Daxwiyanî

Em Daxwaza Lidarxistina Civîneke Awarte Ji Encûmena Ewlekariyê Dikin Da Biryara 2118 Li Jêr Benda Heftan Cîbicî Bike

Daxuyaneyeke Rojnamevanî Ji ber ko Rêjîma Çeteyan ya li Şamê desthilatdar dîsa heyberên kîmawî li gelek Herêman bi hevkariya Rêjîma Îranî li dijî Sivîlan bikar anîne. Û şehîdên ewan çekan şeva duşembê li Gundewarê Idlib û li Sermîn bixwe li paş xwe hiştin. Gelek ji wan pakrewanan zarok û sivîl bûn, û ji ber ko Rêjîma Esed ji çar salan ve li darî çav û guhdariya Civaka Navdewletî kuştarên li dijî mirovantiyê û qirkirina komel dike. Va dîsa Rêjîm tawankariyeke kîmawî ya din dike, di heman çaxê ku Firokên Hevpeymana Navdewletî bi serokatiya Emerîka li Asmanê Sûriyê diçin û tên. Li gor evê yekê û bi navê Gelê Sûriyê em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, Civaka Navdewletî berpirsiyar dikin di ber encamên bobelata ko rewşa Sûriyê  gihayê ji encama piştguhkirina Civaka Navdewletî, ko biryarekê nadin bi sizakirina tawankaran yên qirkirina komel kirine, û em berpirsiyarê dikin hustê Dewletên ko biryarên Netewên Yekbûyî yên beraberiya kesên ko çekên kîmawî bikartînin cîbicî nakin. Bi taybetî biryara Encûmena Ewlekariyê hejmara 2118 ya sala 2013an û bi taybetî xala 21 ya ko li gora benda heftan ji peymanên Netewên Yekbûyî ko li ser wan yên çekên kîmawî bikaranîne sizayan ferz bike. Li gor evê...

Piștȋ Derçȗna Biryara Nemra 2209 Ji Hȇla Encumena Ewlehiyȇ.. Çekȇn Kȋmawȋ Careke Dȋ

Daxuyaniyek Rojnamegerȋ Tev sozdana Esed ku çekȇn kȋmawȋ ȗ xazȇn jehrdar bikar neyne, ȗ tev derçȗna biryayra nemre 2209 ji hȇla Encumena Ewlehiyȇ ve ku kesê xaza kilorê bi kar bîne gunehkar e, Esed, șeva bȗrȋ, bi firokeyȇn xwe ȇrȋș bi çar bermȋlȇn teqȋner; dido ji wan bi Xaza Kilorȇ barkirî ne bi ser bajarȇ Sermȋn de bir, di encamȇ de șeș sivȋl ji yek malbatȇ șehȋd ketin, sisȇ ji wan zarok in, ȗ derdora 70ȇ kesȋ birȋndar bȗn ȗ kesên bînçikandî jȋ hebȗn hindek ji wan endamȇn tȋma parastinȇ bȗn. Em di Hevbendiya Niștimanȋ de vȇ tawana ku Esed pêk aniye bi tundȋ șermezar dikin, ȗ em ji Encumena Ewlehiyȇ dixwazin șandek șopandina rastiyan bilez bișȋne cihȇ bȗyerȇ ku lȇpirsȋnekȇ derbarȇ bikaranȋna rejȋmȇ ji Xaza Kilorȇ re veke. Herweha em li ser sezakirina tawankaran tekez dikin, ku li gor bendȇn di biryara Encumena Ewlehiyȇ de nemre 2118 bêsizakirin nemînin. Em pirsyariyȇn Encumena Ewlehiya Navdewletȋ derbarê  cȋbicȋkirina xalȇn biryara wan ya dawî  nemre 2209 tekez dikin, ku tȇ de Xaza Kilor mȋna bȗjenek jehrdar binav dike ȗ dibȋne ew çekek kimawȋ ye, ȗ bikaranȋna wȋ di warȇ leșkerȋ de binpȇkirinek mezin ji yasaya navdewletȋ  ȗ biryara nemre 2118 re ye....

Bȋranȋna Șoreșa Sȗrȋ a Çaremȋn

Daxuyaniyeke Rojnamegerȋ Ji berȋ çar salan ve zarokȇn Der`ayȇ yekem nexșȇ azdiyȇ li ser dȋwarȇn Sȗrȋ nexișandin, ev tȇgeha ku 50 salȋ ji qunaxa setemkariyê binaxkirȋ ma ta milletȇ Sȗrȋ rabû ȗ nexşeya riya xwe bi xwȋna xwe saz kir, ȗ dest bi șoreșa xwe ya dijȋ zilm ȗ zorȇ kir. Çar sal ji temenȇ șoreșa  milletȇ Sȗrȋ derbas bȗn, ȗ hȇza moralê wȋ wek xwe ma bo pȇkanȋna xewna xwe ya bidesxistina azadȋ ȗ rȗmetȇ, herweha şêweyê karê rejȋmȇ  di kuștin, wȇrankirin,  ȗ bikaranȋna tawanên bȇtir nehat guhertin,  ȗ șoreșa Sȗrȋ ket sala xwe ya pȇncan de bi șehȋdbȗna 220 hezar kesȋ, ȗ bi qas wan girtȋ di zindanȇn tarȋ de, ȗ bi melyonan penaberȇn di kamp ȗ dewletȇn penaberiyȇ de hene. Di van çar salan de şoreş di gelek guhertinan re derbas bȗ, lê tiștȇ nehat guhertin qurbaniyȇn milletȇ Sȗrȋ  ȗ vȋna wȋ ya serkeftinȇ bȗ, ȗ  șoreșa Sȗrȋ nema tenȇ  tȇkoșȋnek bo pȇkanȋna serberziya milletȇ Sȗrȋ tenȇ  ȗ bilindbȗna wȋ ber bi asta  şaristaniya nȗjen, lȇbelȇ bȗ șereke rizgarkirinȇ dijȋ dagîrkerekȋ biyan piștȋ rȗxandina rejȋmȇ ȗ nekarȋbȗna wȋ di kuștina vȋna millet bi hemȗ alavȇn cebilxaneya leșkerȋ ku milletȇ Sȗrȋ buhayê wȇ ji xwêdana eniya xwe da...

Hevbendî Ji Bo Serê Kaniyê Hişyariyê Dide

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Sûrî hişyariyê li ser metirsiya êrîşên Dewleta Islamî ko dide ser bajarê Serê Kaniyê û metirisiya li ser jiyana Sivîlan bibe û stûbariyê dike ser Civaka Navdewletî da bi çareyên lezgîn rabin ji bo Sivîlan biparêzin. Em ne hewcedarî nimûneyine nû ne li ser neyêniya encaman ber bi ketina Herêmine din ko têkevin bin desthilatiya Rêkxistinên tirorist de, û herdem encam bobelatan bi ser Sivîlan de tînin û rêka çareseriyê astengtir dike. Rêxistina Islamî êrîşên xwe berdewam dike bê ko çi bandora berbiçav ji êrîşên hevpeymanê re lê hebe. Endamên wê gihan Gundê Um Ele’safîr yê li ser Rêka Serê Kaniyê –Til Temir û Gundê Resîm li Gundewarê Serê Kaniyê û Gundê Til Nesrî li Gundewarê Til Temir kontrol kirine. Nexem Elxadirî Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê 14.Adar.2015

Salvegera Yazdemȋn Bo Raperȋna 12ȇ Avdarȇ 2004an

Daxuyaniyek Rojnamegerȋ ȋroj salvegera Yazdemȋn a raperȋna 12 Avdara 2014an ku çirȗska wȇ ji bajarȇ Qamișlo pȇket ȗ li gelek deveran li Bakurȋ Rojhilatȇ Sȗryayȇ belav bȗ, ȗ wek ku rejȋma Esed bi her hevrikiya dijȋ xwe re  dide ȗ distȋne, ev raperȋn bi awayekȋ hovane vemirand ȗ di encamȇ bi dehan șehȋd ketin ȗ bi sedan  birȋndar bȗn. Hevbendiya Niștimanȋ bi rȇz li ber giyanȇ șehȋdȇn Sȗryayȇ ku ji bȇtir ji 40 salȋ ji fermandariya malbata Esed hatin kuștin radiweste, nerazȋbȗna xwe ji tirora rejȋmȇ ȗ hevalbnedȇn wȇ ȗ tirora Daișa ku Idyolojiyȇn xwe yȇn teng li ser milletȇ Sȗrȋ ferz dike nȗ kir. Hevbendȋ pȇwistiya parastina hevgirtina niștimanȋ ȗ pabendiya bi piransîpn șoreșȇ tekez dike, ȗ pesnȇ milletȇ Sȗrȋ bi hemȗ pȇkhatiyȇn xwe ȗ tȇkoșȋna wȋ da, bo gihiștina dewleta Sȗrȋ a hevgirtȋ, serbixwe, azad, ȗ dimuqrat, ku jiyanek bi rȗmet ji welatiyȇn xwe re, bi hemȗ nerȋnȇn xwe yȇn siyasȋ, olȋ, ȗ nijadperistȋ misoger bike. Salim El – Mislit Berdevkȇ Fermȋ  Bi Navȇ Hevbendiyȇ Bo Hȇzȇn Șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ 12 Avdarȇ 2015an            

Raporta Pizîşkên Bêsînor Gunehbarkirin e Ji Rêjîmê Û Civaka Navdewletî re

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Raporta Rêxistina pizîşkên bêsînor dide xuyakirin ku Civaka Navdewletî biyekcarî dûre ji rewşa terajîdî ya rêjîma Esed li ser gelê Sûriyê sepandiye, tevlî hebûna bi hezaran tawanên dîkomîntkirî û raportên rêxistinên navdewletî; lê Encûmena Ewlekariyê û herwiha dewletên kartêker di Civaka Navdewletî şikestin di danîna Sînorekî ji tawanên rêjîmê û rêxistinên terorîst re, û xwestin pevçûnê û hin doseyên helawîstî  birêve bibin ji kîsê xwîna Sûriyan, ev bêdengî wê bibe nîşanek reş û kirêt ji Civaka Navdewletî û serkirdeyên xudan biryar re, heger kar bo rizgarkirina gelê Sûriyê nekin. Têzanîn ku duhî roja çarşemê raportek ji aliyê rêxistina navborî hatiye derxistin û têde kuştina nekêmtir ji 600 pizîşk û karmendên warê pizîşkî li ser destê hêzên rêjîmê her ji destpêka şoreşê ve hatiye diyarkirin, û raport di heman demê de amaje bi kêmî û lawaziya mezin di pêdawistiyên pizêşkî û firyahatinê kiriye. Bêgoman ku xemsariya Civaka Navdewletî di danîna Sînorekî ji tawanên di Sûriya de û bêdengiya li hember tawanên rêjîma Esed û terorê wê êş û azarên Sûriyan zêdetir bikin û wê derfetek mezintir bide rêjîmê û rêxistinên terorîst bo pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê li Sûriyê bi şêweyekî zêdetir. Em daxwaza helwestekê dikin ji...

Rêjîm Û Daiş Metirsiyê Li Ser 400 Hezar Niştecihên Dêra Zorê Çêdikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Dorpêçkirina Taxên Bajarê Dêra Zorê ko ketiye meha didwan li ser destê Rêkxistina tirorist û Rêjîma Esed berdewam e. Her du alî bazirganiyê bi giyanê sivîlan dikin. Dorpȇçkirina taxȇn Dȇra Zorȇ ji hȇla "Daiș"ê ve, di rêguhertinek dijwar re derbas dibe, piștȋ  ku hȇzȇn Esed dest bi bumbebarankirina bi bermȋlȇn teqȋner kir, li ser taxȇn bajȇr yên di bin destȇ rȇxistina dewletȇ de ne, bi hinceta tirora Daișê, vȇ yekȇ hișt rȇxistin bingehȇn mûşekan li wan taxan  deyne û berê wan bide taxên hȋn di bin destȇ rejȋmȇ de, ku 400hezar kes di wan taxan  de dorpêçkirî ne. Em di Hevbendiya Niştimanî de hişyariyê didin ji kuștarin rasteqȋne derheqȇ sivȋlan li Dȇra Zorȇ li ser destê rejȋma Esed a tawankar ȗ rȇxistina tirorîst  (Daiș) da. Ȗ ji Civaka Navdewletȋ xwest  ku destwerdana lezgȋn bo parastina sivȋlan ȗ vekirina dorpȇçkirina wan bike, herweha ji hevpaymaniyȇ xwest ko Herêmên hêmin û qedexe li ber firokên Rêjîmê li Bakur û Başûrê Sûriyê ferz bike û derbên leșkerȋ li wargehȇn rejȋmȇ ȗ rȇxistina dewletȇ bi hev re li Sȗryayȇ bide. Ji erkȇ Encûmena Ewlehiyȇ ye, biryara hejmara 2139 aktȋv bike, bo rakirina dorpȇçkirinȇ bi awayekȋ yekser ji ser deverȇn xelk tȇ de...

Roja jinê ya cîhanî

Daxuyaniyeke rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Sûrî pîrozbahiya Jinên Sûrî di Roja Jênê Ya Cîhanî de dike, û sipasiya ked û karên dayikan û gêncên jin di hemî warên şoreşê de dike, û tekez kir ku ew stûna şoreşa Sûrî ne, dilsozî û bînfirehiya wan û hezkirina wan ji azadiyê re , fakterekî sereke bû di xweragiriya gelê Sûriyê de di dijwartirîn rojên xebatê de. Jinê cihê xwe yê xuristî ji destpêka şoreşê de girt, dema hevrêzî damezirandin û xwepêşandan û mangirtin û helmetên hişyarkirinê û pêkanîna fişaran û yaxîkarî dikirin, heta bi çalakiyên fêrkirin û perwerde û tenduristî û hewarçûnê , û pirojeyên piştgiriya girtiyan û dabînkirina piştgiriya derûnî ji kesên hewcedar re û derxistina belavokên li ser pelan û çîrokên wênekirî, û jina Sûrî karîbû di demek kurt de xwe berde warê ragihandin û telefizyon û radiyo û şano û nivîsandin û wergirandinê , heta bi karê siyasî û leşkerî jî kir. Îro divê em di bîra xwe de bînin,divê hestek rasteqîne bi mere hebe ku jin û mêr di bin dar û qamçiyan de êş û azaran dikişînin,di zindanên neman û mirinê de yên ku jiyanê ji laşên wan dimijin, eger em birastî bi wan bihestin , divê ev...

Berdewamiya Hevpeyvîna Niştimanî Ya Sûrî

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbeş Ji bo temamkirina hevpeyvîna Qahîrayê ya di 23 -12-2014an de dest pê kir, û ji ber pêwîstiya yekirina gotar û bizavên rikberiyê li hember berdewambûna kiryarên kuştin û tundûtîjiyê û wêrankirinê li seranserê qada Sûriyê , heryek ji Hevbendiya Niştimanî û Desteya Hemahengiya Niştimanî vê qonaxa erênî ji peywendiyên di nav xwe de dişopînin , û herdu alî tekeziyê li ser pêwîstiya berdewamiya têkiliyan dikin di navbera hemû hêzên din yên opozisiyona demokratîk de. Li parîsê û di hevpeyvînekê de di navbera şandeyên herdu aliyan de di dema 22ta  24 heyva Sibata 2015an de, herdu aliyan li hev kirin li ser nexşeriyeka çareseriya Siyasî, li ser binyatê reşnivîsa belgenameya piransîpên bingehîn yên çareseriya Siyasî li Sûriyê, û herwiha li ser belgenameyên siyasî yên li rex herdu aliyan, ku herdu alî rêkeftin ku ew reşnivîs bête pêşkêşkirin ji lêvegera herdu aliyan re bi mebesta gengeşe li ser bête kirin û ji herdû aliyan bê pesendkirin, têde hatiye têkistkirin ku lêvergera piroseya siyasî ji van xalên li jêr pêk tê: -Daxuyaniya girûpa kar ji bo Sûriyê ya di 30 cehzerana 2012an de derket ya naskirî bi "Daxuyaniya Jinêvê" bi tevaya bendên xwe ve. -Biryarên dadgeha navdewletî yên pêwendîdar, nemaze...

Hȇzȇn Rejȋmȇ Ȇrȋșî Gundȇn Gundewarȇ Laziqiyȇ Dikin

Daxuyaniyek Rojnamegerȋ Bi navȇ Hevbendiya Niștimanȋ  ez dozȇ li Encumena Ewlehiya Navdewletȋ ȗ hȇzȇn Hevpeymaniya Navdewletȋ  dikim ku bi lez bo parastina sivȋlȇn sȗrȋ li Gundewarȇn Laziqiyȇ ȗ hemȗ xaka Sȗrȋ  bikin, ji tawanȇn rejȋma Esed ȇn berdewam derheqȇ milletȇ Sȗrȋ  , bi taybet di vȇ ȇrȋșa hovane ku niha rejȋma Esed, Milșiyȇn milîperist, ȗ Milișiyȇn Berevaniya Niștimanȋ dikin, ku derbas bȗne gelek gundan li Gundewarȇn Laziqiyȇ ȗ tirsek mezin ji pȇkanȋna kuștaran derheqȇ sivȋlan de heye.  Rapor dibȇjin ku gundȇn (Selma- Dorȋn- Mirș Xoxe- Elkom) li Gundewarȇn Laziqiyȇ ji gundȇn xwe ber bi rȋbana sȋnorȋ de bi Tirkyayȇ re derbider bȗne, ji tirsa hȇzȇn rejȋmȇ ȗ Milișiyȇn pȇ ve girȇdayȋ ku berȋ niha kuștarin regezperest li devera Beravȇ  bikar anȋne, ȗ ev kuștar gihiștibȗn asta serjȇkirin ȗ șewitandinê  wek ku li Bȇda, Hola, Zara, Darya, ȗ deverin dȋ ku di derheqȇ Sȗriyan de bȗbȗ. Mihemed Yehya Mektebȋ Razgirȇ Giștȋ Yȇ Hevbenduiya Niștimanȋ Bo Hȇzȇn Șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ 7ȇ Avdara 2015an

Page 126 of 137 1 125 126 127 137

Nûçeyên Dawî