Hevbendî Hişyariyê Dide Ji Êrîşa Rêxistina “Dewleta Islamî”Li Ser Hesekê
Daxuyaniyek Rojnamevanî: Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê hişyariyê dide ji hewlên berdewam yên rêxistina "Daiş" bo êrîşkirina leşkerî li ser bajarê Hesekê li bakur rojhilatê Sûriyê, di çarçova pilanên xwe de bo berfereh kirina dagîrkirina xwe bo firehtirîn xaka Sûriyê, û bi karanîna reftarên tirs û terorê û sepandina îdiyolojiyeke berovajî bîr û boçûnên welatiyan li wan deveran, û neçarkirina xelkekî dîtir, xudan bîr û baweriyên Olî yên cida ku bên li ser ramanên wan yên tarî û kafrkirinê. Hevbendî tekez dike, ku ev gav gefeke metirsîdare li ser aştiya navxweyî ya di navbera welatiyan de li Hesekê, ya ku ji gelek rengên netewî û Olî yên cuda pêk tê, û rêxistina navborî dixwaze heman tawanên xwe dubare bike, bi yek şêweyî tawan û kuştarên xwe yên li Reqa û li Mûsil kirine bi derxstina Siryan û Aşûriyan ji nav bajarê Mûsil, û destdirêjî li ser Êzêdiyên Şingalê, û tawanên kirêt yên li Dêrazorê û têperiyên rojane dijî gelê kurd li Kobanê. Berdewmiya metirsiya vê hizra tarî ya kafrkirinê, ya ku geş û mezin bûye bi sedema tundutîjiya ayînî ya rêbazkirî ya encama karên dezgehên ewlekarî û serbazî yên rêjîma Esed û girûpên çekdar yên di gera wî de digerin, ev dihêle...