Serokê Hevbendiya Niştimanî Sersaxiya Gelê Urdinê Dike
Gotara Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê 04 Reşemeha 2015 Xuşik û birayên min li Urdina bira Di dema Ez sersaxiya we bi şehîdbûna efserê firokevan Mû'az Elkesasibe dikim, di heman demê divê behiya me jî bi vî şehîdê xwîna wî bi axa Sûriya xoştevî re hat stiran bê kirin, yê termê wî tevlî termên şêhîdên gelê Sûriyê yên jiyana xwe li ser destê terora DAÎŞ û bermîlên rêjîma hov û dirinde jidest didin bû. Di dema ku Ez vê tawana hovane ya li ser destên wan şeytan û şerxwazan hatî encamdan şermezar dikim, di heman demê de Ez bang li Milet û Hikûmetên Cîhanê dikim, bi pêwîstiya piştgiriya Gelê Sûriyê bo bidawîkirina derdeseriya wî ya ji destê terora rêjîm û DAÎŞê. Hêjaye bêjim ku derbeyên Hevpeymaniyê li dijî DAÎŞê, û bi hemahengiya hêzên opozisyona Sûrî li Kobanê tekez kir, ku jinavbirina terorê nabe bê kar û hemahengiya van hêzan û bi rêka piştgirî û bihêzkirina Artêşa Azad ya dijberiya rêjîm û DAÎŞ ê bi hevre dike û li ser qadê serkeftinan bidest tîne tevlî alavên wê yên hindik. Ez behî û sersaxiya xêzan û eşîreta Şehîd Mû'az dikim û herwiha sersaxiya Gelê Urdinê dikim, yên birayên xwe...