Daxwiyanî

Serkeftinên Şoreşgeran Li Gundewarê Idlibê Ketwarekî Siyasî Nû Disepîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Rizgarkirina bajarê Cisir Elşixûr yê li perava rojavayê Çemê El'asî li parêzgeha Idlibê, wek gavek din ya giring bo rizgarkirina tevaya xaka Sûriyê tê dîtin, ku pêwîste paşre guhertinek resteqîne bê kirin, di warê piştgirî û hemahengiya bo hêzên Şoreşa Sûriyê tên kirin, bi awayekî ku ev rizgarkirin bibe alîkar ji bo kêmkirina azarên Sûriyan û dawiyê li xwînrijandina sivîlan bîne. Ji ber ku avêtina gavên rasteqîne di vê riyê de, dibe ku rêjîma Esed neçarî serçimandinê bike, nemaze ku rêjîm di hindurê xwe de ji hev dikeve bi sedema nakokî û milmilane û terorkirina kesayetiyên giring di hindur rêjîma ewlekarî de. Herçende ku ev Serkeftin ketwarekî Siyasî nû disepîne ku pêwîste li berçav bête girtin, herwiha ku pêdiviya wê ya bilez heye bi pêşkêşkirina piştgiriyê bo parastinek vebir û yekcarî bi rêka sepandina navçeyek tenah ku dawiyê li êrîş û destdirêjiyên rêjîmê bîne, ew êrîşên dijminkarî di derheqê sivîlan de, bi bikaranîa hilîkopteran û gazên jeherdar yên qedexekirî, ku pêwîste piştgirî hevşan be ligel kişandina hemû şêweyên danpêdana zagonî bi rêjîma tawankar. lewra pêwîst e bizav bêne kirin jibo rêxweşkirinê ji amadekariyên veguhestina siyasî re, ku bi yekcarî  dawiyê li Zincîra mirina rêjîm li dijî Sivîlan pêktîne...

Rêjîma Esed Piştî Têkçûna Wî Li Cisir Elşixûr Kuştaran Pêk Tîne

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi rizgarkirina Şoreşgeran ji bajarê Cisir Elşixûr û Gundên wî re û berdana hêzên Rêjîmê ji herêmê, Rêjîmê kuştar derheqê sivîlan kirin. Şoreşgeran di dema ko bargehên Ewlekariya Rêjîmê pak dikirin, dîtin ko hêzên Esed kuştarek di derheqê 23 Girtiyan de li bargeha Ewlekariya leşkerî berî vekêşanê pêk anîne. Digel ko Firokên Rêjîmê sivîlên Taxa Elsewme’e li hundirê bajêr amanc kirine, û di encamê de li gora ko Desteya Giştî ya Şoreşê ragihandiye 30 kes şehîd ketine. Em di Hevbendiya Niştimanî de evê kirdeya kirêt ya kuştina Girtiyan şermezar dikin, ya ko li gora Peymana Cinêvê tawankariya cengê tê dîtin, ji ber ku  amanckirina sivîlan tawankarî ye. Em hişyariyê didin ku dibe Rêjîm derheqê sivîlan de kuştarine din jî bike bi rêya çekên asmanî û gazên qedexe bikar bîne, gerek Civaka Navdewletî bi berpirsiyariyên xwe rabe û sivîlan biparêze û Herêmine aram û parastî çê bike. Hem jî hemû danpêdanên yasayî bi Rêjîma Esed têk bibe, ji ber ku Rêjîmê ev kirdeyên kirêt nedikirin eger ji bêdengiya civaka navdewletî nepiştrast ba. Ev kirdeyên tawankarî ko Rêjîma Esed dike, rev û têkçûna Rêjîmê diyar dikin. Piştî serkeftinên ku Şoreşgeran li Parêzgehên corbicor pêk anîne. Ev kirde Şoreşgeran ji pabendbûna...

Hevbendî Xweşhaliya Xwe Bi Serkeftinên Şoreşgeran Li Idlib Û Hemayê Dide

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi qehremaniya ko Şoreşger li parêzgeha Hema û Idlibê  pêk tînin da xuyakirin. Û bi rêz û hurmet li ber xweragirî û qehremaniya wan di têkbirina êrîşên Esed û Çeteyên Îranî li ser gelê Sûrî radiweste. Her wiha emê li pişta wan bin heta buhista dawî ji xaka Sûriyê rizgar bikin. Serkeftinên peyapey yên ko Qehremanên Artêşa Sûrî ya Azad li bakur û başûrê Welat û li hemû aniyên şer pêk tînin, dilê mirovê Sûrî xurt dike ko wê azadiya xwe bidest bixe. Em di Hevbendiya Niştimanî de tekez dikin ko Artêşa Azad ew tenê dikare Sûriyê ji nav pencên Esed û Rêkxistina Dewleta Îslamî rizgar bike. Êdî em dozê li Civaka Navdewletî dikin ko piştgiriya xwe ji Şoreşgeran re zêde bike, da bikaribin armancên Gelê Sûrî di azadî, rûmet û dadweriyê de misoger bikin. Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko cenga rizgarkirinê berdewam e da hemû deverên Sûriyê tevlê bibin, ew soz dide ko bizavê bike ji bo bigihê çareseriyeke siyasî ko armancên gelê Sûrî dabîn bike û rijandina xwînê rawestîne, da Sûrî karibin çekan bavêjin û Sûriya paşerojê ava bikin. Berdevkê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Salim Elmislit 23 Nîsana...

Bikaranîna Kilorê Rêznegirtin Ji Tevaya Civaka Navdewletî Re Ye

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Êrîşên firokên rêjîmê yên şeva duhî li dijî navçe û gundewarên Idlibê hevdem digel lidarxistina endamên Encûmena Asayîşê ji civîna guhdarîkirinê li dîdevaniya derbarê bikaranîna rêjîma Esed ji gazên jehirdar re di heyva adara bûrî de li dijî Sermîna gundewarê Idlibê, ku ev êrîş helwesta rêjîma Esed û herwiha rêznegirtina wê ji van civînan re dide eşkerekirin. Xuyaye ku berdewamiya rêjîma Esed li ser encamdana tawanan û wêrekiya wê li ser tawankariyan hevdem digel nekarîna Encûmena Asayîşa Navdewletî carek din bi standina rêşûn û encamên rasteqîne, û ev dibe hokarê gurkirina rêjîma Esed û berdewamiya wê li ser kiryarên kuştinê û binpêkirin û sivikberdana biryarên navdewletî. Ku tawana îro, û tevaya tawanên rêjîmê dide xuyakirin ku pêwîst e Civaka Navdewletî qedexekirina esmanî anku dijfirînê bisepîne li ser rêjîmê û herwiha hebûna navçeyên tenah misoger bike bo parastina Sivîlan di Sûriyê de. Nexem Xadirî Cêgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê 17 Nîsan 2015

Bîranîna 69an Ya Derketina Firensa Ji Sûriyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bîranîna 69an ya derketina dagîrkerên Firensî ji xaka Sûriyê ye, û Îro gelê Sûrî ji bo ji stema Esedê tawankar rizgar bibin tekoşînê dikin. Hevbendiya Niştimanî Sûrî pîroziya Gelê Sûriyê dike, û bibîr tîne ko ev bîranîn di dîroka gelê Sûriyê de pir giring e, Şoreşgeran bi tekoşîna xwe serxwebûna Welatê xwe misoger kirin û bi wê jî Sûriya Nûjen çê bû. Îro jî Sûrî li ser rêka rizgarkirinê ji stema Rêjîma Esed, her wiha bi Şoreşeke din jî radibin ew jî aşkerekirina rûyê Yasaya Navdewletî û wateya durist ji Sistema Cîhanî ya heyî re didin xuya kirin. Encamên helwesta Civaka Navdewletî li ser miletê Sûrî û Herêmê û Cîhanê bobelat bû. Nuha gerek e Gelên Cîhanê û  Dezgehên Sivîl û hemû Çalakvan tevbigerin da ewê nedirisitiyê di Rêkxistina Navdewletî de serast bikin û piştgiriya çareya Sivîl ya doza pêkanîna dimuqratiyê li Sûriyê dike bikin. Çimkî bi dehan aliyên piştgir ji tiroristiyê re hene û aliyên Herêmî û Navdewletî yên piştgiriya Esed jî dikin hene, di dema ku Civaka Navdewletî li himber daxwazên gelê sûriyê yê ko doza dîmuqratiyê dike bêçare dimîne.    Îro û tevlî ku em di çaxekî pir aloz re derbas dibin, lê her bijarteya...

Hevbendiya Niştimanî Bi Xweşhalî Pêşwaziya Biryara Girêdayî Bi Yemenê Ve Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Em di Hevbendiya Niştimanî de biryara Encûmena Ewlekariyê ya taybet bi Yemenê bi xweşhalî pêşwazî dikin. Ew bizav û karên jidil yên ko Dewletên bi biryarê rabûne biser ketin, Çi nakokiyên ko bi dewletên Encûmenê re hebûn çareser bûn, Û çi pêşinyaz û têbîniyên dan li ser biryarê bi rêz li wean hate nerîn da biryar bête pejirandin, û di rêya Rêkxistina Navdewletî re derî li ber çareseriya qeyranê hat vekirin. Sûriya û Hevbendiya Niştimanî û Gelê Sûriyê hêvîdar in ko ev biryar destpêka çareserkirina qeyrana Yemenê be, bi taybetî biryar li jêr Benda heftan derçûye ya ko dihêle mecbûr bête cîbicî kirin. Gelê Sûriyê jî bendewarê evê bizavê ye. Derdeseriya xelkên Sûriyê dibînin nema tê pejirandin. Gerek Dewletên heval hemû bizava xwe bikin da biryar derbiçe . Da miletê Sûriyê bi dadiyê şad bikin û çareseriyek ji aliyê Rêkxistina Navdewletî ferz bibe. Salim Elmislit Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê 14Nisan.2015

Pîrozbahî Bi Helkefta Cejna Qiyametê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Bi helkefta cejna Elfisih ya pîroz, herwiha li ser bidawîhatina rojên rojiya mezin, Ez bi navê xwe û bi navê Hevbendiya Niştimanî, Ciwantirîn pîrozbahiyan pêşkêşî hemû xiristiyanên Sûriyê û yên Cîhanê dikim. Ku ew pêncemîn Cejina Qiyametê ye ya hevdem bi şoreşa Sûriyan re ya ji bo rizgariya wan ji stem û zordestiyê. Di dema ku Hevbendî bi rêzgirtin li hember qurbaniyên xelkên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên rengereng pêşkêş dikin diraweste, di heman demê hevgirtina wan li hember zehmetî û rûbirûbûnan di bîr tîne, hevdem jî destxweşiyê dide sebra dayîkan û berxwedana girtiyan, bihêviya ku ev cejin bibe dumahiyek rasteqîne ji êş û azarên Sûriyan yên berdewam re û herwiha hêviya saxiyê bo birîndaran û  bi omêda vegera nêzîk ya paneberan. Em ji xudê dixwazin ku rê li pêşiya keç û kurên Sûriyê vekirî bin û ev cejn bibe destpêka nû ya xelasbûn û serkeftinê, da hemû cejin û rojên  Sûriyan bibin civanên jiyanê û hezkirin û rûmet û azadiyê. Bilindahî ji xudê û bawermendan re aştî li dinyayê vegire Hersal hûn bi xêr bin Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê 12 Nîsan 2015

Bermȋlȇn Esed Li Helebȇ Bi Ser Sȗkeke Gelȇrȋ De Dikevin

Daxuyaniyek Rojnamegerȋ Êrȋșa hovane ku vȇ nȋvrojȇ firokeyȇn rejȋma Esed li Helbȇ bi ser taxa Me`adȋ de birin, tekez dike, ȗ wek ji destpȇka șoreșȇ de ku "Destkeftiyȇn " rejȋma Esed tenê karȋna wȋ a giran di pȇkanȋna kuștar ȗ tawanȇn rȇbazkirȋ ȗ kirȇt derheqȇ sivȋlan de ye, ew jȋ desthilatiya xwe li ser azmanan di riya firokeyȇn xwe yên ku taxȇn avahiyên sivîlan armanc dikin bikar tȋne. Di encamȇ ȇrȋșa newȇrek de bi dehan ji sivȋlan șehȋd ketin ȗ hejmarek mezin jȋ birȋndaran hȋn belgekirina wan bidawȋ nebȗye, hemȗ li sȗkek gelȇrȋ li taxa Me`adȋ ku sarȗx ȗ bermȋlȇn rejȋmȇ gelek caran di dȋmeneke tawankarȋ berdewam ew armanc kirin ketin. Em di Hevbendiya Niștimanȋ de, ger em vȇ tawana kirȇt șermezar dikin, ȗ destȇ sivȋlan di berxwedaniya wan de di riwȇ alva kuștinȇ a Esed ȗ Iranȇ digrin, em tiliyȇn pirsiyariyȇ ber bi pașguhkirina navdewletȋ a berdewam ji berȋ çend salan ve bo șoreșgeran ji hemȗ awayȇn aktȋv bȇpar bikin di parastina wan ji sivȋlan re dijȋ firoke ȗ bermȋlȇn teqȋner vedikin. Herweha em xemsariya wan a berdewam di ferzkirina devereke aram bi taybet piștȋ ku gelek raporan haydarî bo berfirehbûna karesatek mirovahȋ di deverin cuda de da, ev...

Em Sersaxiyê Bo Şehîdbûna Serkirdeyên Bereya Şamî Dikin Û Armanckirina Wan Pirotist Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî; bi tundî du teqînên xwekujî yên îro li heryek li bajarê Mari'h û bajarokê Hor Kilis şermezar dike, ku bargehên Eniya şamî di herdu navçeyan de hatin armackirin bo terorkirina serkirdeyên Eniyê li ser destê rêxistina DAIŞ ya terorîst, ku ev herdu êrîş hevdem hatin digel mijûlbûna şoreşgeran bi şerên li dijî rêjîma Esed, hevdem wek daxwaza rêjîma Esed û arzûya wê bi tolvekirina ji şoreşgeran li ser ziyanên xwe yên di heyva bûrî de. Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku rûbirûbûna teror û tawankariyê nabe bêyî yekrêziyê û rêzgirtin û pabendbûna bi piransîpên şoreşê, herwiha encamdana guhertinek cûreyî di helwestên Navdewletî li hember baredoxên Sûriyê. Heroj berpirsyaretiyên dîrokî û metirsîdar bi sedema tawankariyên terorîstî yên rêxistina DAIŞê û rêjîma Esed dikevin li ser milê Civaka Navdewletî ya ku li ser ferz e bilez piştgiriyê pêşkêşî Sûriyan bike, netenê ji bona rizgarkirina bêgunehan û bidestxistina mafên Sûriyan yên rewa, lê herwiha ji bona xweparastina ji gef û metirsiyên zêdetir yên kes gefa wan texmîn nake li ser miletên Sûriyê û deverê û Cîhanê bitevayî. Em di Hevbendiya Niştimanî de û di dema Em sersaxiyê bi şehîdbûna hemû Sivîl û serkirdeyên şoreşger yên van herdu êrîşan dikin, hevdem...

Rijêma Esed Gunehkarê Herî Mezin e Di Dorpêçkirina Dêra Zorê De

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hêj 400 hezar hevwelatî li bajarê Dêra Zorê ji aliyê Rêkxistina Dewletê û Rêjîmê ve dorpêçkirî ne. Li gora ko tê xuyakirin rol li hev dabeş kirine, Rêkxistin Dewletê nahêle karwanên alîkariyên mirovî û pizîşkî di rêyên bej re bên û Rêjîm jî daxwazên Xaça Sor napejirîne ko alîkarî û xwarin û derman di Firokxaneya bajêr re bên ko hêj di bin destê hêzên wî de ye. Her du alî bi hev re li ser Sivîlan dorpêça pilankirî pêk tînin. Em di Hevbendiya Niştimanî de kirdeyên her du aliyan protesto dikin, lê em ev tiştê li hundirê Dêra Zorê çê dibe berpirsiyariya mezin dikin hustê Rêjîmê, çimkî ew alîkariyê di dorpêçkirinê de li ser bajêr dike û derdkêşiya Hevwelatiyên dorpêçkirî zêdetir dike, ew jî da ku li ber Encûmena Ewlekariyê xwe bigirîne û bi rola qurbanî rabe.   Her wiha em dozê li Netewên Yekbûyî û Dezgehên wê yên hawarhatinê dikin, yên ko li ser danûstandinê bi Rêjîmê re sûr in, ku fişarê bidin ser Rêjîmê da alîkariyên mirovî bilez ji Sivîlên dorpêçkirî re derbas bibin. Li gora cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2139 ya ko ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Herêmên dorpêçkirî derçûye. Bi...

Page 121 of 135 1 120 121 122 135

Nûçeyên Dawî