Daxwiyanî

Êrîşa Rêxistina «Dewleta Islamî» Li Ser Helebê

Daxuyaniyek Rojnamevanî Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê În 15 Tebax 2014   Zengilê tirsê lêdide digel pêşdeçûna rêxistina "dewleta Islamî" li gundawrê bakurê Helebê heta gihandina wê nêzîkî bajarokê Mari'i, piştî kontrol kirina wê li ser herdu gundên Axtirîn û Tirkûman û hin gundên doruber, û Hevbendî tekeziyê dike ku metirsiya vê rêxistinê li Êraq û Sûriya ji yek nayê cida kirin, û heger komelgeha navnetewî rijde li ser dijayetiya terorê pêdiviya netenê li Êraqê bê. Hevbendî li bîra Civaka navdewletî tîne, ku Hevbendî û Artêşa Azad pêşeng bûn bi hoşdarî kirina Civaka navdewletî bi metirsiya vê rêxistina terorist, herwiha pêşeng bû di dijayetî û qewtandina wê de ji hin navçeyên Sûriya de, û ji wan ji gundewarê Helebê, û Hevbendî dupat dike, ku hîç alternatîvek nîne ji bilî piştevaniya Artêşa Azad û pirçek kirina wê bi çekên pêşketî da berevaniyê bike li hember metirsiya DAIŞ û tawanên wê yên di derheq Sivîlan de, û herwiha encamdana erkê xwe yê nîştimanî bo dijayetî û rûbirûbûna rêjîma Esed, yekemîn piştevanê teroristan di vê deverê de.   Mihr bo Şehîdan, Saxî bo birîndaran û Azadî ji girtiyan re. Bijî Sûriya, bijî Gelê wêyî azad û serfiraz.  

Vekêşana Şoreşgeran Ji Milêha Ya Xota Şamê

Agahiyek rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî 14 Tebaxa 2014z Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî şoreşgerên Milêha silav dike, û qurbaiyên wan yên ku dane di ber berevaniya sivîlan di heyvên bûrî de bilind dinirxîne, û li pêş xweragirtina wan di rûyê êrîşên rijêmê û çeteyên Hizbullah û yên Îraqî yên piştgirên wê,her weha rawestana bi mêranî bêtir ji çar heyvan li pêşiya dorpêçkirin û bombebaranên bi xurtî. Hevbendî û gelê sûrî bawerya xwe bi şiyanên şoreşgeran nûdikin di parastina xaka sûrî û sivîlan ji xwînxwariya rijêmê û bi berdewamkirina têkoşînê ta armanc û hêviyên gelê sûrî pêk werin di pêkanîna azadî û rûmet û dîmoqrasiyê de. Dilovaniya xweda ji şehîdan re Saxî bo birîndaran azadî ji girtiyan re Serfirazî û azadî ji sûriyan re. Bijî Sûriya.   

Behînameya Hevbendiyê Ji Bo Şehadbûna Hacî Ebû Mihemed Elrifaiy û Hevalên Wî

Daxuyaniyek Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê 12ê Tebaxa 2014 Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji dil û can sersaxiya malbatên şehîdan,(hacî Ebû Mihemed Elrifa´iy serkê alayêʺwe e´idûʺû her deh hevalên wî) dike, yên ku doh ji encama avêtina bermîlên teqîner bi ser baregeha wan li devera Qelemonê şehîd bûn. Hacî Ebû Mihemed Elrifa´iy ji xuyatirîn kesên ku beşdarî di Odeya Operasyonên Qelemonê dikirin,ji bilî karê wî di rêxistinkirina leşkergehên rahênanê yên artêşa sûrî ya azad, û rolek wî ya berz hebû di gelek şeran de li Babe´mro û Yebrûd û Elsehil û Renkûs. Dilovaniya xwedê ji pakrewanan re Sersaxî ji birîndaran re Azadî ji girtiyan re gelê Sûrî her serfiraz û azad bijî Herbijî Sûrya. 

Daxuyaniyek Rojnamevanî Derbarî ʺdewleta Îslamêʺ Li Îraq û Sûriyê

Hevbendiya Niştimanî di bîra Civaka Nêvdewletî tine, ku Hevbendiyê û Artêşa Azad Hişyarî dan derbarî metirsiya rêxistinaʺDewleta Îslamîʺ û ji despêka vê salê de dest bi şerê wê kirine,û ji wê çaxêde bi tena xwe ne bê ku tu alîkarî bi wan re bê kirin di şerê vê rêxistinê û tîrora rijêma Esed de. Ana û piştî metirsiya vê rêxistinê diyar bû bi rengekî ku nayê paşguhxistin, tu behane neman ji kesên ku bêdeng bimînin li ber hebûna vê rêxistinê li herêmê û alîkariyê bi Artêşa Azad re nekin bi çekên pêwîst. Hevbendî şermezarkirina xwe dubare dike ji kiryarên rêxistina ʺDewleta Îslamîʺ û êrîşên wî yên dijminane dijî pêkhateyên netewî û olî li Sûriya û Îraqê, û dibîne ku şerê vê rêxistinê ne tenê li li ser xaka Îraqê bibe .  Hevbendiya Niştimaniya Sûrî tebaxa 2014z 11    

Daxuyaniyek Rojnamevanî Derbarî Rewşê Li Bajarokê `Ersal

Hevbendiya Niştimaniya Sûrî dilxweşiya xwe diyar dike ji hêminiya ku li bajarokê ersal yê libnanî çêbû, û sipasiya her kesê bi qencî di di vê arîşeyê de kar kir dike, arîşeya ku giha asta bobelateke mirovahî mezin. Di heman demê de hevbendî matmayîna xwe radigihîne ji van bangên nexweş ku ji kesina ji civaka Libnanî derdikevin, dijminaya xwe ji hevweltiyên Sûrî re diyar dikin, Sûriyên ku ji ber azazdî- xwaziya xwe tûşî şerê qirkirinê bûne li ser destê rijêma Esed û piştgirên wî çeteyên Hizbullah û ji neçarî penaberî libnanê bûne.  Hevbendî ji desthilata Libnanê dixwaze ku bi erkê xwe rabe di parastina penaberên sûrî û dabînkirina ewlehî û hêminiyê ji wan re li ser xaka libnanê. Û ji rêxistinên mirovî yên cîhanî dixwaze ku li gor yasayên Neteweyên Yekgirtî hemi pêdiviyên jiyana bi rûmet ji wan re pêşkêş bike. Dilovaniya xwedê ji şehîdan re Saxî bo birîndaran azadî ji girtiyan re Serfirazî û azadî ji sûriyan re. Herbijî Sûrya Hevbendiya Niştimaniya Sûrî 10 tebaxa 2014z

Hevbendî Koçberkirina Rêxistina ʺdewleta Islamîʺ Ji Êzîdiyan re Şermezar dik

Agahnameyeke Rojnamevanî: Rêkxistina “Dewleta Islamî” di çend rojên bûrî de, êrîşî çend deverên Kurdistana Iraqê kir, wek “Zimar” û “Şingal” û dest danîn ser wan, sivîl koçber kirin û hin ji wan kuştin bi taybetî ji Êzîdiyan . Hevbendiya Niştimanî Sûrî evan êrîşên dijminane li ser xaka Herêmeke heval şermezar dike û doza yekîtiya her du miletên Ereb û Kurd dike, û yekîtiya xaka Sûriyê dixwaze. Hevbendî rêjîmên “Sûrî û Iraqî” û hêzên navnetewî yên piştgir ji wan re gunehkar dibîne di ber çandin geşkirina rêxistinên tundrew de, û çi ziyanên digihên miletê Sûrî ew berpirs in di ber de. Xwedayê mezin, Şehîdan bi dilovaniya xwe şad bike. Azadî ji bo girtiyan. Saxbûn bo birîndaran serfirazî û azadî ji gelê sûrî re. Bijî Sûriya, Hevbendiya Niştimanî Sûrî 06.08.2014      

Hevbendî Hişyariyê Dide Ji Êrîşa Rêxistina “Dewleta Islamî”Li Ser Hesekê

Daxuyaniyek Rojnamevanî: Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê hişyariyê dide ji hewlên berdewam yên rêxistina "Daiş" bo êrîşkirina leşkerî li ser bajarê Hesekê li bakur rojhilatê Sûriyê, di çarçova pilanên xwe de bo berfereh kirina dagîrkirina xwe bo firehtirîn xaka Sûriyê, û bi karanîna reftarên tirs û terorê û sepandina îdiyolojiyeke berovajî bîr û boçûnên welatiyan li wan deveran, û neçarkirina  xelkekî dîtir, xudan bîr û baweriyên Olî yên cida ku bên li ser ramanên wan yên tarî û kafrkirinê. Hevbendî tekez dike, ku ev gav gefeke metirsîdare li ser aştiya navxweyî ya di navbera welatiyan de li Hesekê, ya ku ji gelek rengên netewî û Olî yên cuda pêk tê, û rêxistina navborî dixwaze heman tawanên xwe dubare bike, bi yek şêweyî  tawan û kuştarên xwe yên li Reqa û li Mûsil kirine bi derxstina Siryan û Aşûriyan ji nav bajarê Mûsil, û destdirêjî li ser Êzêdiyên Şingalê, û tawanên kirêt yên li Dêrazorê û têperiyên rojane dijî gelê kurd li Kobanê. Berdewmiya metirsiya vê hizra tarî ya kafrkirinê, ya ku geş û mezin bûye bi sedema tundutîjiya ayînî ya rêbazkirî  ya encama karên dezgehên ewlekarî û serbazî yên rêjîma Esed  û girûpên çekdar yên di gera wî de digerin, ev dihêle...

Hevbendî Daxwaza Parastina Penaberên Sûrî Yên Li Libnanê Dike

Agahiyek rojnemevanî: Hevbendiya Niştimanî Sûrî ji dewleta Libnanî dixwaze ku penaberên Sûrî yên li ser xaka wê ne biparêze,û şehîdbûna hin ji wan ji encama topbarana ji deverên nêzîk şermezar dike, Hevbendî  banga xwe dighîne desthilata libnanî ku danûstandina xwe ya tund bi sûriyan re rawestîne . Di dema ew zêdegaviyên dijî artêşa Libnanî li Ersal şermezar dike, dixwaze û bibîr tîne ku bûyerên cihê mixabiniyê yên ku bûne û dibin nakevin bercewendiya miletê Sûrî û Libnanî , ji lewra ji her kesî tê xwestin ku saxlemiya sivîlên Sûrî û Libnanî biparêzin û kar bê kirin ji bo gelaciyan ji holê rakin. Dilovaniya xwedê  ji pakrewanan re saxlemî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re . Herbijî Sûrya , azadî û serfirazî ji gelê sûrî re.  3/8/2014 Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Daiş Li Dêrazorê Deverên Berfireh Ji Dest Dide

Daxuyaniyek Rojnamevanî Hevbendiya Nîştimaniya Sûrî Hevbendiya Nîştimaniya Sûrî, Şoreşgerên hozên Dêrazorê silav dike, û li pêş serkefinên ku pêkanîne ji bo rizgariya welat xwe ditewîne, û bibîr tînin ku ew li seranserî dîrokê  di serhildanên dijî zordariyê de destpêşxer bûn, û Hevbendî  tekez dike, ku her serkeftineke Sûrî bi dest tînin, bo serbilindî û rûmet û azadiya Sûriya ye. Ew Şoreşgerên diruşma " Mirin lê Neserşorî" bilind kirin, di rûyê rêjîmekê de rawestan ku dirindetirîn rêjîma serdema nûye, wê bêdeng nemînin li hember tawanên rêxistina "Daiş" yên rojane derheqê gelê Sûriya de dike, û vê hişt Hozên gundewarê DêraZorê raperin dijî setemkariyê û di rizgarkirina gundên di navbera Elbokemal û Elmeyadîn serbikevin, her wekî ku ji berî du salan ew dever rizgarkiribûn ji rêjîma Esed. Dilovaniya xwedê  ji pakrewanan re saxlemî ji birîndaran re azadî ji girtiyan re . azadî û serfirazî ji gelê sûrî re.. Herbijî Sûrya. 

Rêkxistina Dewleta Islamî Tawankariya Xwe Di Yekem Roja Cejnê De Berdwam Dike

 Agahdariyeke Rojnamevanî Hadî Albebhre Serokê Hevbendiya Niştimanî 29.07.2014 Em wek Hevbendiya Niştimanî Sûrî, kuştara “Dewleta Islamî” ko li gor belgenameyan 41Şehîd ji Leşkerên Artêşa Sûrî ya Azad bûne qurbanî bi tundî şermezar dikin, goman heye ko di yekem roja Cejna Remezana pîroz de,bi serjêkirinê hatine kuştin. Em sûr in ko Artêşa Azad bi tundî li ser parastina Sivîlan biraweste û bervedêriya wan jî bike û bê sistî di rûyê evê Rêkxistina tirorist de derkeve, li gorî ko em dibînin alayên Artêşa Azad Hêza  herî rêkxistî ye û bi pirinsîpên Şoreşê pabend e û ew tenê dikare ziyana Dewleta Islamî bi paş ve vegerîne û rê li ber bigire da li ser xaka Sûriyê planên xwe bicih neke. Dubare em dibêjin piştgiriya Artêşa Azad ew çareseriya tekane ye û tektirîn gerantî ye ji bo girtina rê li ber vegirtina Rêkxistina Daişê û jihevxistina wê, em tekez dikin ko emê peydeçûna hemû serkirde û berpirsên di Rêjîma Alesed û Dewleta Islamî de bikin, li ser evan kirde û tawankariyan û wan siza bikin di riya dadgeheke dadmend re.

Page 131 of 132 1 130 131 132

Nûçeya Îro