Hevbendî Revandina 43 Endamên Hêzên Parastina Aştiyê Şermezar Dike

Agahnameyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî 29ê Tebaxa2014z Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî operasyona girtina 43 serbazan ji hêzên parastina aştiyê yên bi ser neteweyên yekgirtî ve, piştî pevçûnên li nêzî deriyê sînorî yê Qonêtra bi Colana Sûrî ya dagîrkirî re şermezar dike. hevbendiya niştîmanî daxwaza garantiya saxlemiya girtiyan dike, her weha daxwaza berdana tevan yekser bê bend merc dike. Û hevbendî tekez dike ku ev kiryar dûrin ji piransîb û reftarên şoreşgeran .    Dilovaniya Xweda Ji Şehîdan Re Azadî Ji Girtiyan Re Serfirazî Û Azadî Ji Sûriyan Re. Bijî Sûriya.

Hevbendî Pîrozbahiya Gelê Felestînê Dike

Agahnameyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî 27ê Tebaxa2014z Hevbendiya Niştimanî Sûrî ragihandina agirbesta demdirêj li Qita´h Xeza di nav herdû aliyan de bi erênî pêşwazî dike. û pîrozbahiya gelê felestînê dike li ser bidawîanîna dorpêça li ser Qita´h li gor di rêkeftina agirbestê de hatiye, her weha di rêkefinê de hatiye ku  derwazên di nav Qita´h Xeza û deverên din yê dagîrkirî ji Felestînê jî vebin, û avakirina deverên wêranbûyî ji encama topbarana dagîrkeran, di riya rêvekirinê li pêş derbasbûna keresteyên avakirinê û hewarçûnê. Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku çareseriya siyasî pêk nedihat eger biryarên rasteqîne û birî nehatibana standin, ku aliyê destdirêjker neçar kir da bombebarana sivîlan rawestîne û dorpêça li ser wan veke li gor zagonên navdewlwtî û mirovahî. Ew destdirêjiya dawî li ser Xeza diyar kir ku gelê Sûriyê û yê Felestînê ji bo kêşeyeke hevbeş  têdikoşin, û herû rûberûtiya du dijminan dikin ku salixên wan yê xwînrijiyê yek in, û rêbaza topbarana û dorpêçkirina sivîlên bêçek dişopînin, ji bo viyan û moralên wan bişkînin, xweragirî û serkeftina Filestîniyan piştgiriyek dan gelê sûrî ku baweriya wan xurt kirin bi nêzîkbûna serkeftina wan jî. Hevbendî daxwaza bihêzkirina kar dike, ji bo zûkirina derbasbûna alîkariyên mirovî yên pêwîst ji...

Hevbendî Kirdeyên (PYD) Li Dijî Kurdên Amûdê Şermezar Dike

Agahnameyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî 27ê Tebaxa2014z Bajarê Amûdê ji bajarên pêşîn e ko li dijî Rêjîma Elesed ya xwînrêj rabûye, û nuha ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat ve (PYD) malên çalakvanan û yên Endamên hin Partiyên Kurdî tên têperkirin, û kelûpel û samanên wan malan tev de ji hev xistin û hin amanên kesane jî bi xwe re birin û hem jî gef li çalakvanan xwarine bi desdanîna ser  saman û malên wan, û wan ber bi Tirkiyê ve sirgûn bikin. Ji ewan çalakvanan yên ko têwerdana mala wî  hatiye kirin, çalakvan “Siwar Hito” ye ew endamê Hevrêza Amûdê ye û Sirûdbêjê Şoreşê ye û yek ji Birîndarên kuştara Amûdê ye, û ji wê hingê ve bidûrxistî û sirgûnkirî  ye, yê din yê ko mala wî jî têper bûye “Memdûh Tixûbî” ye, Endamê Partiya Dîmuqrata Kurdistanî-Sûriyê ye, û ew bi welatparêzî û şoreşgerî û xebata xwe ya  siyasî li dijî Rêjîma Elesed navdar e, û ji kesayetiyên naskirî ye, berê jî gelek caran toşî girtin û peydeçûna PYD bûye. Xuya ye ko ev kar parçeyek ji pîlaneke nîgarkirî ye ji aliyê evê Partiyê ve , da Herêmê ji xelkên wê  vala bike ji Efrînê pêkeve ta Tiltemir...

Rijêma Esed Makdera Tîroristiyê Ye Li Herêmê

  Agahiyek Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Sûrî 26ê Tebaxa 2014z Hevbendiya Niştimanî  ya Sûrî bihntengiya xwe ji ji koma derewên ku Welîd Elmuelim wezîrê derve yê Sûrî di kongirê xwe yê rojnamevanî de25/8/2014 kirin anî ziman. Rijêma Esed ji kevin de mezintirîn aliye ku piştgiriya rêxistinên terorist dike û mînak pirin û nayên jimartin, û Şakir Elebsî yek ji wan mînakan e. Serok wezîrê Îraqê Nûrî Elmalikî êvara teqînên tîrorîstî li bexdayê di tebaxa 2009an de Beşar Esed gunehbar kir bi pîlandanînê û hevkariyê bi rêxistina Dewleta Islamî re ji bo cîbecîkirina wan kiryaran.û  di 1/9/2009an Malikî tekez kir ku piraniya teqînên tîroristî yên ku li Îraqê dibin jêdera wan rijêma Esed e. Sûrbûna Welîd Elmuelim li ser hevkariyê bi civaka nêvnetewî re ji bo şerê Daişê, dijî wê rastiyê ye ku rijêm bixwe rêxistinên terorîst ava kirine, û nelêdana wî ji baregehên Daiş re demke dirêj ne veşartî bû. Rijêma Esed ya ku dixwaze biryara navnetewî 2170 berhênan bike ji bercewendiyên xwe re, û ji cîhanê re diyar bike ku ew amadeye û dikare li  tîrorê dide, û dohbû bi pîlangerî firokxana Reqayê radestî Daiş kir. Rêxistinên mirovahî yên navnetewî tevan kiryarên Esed di êşkence û gemkirina gelê sûrî de...

Rijêm Taxa Cober Bi Xazên Jehrê Armanc Dike Di Bin Sîbera Bêdengiyeke Navdewletî Ya Mirin Jê Dibare

Ragihandineke Rojnamevanî Xalid Elsalih Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî 21ê Tebaxa 2014z Êvara roja  yekembîranîna êrîşên kîmawî li ser Xota Şamê,rijêm bi êrîşkirina ser Cobera Şamî bi Xazên Jehrê tawana xwe careke din dubare dike, û di encamê de pênc şehîd ketin û gelek kes ketin rewşa bîntengiyê û nêzî xeniqandinê bûn, li gor hin çalakvanên herêmê gotin. Em vê êrîşa ji mejiyekî tewnkar derketiye şermezar dikin, bi vê êrîşê rijêm dixwaze ji civaka navdewletî re bêje, ezê berdewam bim di kuştina gelê sûrî û binpêkirina yasayên navnetewî de, ji ber ku ew dizane ku tu karê birastî dijî wî ku wî ji tawanên wî vegerîne tune ye.  

21ê Tebaxê Bîranîna Kuştara Kîmawî Ya Xota Şamê Ye

Agahiyek Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Sûrî 21ê Tebaxa 2014z Di bîranîna yekem de ji diltezêntirîn tawan di dîroka Sûriya nûjen de, gelê sûrî bûyerên wê sosretê û helwîsta civaka navdewletî bi dilêşî di bîra xwe tîne, merivên1507 kesan li dora xwe dinêrin tu helwîsta nêvnetewî ya li gor mezinbûna  wê bobelatê nabînin, ta ew biryara derbarî jinêvbirina çekên kîmawî ne li gor pêşbîniyên sûriyan bû, tenê çekên tawanê birin û destê rêjêmê di bikaranîna alavên kuştinê yên din de jê re berdan, ji kêr û şûran ta tu bighê bermîlên teqîner û mûşekên Palistî. Li gor gelek belgenameyan rijêma Esed çekên jehrîn bi kar anîne wek xaza kilorê li 15 deverên cuda li herêmên dervî desthilata wî û xelkên alîgirên şoreşê armanc kirin. Hevbendiya Niştimanî Sûrî daxwaza xwe nû dike ji bo sizakirina tewnkaran ji yê ku ferman daye ta tu bigihê cîbicîkeran, û ne tenê çekên rijêmê jê bistînin, û li ser giringiya danîna sînorekî ji bo tewanên rijêmê tekez kir, ew tawanên ku ji ji sêsalan de rijêm dermafê gelê sûrî yê azadî û rûmetxwaz dike. Her weha Hevbendî sipasiya xwe ji bo şandeya hevbeş ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî û Neteweyên Yekbûyî pêşkêş kir, û sipasiya dewletên ku...

Gotara Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra Di Kongirê Rojnamevanî De Yê Êvara 16/8/2014 Li Xazî Eyntabê

Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî 16Tebaxa 2014z Berêzan silavên xwedê li we bin Di vê dema ku ez bi we re diaxivim kurên sûrya canê xwe bi qurbanî didin welatê xwe, di ber azadî û rûmeta xwe de, li Helebê û Dêrazorê yên ku bi mêranî di rûyê tawanên Esed de rawestiyan, û ta niha jî Esed berdewm e di avêtina bermîlên teqîner bi ser wan de , ew leheng dê berdewam jî bimînin di rûyê vê tîrostiyê de ya ku Sûrî û tevaya herêmê wêran kir, û dijîtiya vê tîrorê erkê herkesî ye bê cudahî. Îro ji herkesî tê xwestin ku şerê daişê bikin û hemi xakên di bin destê rijêmê de rizgar bikin, destwerdanek zû û bibandor ji bo alîkariya Artêşa azad tê xwestin dijî çetayîn tundrew û tîrorîst yê ku tawanên diltezên kirine û dikin. Cîhanê bi tevayî dît ku çawa Daiş serê bidehên mirovan bi kêran jêdike, û hat guhdarkirin ku çawa bi gelek zimanan diaxivin, ev diyar dike ku ew biyanî ne û ne sûrî ne, biyan in ji çand û şaristaniya me,ew hatine welatê me ji bo tîrorîstiyê biçînin bi piştgiriya rijêmê ya ku deverên dijî wan topbaran dike,da destdanîna ser deveran...

Êrîşa Rêxistina «Dewleta Islamî» Li Ser Helebê

Daxuyaniyek Rojnamevanî Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê În 15 Tebax 2014   Zengilê tirsê lêdide digel pêşdeçûna rêxistina "dewleta Islamî" li gundawrê bakurê Helebê heta gihandina wê nêzîkî bajarokê Mari'i, piştî kontrol kirina wê li ser herdu gundên Axtirîn û Tirkûman û hin gundên doruber, û Hevbendî tekeziyê dike ku metirsiya vê rêxistinê li Êraq û Sûriya ji yek nayê cida kirin, û heger komelgeha navnetewî rijde li ser dijayetiya terorê pêdiviya netenê li Êraqê bê. Hevbendî li bîra Civaka navdewletî tîne, ku Hevbendî û Artêşa Azad pêşeng bûn bi hoşdarî kirina Civaka navdewletî bi metirsiya vê rêxistina terorist, herwiha pêşeng bû di dijayetî û qewtandina wê de ji hin navçeyên Sûriya de, û ji wan ji gundewarê Helebê, û Hevbendî dupat dike, ku hîç alternatîvek nîne ji bilî piştevaniya Artêşa Azad û pirçek kirina wê bi çekên pêşketî da berevaniyê bike li hember metirsiya DAIŞ û tawanên wê yên di derheq Sivîlan de, û herwiha encamdana erkê xwe yê nîştimanî bo dijayetî û rûbirûbûna rêjîma Esed, yekemîn piştevanê teroristan di vê deverê de.   Mihr bo Şehîdan, Saxî bo birîndaran û Azadî ji girtiyan re. Bijî Sûriya, bijî Gelê wêyî azad û serfiraz.  

Vekêşana Şoreşgeran Ji Milêha Ya Xota Şamê

Agahiyek rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî 14 Tebaxa 2014z Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî şoreşgerên Milêha silav dike, û qurbaiyên wan yên ku dane di ber berevaniya sivîlan di heyvên bûrî de bilind dinirxîne, û li pêş xweragirtina wan di rûyê êrîşên rijêmê û çeteyên Hizbullah û yên Îraqî yên piştgirên wê,her weha rawestana bi mêranî bêtir ji çar heyvan li pêşiya dorpêçkirin û bombebaranên bi xurtî. Hevbendî û gelê sûrî bawerya xwe bi şiyanên şoreşgeran nûdikin di parastina xaka sûrî û sivîlan ji xwînxwariya rijêmê û bi berdewamkirina têkoşînê ta armanc û hêviyên gelê sûrî pêk werin di pêkanîna azadî û rûmet û dîmoqrasiyê de. Dilovaniya xweda ji şehîdan re Saxî bo birîndaran azadî ji girtiyan re Serfirazî û azadî ji sûriyan re. Bijî Sûriya.   

Behînameya Hevbendiyê Ji Bo Şehadbûna Hacî Ebû Mihemed Elrifaiy û Hevalên Wî

Daxuyaniyek Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê 12ê Tebaxa 2014 Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji dil û can sersaxiya malbatên şehîdan,(hacî Ebû Mihemed Elrifa´iy serkê alayêʺwe e´idûʺû her deh hevalên wî) dike, yên ku doh ji encama avêtina bermîlên teqîner bi ser baregeha wan li devera Qelemonê şehîd bûn. Hacî Ebû Mihemed Elrifa´iy ji xuyatirîn kesên ku beşdarî di Odeya Operasyonên Qelemonê dikirin,ji bilî karê wî di rêxistinkirina leşkergehên rahênanê yên artêşa sûrî ya azad, û rolek wî ya berz hebû di gelek şeran de li Babe´mro û Yebrûd û Elsehil û Renkûs. Dilovaniya xwedê ji pakrewanan re Sersaxî ji birîndaran re Azadî ji girtiyan re gelê Sûrî her serfiraz û azad bijî Herbijî Sûrya. 

Page 120 of 121 1 117 118 119 120 121