Gotara Dr. Xalid Xoca bo gelê Sûriyê
Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê 18 Rêbendan 2015 Gelî birayên Sûrî Silav li we li her cihekî û li jêr her stêrekê Silav li Sûriya.. bihemû mirov û navçe û jin û peya û pîr û zarokên xwe ve, Silav li şervanan di senger û çeperên rûmet û qehremaniyê de Silav li xelk û birayên me di navçeyên dorpêçkirî de…yên êş û azaran dikişînin ji hovîtiya rêjîmê û baredoxên dijwar..û ji neçariya dost û hogiran. Silav li xelkên me yên xoragir li navçeyên şoreşê..yên li jêr dojeha bombebarana firok û bermîlên mirinê de dijîn, ji Der'a û Qoniyêtira heta bi Xota Şamê û gundewarên wê û heta bighêje Qelemon û Humis û Hema û Heleb û Idilibê, ku ji ne tiştekî jiyareke nû diafrînin, û zîrekiya mirovê Sûrî diyar dike, û şiyanên mirovê Sûrî li ser dahênanê û sûrbûna wî li ser serkeftinê dupat dike. Silav li xoragiran di wan navçeyên li jêr kontrola terora DAÎŞê de, ji Reqa û Dêrazorê yên ku baweriya wan bi azadî û rûmetê sist nebûye û çaverêyên serkeftinê ne. Silav li penaberan di kampên berxwidanê de, yên tehliya jiyanê dikişînin li bin siha dijwariya siruştê û bêkarîna kesûkaran û bêhêvîbûna bi...