Lêbûrîn Ji Miletê Sûrî Di Derbarê Zarokên Ko Bi Derzîdankên Sorikan Şehîd Ketin
Agahnameyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê 01.10.2014 Hevbendiya Niştimanî lêbûrîna xwe ji Miletê Sûriyê û Xelkên Bajarokê Cercinaz li Gundewarê Idlibê dixwaze, derbarê şehîdbûna 15 Zarokanên me bi sedema bikaranîna nedurist ji vaksîna Sorikan re. Hevbendî dîsa sersaxiya malbatên zarokan dike û li gora biryara Desteya Siyasî hejmar 7 di 25,26,27ê Eylûla sala 2014an,biryarên di derbarê her kesên ko berpirsiyar bûne di evê mijarê de wisa ragihandin: Yekem- Berpirsiyariyê dide ser Birêvebiriya Tendiristiya Idlib û Kesên Çavdêr li ser derzîdankan û berbi dadgehê hatin şandin. Duyem- Birêvebirê Desteya Niştimanî Sûrî yê derzîdankan Dr. (Mihemed Elseed) ji kar hat berdan. Sêyem- Birêvebirê Beşê Bijîşkî di Yekîneya Hevrêziya Piştevaniyê Dr. (Xalid Elmîlacî) ji kar hate berdan. Çarem- Birêvebirê Cîbicîkirinê di Yekîneya Hevrêziya Piştevaniyê de (Samir Derwîş) ji kar hate berdan. Pêncem- Seroka Yekîneya Hevrêziya Piştevaniyê (Suhêr Eletasî) ji kar hat dûrxistin. Şeşem- Wezîrê Tenduristiyê di Desthilata Birêkirina kar Dr. (Fayiz Hezûrî) ji kar hat dûrxistin. Heftem- Gazind ji Wezîrê dadê di Desthilata Demkiya Birêkirina kar de Dr. (Fayiz Eldahir) bûn, çimkî wî dadkirinek taybet li hindirê Sûriyê ji bo vekolînê di bûyera derzîdanka Sorikan de çê nekir. Heştem- Gazind ji Serokê Desthilata Birêkirina kar Dr. (Ehmed Tu´ima) û...