Sebaret Bi Nevexwendina Hevbendiya Niştimanî Bo Lotkeya Erebî
Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî nedaxwazkirina xwe bo gopîka Erebî ya niha li Şerem Elşêx tête bestin bi mixabinî û xebînet ve têne ziman, ku ev pêncemîn lotkeya Erebî ye tête lidarxistin her ji destpêka destpêkirina Şoreşa Sûriyê ve, ku Hevbendî vê gavê wek paşkişeyekî li ser helwesta Komkara Erebî dipejirîne, nemaze piştî danpêdana wê bi Hevbendiyê wek nûnerekî rewa ya gelê Sûriyê, hevdem digel pirojeyên serxistina rêjîmê û jikarxistin û pûçkirina biryarên komkara Erebî yên hatîn derxistin bi vê çendê. Hevbendiya Niştimanî ji dewletên Komkara Erebî dixwaze ku bi erkên xwe yên sincehî û mirovahî rabin, û destberdariyê ji mafên gelê Sûriyê nekin û herwiha piştgiriya siyaseta seqamgeriyê bikin ya Hevbendî serkêşiya wê dike li hember baredoxê ajawegeriyê ya rêjîma Esed peyda dike, nemaze di bin sîbera metirsiya pirojeyê rêjîma Iranê yê ku me di nameya xwe dedestnîsankirî, di 30 /10/2013an de û me hişyarî li ser bizavên berfirehkirina wê di deverê de dabû û metirsiya wê li ser tevaya dewletên deverê. Têzanîn ku di kongirê 6 adara 2013an de dewletên Erebî bi nûnerayetiya wezîrên xwe yên derve û bi biryara hejmar 7595 danpêdan bi Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê kirin wek take nûnerê rewa yê gelê...