anî ziman ko pêşveçûna Şoreşgeran li Herêma Gundewarê Idlib, wê bi beraberiyeke tawankarî ya bêvîbûnê  ji aliyê Rêjîmê ve bi bal sivîlan de hebe, da tirsê û nearamiyê têke nava milet de, bi taybetî bêdengiyeke navdewletî heye û Encûmena Ewlekariyê û Rêkxistinên Navdewletî berpirsiyariyên xwe hilnagirin. Salim Elmislit Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê 24.Adar.2015

Tiroristî Ahengên Newrozê Armanc Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Îro êvarî 20 Adara 2015 du teqîn li Taxa Gundê Miftî li bajarê Hesekê çê bûn, ahengên Newrozê amanc kirin, di encamê de 50 şehîd ketin û bêtir ji 100 kesî birîndar bûn, piraniya Birîndaran birînên wan dijwar in û li ser çar Nexweşxanan hatine belav kirin. Em di Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê evî karê tiroristî yê tawankar pirotesto dikin û em sersaxiyê ji malbatên pakrewanan re dixwazin û bi hêvî ne ko Birîndar bi xêr bin. Em ji xelkên xwe li Herêma Cezîrê Kurd û Ereb û Siryan û Aşûrî mil bi mil ligel hev bin di rûyê tiroristiyê de ,ew tiroristên ko xwestin Newroza ahenga azadiyê û jiyanê bikin golên xwînê, da xizmeta zordarî û hêzên tariyê û dijminê mirovaniyê bikin. Xwedê Şehîdan bi dilovaniya xwe şad bike saxlemî ji Birîndaran re û azadî ji Girtiyan re Bijî Sûriya, bijî miletê wê azad û serfiraz Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê 20 Adara 2015

Cejina Newrozê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Gelê kurd her sal di 21ê adarê de li tevahiya Cîhanê ahengên pîrozbahiya Cejina xwe ya Netewî "Newroz" lidar dixe; ev cejin derbirîna retkirina Zordariyê û ruhabûna ji çewsandina Netewî dike û herwiha daxwaza rûmet û azadiyê tîne ziman. Em di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de; bi vê helkefta xweştevî pîrozbahiya Gelê xwe yê kurd yên Sûriyê dikin , û Em rewstandin û alîgiriya xwe ji wan re jibo bidestxistina mafên xwe yên netewî yên rewa ligor yasa û peymannameyên navnetewî radigehînin, her bi vê helkeftê em serkeftinê ji şoreşa gelê Sûriyê re dixwazin, û herwiha em bangewaziyê li gelê xwe yên Cizîrê (parêzgeha Hesekê) dikin bi kurd û Ereb û Siryan û Aşûriyên xwe ve, ku hevgirtî bin û destên xwe bidin hev dijî stemkariya rêjîmê û terora DAIŞê ji bona avakirina Sûriyayek demokaratîk, û her tiştên ku fitine û pilangeriyê di navbera pêkhateyên wê de çêdikin nehêlin. Bijî Newroz Sembola Azadî û yekîtiya Niştimanî Bijî Şoreşa Gelê Sûriyê ji bo Azadiyê. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê 20 Adara 2015

Hevbendȋ Operasyona Tirorist Li Tȗnisȇ Șermezar Dike

Daxuyaniyek Rojnamegerȋ Hevbendȋ germtirȋn sersaxȋ ji xelkȇn qurbaniyȇn zordariya kirȇt ku li paytexta Tunisȇ bikar hat pȇșkȇș dike, ȗ șermezariya xwe bi giștȋ bo vȋ  karȇ tawankarȋ ȗ tirorist ȗ rawestana xwe li gel milletȇ Tȗnisȇ dijȋ van kiryaran tekez dike. Em li Sȗryayȇ xweș kirȇtiya tiror ȗ kuștinȇ dizanin, bi taybet di van rewșên awarte ku milletȇ Sȗrȋ tȇ re derbas dibe, lȇ em bi karȋna Tȗnisȇ bi millet ȗ hikȗmeta wê ve bawer in sebaret danustendina bi van gefȇn metîrsdar ȗ hemȗ hewldanȇn aramiya wȇ armanc dikin bo belavkirina wȇran ȗ nearamiyȇ bo cȋbicȋkirina xeyalin nexweș ȗ idyolojiyin kȋndar. Çareyȇn hawarçȗnê dijȋ tirorȇ ne bes in, divȇ em ȋro bizanibin ku boblat mezin e, ȗ pȇwist e bi dijwarȋ em dijȋ hemȗ cureyȇn tirorȇ ȗ tawanȇ li ser asta cȋhanȇ rawestin, ȗ nehȇlin qurbaniyȇn bȇtir li ser destȇ rȇvebirȇn tirorȇ ȗ çȇkirȇn wȇ li her deverȇ bikevin. Nexem Elxadirî Cȋgirȇ Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Bo Hȇzȇn Șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ 18ȇ Avdarȇ 2015

Em Daxwaza Lidarxistina Civîneke Awarte Ji Encûmena Ewlekariyê Dikin Da Biryara 2118 Li Jêr Benda Heftan Cîbicî Bike

Daxuyaneyeke Rojnamevanî Ji ber ko Rêjîma Çeteyan ya li Şamê desthilatdar dîsa heyberên kîmawî li gelek Herêman bi hevkariya Rêjîma Îranî li dijî Sivîlan bikar anîne. Û şehîdên ewan çekan şeva duşembê li Gundewarê Idlib û li Sermîn bixwe li paş xwe hiştin. Gelek ji wan pakrewanan zarok û sivîl bûn, û ji ber ko Rêjîma Esed ji çar salan ve li darî çav û guhdariya Civaka Navdewletî kuştarên li dijî mirovantiyê û qirkirina komel dike. Va dîsa Rêjîm tawankariyeke kîmawî ya din dike, di heman çaxê ku Firokên Hevpeymana Navdewletî bi serokatiya Emerîka li Asmanê Sûriyê diçin û tên. Li gor evê yekê û bi navê Gelê Sûriyê em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, Civaka Navdewletî berpirsiyar dikin di ber encamên bobelata ko rewşa Sûriyê  gihayê ji encama piştguhkirina Civaka Navdewletî, ko biryarekê nadin bi sizakirina tawankaran yên qirkirina komel kirine, û em berpirsiyarê dikin hustê Dewletên ko biryarên Netewên Yekbûyî yên beraberiya kesên ko çekên kîmawî bikartînin cîbicî nakin. Bi taybetî biryara Encûmena Ewlekariyê hejmara 2118 ya sala 2013an û bi taybetî xala 21 ya ko li gora benda heftan ji peymanên Netewên Yekbûyî ko li ser wan yên çekên kîmawî bikaranîne sizayan ferz bike. Li gor evê...

Page 119 of 131 1 118 119 120 131

Nûçeya Îro